Sêşem, 26 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    YRK: Kontra Omîd Weşkelanî hate cezakirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCDK-E’yê bi peyamekî Cejna Qurbanê pîroz kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îzmîrê li dijî şaredariya CHP’ê operasyon: Herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî: Cejna Qurbanê pîroz be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Dixwazin bikin ku muxalefeta bingehîn nebe navnîşana çareseriyê’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kalkan: Têkiliya bi Îmraliyê re bi rêk û pêk nebe, pêvajo bi çêkerî nikare bimeşe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobedê ya li Kampa Şehîd Rûstem Cûdî bi koma 202’yan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Başûrê Kurdistanê gorên şehîdan hatin ziyaret kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Çewligê nerazîbûna li hemberî birîna daran

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!

    Ji aliyê Stêrk TV

    KCK’ê: Bila Cejna Qurbanê bibe wesîleya xurtkirina aştî, edalet û hevgirtina civakî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Amadekariya 20’emîn Festîvala Jinan a Şehîd Zîlan didome

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa Têkiliyên Derve ya TJK-E hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Konferansa têkiliyên derve ya TJK-E’yê hat lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-F: Em ê hesabê Gulden Komurcu bipirsin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Bazîdê ji bo Gulden Komurcu meş hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo piştgiriya bi YPJ’ê li Kolombiyayê çalakî hatin lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    37’emîn Mîhrîcana Govendên Kurdistan li Elmanyayê destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hunermend Elî Mansûr li Kolnê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Berxwedan: Em rê nedin êrîşên li ser saziyên xwe yên çand û hunerî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê ji bo Rojava konsera alîkariyê tê lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Berlînê çalakiya ‘Desteyek Helbest’ hate li dar xistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    12’emîn Festîvala Çand, Huner û Ziman a Cizîrê dest pê kir

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Kampa Dareşekran a Hewlêrê bi mûşekan hate hedefgirtin
Rêveberiya Tevgerê: Divê desthilatdariya AKP-MHP’ê gavên pêwîst bêyî derengxistinê biavêje!
Ozel û Îmamoglu: Wê nekaribin têkoşîna me teslîm bigirin
Îranê 4 jinên Behayî tecrîd dike û birçî dihêle
Leşkerên Tirk 11 kes zevt kir û êşkence li wan kirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Ji bo sepandina mafê hêviyê zexta civakî şert e’
Rojane

‘Ji bo sepandina mafê hêviyê zexta civakî şert e’

Ayşe Acar Başaran diyar kir ku biryara mafê hêviyê ya Konseya Ewropayê li gel zexta civakî hatiye standin û got: ‘’Ji bo sepandina mafê hêviyê, bidestxistina statuya sermuzakerevan a Abdullah Ocalan û vekirina rêya van yekan divê têkoşîn were meşandin.’’

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Gulan 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Piştî biryara Ocalan-2 a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê têkildarî ‘’mafê hêviyê’’ pêşniyar li Tirkiyeyê kir ku heya Hezîrana 2026’an sererastkirina yasayî pêk bîne.  Tevî ku aliyê Kurdan têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd biryarên gelek girîng standin û gavên pratîk avêtin jî hevkarên desthilatdariyê ji bilî hin daxuyaniyên erênî ne têkildarî mafê hêviyê ne jî têkildarî çareseriya pirsgirêka Kurd tê guherînên yasayî yên pratîk  pêk neanîn.

Hiqûqnas Ayşe Acar Başaran têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.

Hiqûqnas Ayşe Acar Başaran di destpêka axaftina xwe de bal kiand ser mafê hêviyê û ev yek anîn ziman: ‘’Dema ku em di çarçoveya hiqûqî de li mafê hêviyê binêrin, di hiqûqa cezayê modern de bes ne saziyeke înfazê ya teknîke, yek ji temînata rûmeta însanî ya di hiqûqa înfazê ya cezayî ye. En dikarin vê bi vî awayî îfade bikin: Dewlet nikare kesê ku ji ber sûcê herî giran hatiye mehrûmkirin jî bi hiqûqî û fiêlî bê hêvî bihêle. Rejîma înfazê ya li Tirkiyeyê li girtiyên ku cezayê muebeta girankirî lê hatiye birîn, tê sepandin, tam jî ji ber vê yekê ji aliyê hiqûqnas û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ve tê rexnekirin. Daxwaza sererastkirina vê tim tê dubarekirin. Dema ku em ji aliyê Tirkiyeyê ve li vê yekê dinêrin jî ev mesele bes ne nîqaşeke hiqûqî ye. Ji ber ku Abdullah Ocalan bes weke girtiyeke siyasî nîne. Bi taybetî jîdema ku em di çarçoveya pêvajoya heyî de lê dinêrin, em dibînin ku bi milyonan însan weke rêberê xwe yê siyasî qebûl dikin; ji bo vê yekê kampanyayên îmzeyan hatine amadekirin, di serdemên cuda de daxuyani hatine dayîn, çalakî hatine lidarxistin û bang hatine kirin. Yanî divê ev yek ji nîqaşeke hiqûqî wêdetir weke helwesteke polîtîk bê  nirxandin. Di rewşa Birêz Ocalan de rejîmeke taybet a ji şexsan re , sepaneke înfazê ya ji şexsan re heye. Beriya niha Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di civîneke xwe de ev mijar xistibû rojeva xwe. Bang li Tirkiyeyê kirbû ku têkildarî sepandina mafê hêviyê plansaziyeke gavavêtinê amade bike, mekanîzmayên hewce ava bike û gavên şênber biavêje. Lê belê Tirkiyeyê têkildarî vê yekê ne mekanîzma ava kirin ne jî gav avêtin.’’

Hiqûqnas Ayşe Acar Başaran di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê sepandina mafê hêviyê bes ne li ser zemîneke hiqûqî di heman demê de weke perçeyeke vê  pêvajoyê û pêvajoyeke polîtîk were nirxandin û got: ‘’Nîqaşên têkildarî mafê hêviyê ji aliyekê ve tim di rojevê dehate girtin û ji aliyekî ve jî  tim tê rexnekirin ku têkildarî vê mijarê pêngaveke hewce nayê avêtin.  Ji ber ku di vê pêvajoyê de ya girîng ne gotin e, ya girîng avêtina pêngavan e. Tevî ku bi ser biryarê sal û nîv derbas bûne jî hê jî sererastkirineke şênber nehatiye kirin. Her wiha têkildarî xalên ku di rapora komîsyona li Meclîsê de cih digirin jî  pêngaveke şênber nehatiye avêtin. Weke tê zanîn di rapora komîsyonê de xalên têkildarî bicihanîna biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê cih digirtin. Li rex van yekan hin biryar û pêşniyarên din jî hebûn.  Bi ser de ji bo beşeke van pêşniyaran hewceyî bi sererastkirineke hiqûqî ya nû jî tune ye.  Bo nimûne têkildarî bicihanîna biryara têkildarî Selahattîn Demîrtaş û girtiyên din ên siyasî yan jî sepandina mafê hêviyê bêyî avakirina mekanîzmayeke nû yan jî sererastkirineke yasayî ya nû dikare di çarçoveya berpirsiyariyên heyî de gav werin avêtin.’’

Ayşe Acar Başaran di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ji bo sepandina mafê hêviyê, bidestxistina statuya sermuzakerevan a Abdullah Ocalan û vekirina rêya van yekan divê têkoşîn were meşandin û ev yek anîn ziman: ‘’Têkildarî vê yekê gelekî rexne û nirxandin tên kirin. Lê belêem dizanin ku li vir  nêzîkatiyeke polîtîk heye. Em dizanin ku Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê bi nêzîkatiyeke polîtîk vê biryarê dinirxîne. Di heman demê de em dizanin ku di encama zext yan jî nerazîbûna raya giştî de ev biryar hatiye standin. Beriya standina vê biryarê ji aliyê gelê Kurd û dostên wan ve bi kampanya û çalakiyên curbecur têkoşîneke mezin hate meşandin. Di encama vê têkoşîna mezin de Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê nekarî bêdeng bimîne û neçar ma ku vê biryarê bistîne. A niha jî ji bo sepandina vê jî ji aliyê hiqûqî ve serlêdan û xebat tên kirin. Jixwetêkildarî vê yekê saziyên me hene û xebat tên birêvebirin. Lê belê divê ji aliyekî ve jî zexta civakî û raya giştî were avakirin. Divê rê were vekirin ku hem desthilatdarî di vê mijarêde gavan biavêje hem jî sererastkirinên hewce werin kirin. Di mijara sepandina mafê hêviyê de, ji bo bidestxistina statuya sermuzakerevan a Abdullah Ocalan û vekirina rêya van yekan divê li qadan tim têkoşîn were meşandin.’’

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê DEM Partî: Cejna Qurbanê pîroz be
Nûçeya Pişt re Li Îzmîrê li dijî şaredariya CHP’ê operasyon: Herî kêm 5 kes hatin binçavkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Silêman: Armanca sereke Sûriyeyeke nenavendî-demokratîk e

Endamê Heyeta Danûstandinan a Kurd a Rojava Ehmed Silêman anî ziman ku armanca sereke ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Xizmên girtiyan: Heta ku Abdullah Ocalan azad nebe, ti kes azad nabe

Xizmên girtiyan ên li ber Wezareta Edaletê hatin ba hev, peyama “Heta ku Abdullah Ocalan…

Ji aliyê Stêrk TV

Meşvanan şehîdên ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ bi bîr anîn

Şandeya ku Meşa Azadiyê didomîne, şehîdên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” bi bîr anîn.

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

YRK: Kontra Omîd Weşkelanî hate cezakirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

KCDK-E’yê bi peyamekî Cejna Qurbanê pîroz kir

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Îzmîrê li dijî şaredariya CHP’ê operasyon: Herî kêm 5 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

DEM Partî: Cejna Qurbanê pîroz be

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?