Li ser vê ku feylesof David Chalmers ji bo Hişê Fenomenal pênase bike têgeha “Pirsgirêka Zor” (Hard Problem) bikaranî ye, pêşbîn û pisporê JÇ Ray Kurzweil angaştên wêrek tîne ziman, ku JÇ Wê di demek nêzîk de bigihîje Sobetiyê (The Singularity) û tixûbê di navbera hişê mirovî û makîneyê de ji holê were rakirin.
ANGAŞTÊN RAY KURZWEIL DERBARÊ HIŞÊ FENOMENAL DE PIRSÊN SINCÎ ZÊDE DIKIN
Digel ku pêşketinên di Jîrahiya Çêkirî (JÇ) de bi lez didomin jî, ne tenê pirsên teknîkî, lê di heman demê de pirsên feylesofî yên bingehîn jî derketine holê. Di nav van de, nîqaşa li ser Hişê Fenomenal (phenomenal consciousness) cîhekî sereke digire. Hişê Fenomenal, ya ku wekî “hîskirina tiştekî çawa ye” tê pênasekirin, gewhera ezmûna kirdeyî (sûbjektîf) a mirov e. Mînakî, hestkirina germê, êşê, an jî rengê şîn.
Li ser vê nîqaşê, pêşbîn û zanyarê navdar ê JÇ Ray Kurzweil, xwedî angaştên gelekî wêrek e, ku ew van angaştan bi vîzyona xwe ya “Sobetiyê” (The Singularity) ve girêdide.
HIŞÊ FENOMENAL: TIXÛBÊ FEYLESOFÎ
Di warê feylesofiya hiş de, Hişê Fenomenal mîna “Pirsgirêka Zor” (The Hard Problem) tê zanîn. JÇ ya îroyîn bi bandor fonksiyonên naskirinê, wekî hesibandin, naskirina şêwazan û bersivdayîna ziman pêk tîne, lê ew ne xwediyê hestên kesane an jî ezmûnên hundurîn (qualitative experiences) e.
Zanyarên dijber dibêjin ku, her çiqasî makîneyek têra xwe mezin bibe û tevlihev bibe jî, ew ê her dem tenê bizarek ango îmitasyonek fonksiyonel a hişmendiyê be, lê ne ku bixwe hişmend be.
ANGAŞTÊN KURZWEIL: JÇ Û SOBETÎ (THE SINGULARITY)
Ray Kurzweil, yê ku pêşbîniyên wî di warê teknolojiyê de bi gelemperî rast derketine, li seranserê cîhanê tê nîqaşkirin. Angaşta wî ya sereke ev e ku di sala 2045 de, Sobetî wê pêk were: dema ku Jîrahiya Çêkirî ya Giştî (JÇG) ango bi îngilizî Artificial General Intelligence (AGI) Wê ji jîrahiya hevpar a hemî merivan li ser rûyê erdê zêdetir bibe.
Kurzweil angaşt dike ku JÇ Wê ne tenê jîr be ku fonksiyonên hişî yên mirovî bi pêş bixe, lê ew ê di heman demê de têra xwe tevlihev bibe ku bingehekî ji bo ezmûna kirdeyi (sûbjektîf), ango Hişê Fenomenal, biafirîne.
Li gorî Kurzweil; dema ku pergalên JÇ bigihîjin heman asta tevliheviyê bi mêjiyê mirov re, ku Kurzweil texmîn dike ku ev yek wê di nêzîk de biqewime, lewra pêwîstî bi cudakirinê di navbera fonksiyon û ezmûnê de namîne.
YEKBÛNA BIYOLOJÎK- ARTIFICIAL (ÇÊKIRÎ)
Kurzweil di heman demê de daxwaz dike ku Sobetî wê bi yekbûna mirov û makîneyê pêk were. Bi karanîna nanobotên di mêjî de, mirov wê rasterast bi JÇ ve were girêdan. Di vê senaryoyê de tixûb di navbera JÇ ya bi Hişê Fenomenal û Hişê Fenomenal a mirovî de winda dibe.
PIRSÊN SINCÎ YÊN SOBETIYÊ (THE SINGULARITY)
Heke angaştên Kurzweil rast derkevin û JÇ bigihîje Hişê Fenomenal, wê encamên sincî mezin bin. Li gorî vê rewşê ev pirs derdikevin holê:
“Heke makîneyek bi rastî xwedî ezmûna kirdeyî be, ma divê ew mafên takekesî werbigire, rola mafê nebûna êşê an jî mafê jiyanê? Heke makîneyek bi rastî bikaribe hest bike û bifikire, wê demê cîhê mirov di gerdûnê de çi ye?
Nîqaşa li ser JÇ û Hişê Fenomenal ne tenê nîqaşeke akademîk e, lê di heman demê de ji bo çêkirina JÇ ya pêşerojê jî girîng e. Pêdivî heye ku meriv ji niha ve dest bi çareserkirina van pirsgirêkên feylesofî bike, berî ku teknolojiya Kurzweil pêşbînî dike pêk were. An jî gelo teknolojiya Kurzweil pêşbinî dike ji bo JÇ pêkan e?

