Li Amedê ku di salên dawî de gelek proje bi lêgerîna petrolê, Jeotermal û Santralên Enerjîya Rojê hatine cîbicîkirin, bîrên petrolê yên nû tên vekirin. Li bajêr ku tê xwestin bibe Gabarê duyemîn, zevîyên çandinîyê yên gundîyan bi lez tên desteserkirin, di heman demê de rîskên ku ji van lêgerînan derdikevin jî ekolojîstan dike nava metirsiyê. Serokê Komîsyona Jîngeh û Bajarî ya Baroya Amedê Ahmet Înan anî ziman ku dewlet Kurdên ku li gundên xwe xwarina xwe çêdikin, bi zimanê xwe diaxivin û çanda xwe didomînin, weke xeterî dibîne û bal kişand ser ku ev pêvajoya heyî tê îstîsmarkirin.
Bi plansazîya Rêveberîya Herêma Trakya ya TPAO (Şîrketa Petrolê ya Anonîm a Tirkîyeyê), Shell û TPAO dê bi hev re li sînorên navçeya Farqîn a Amedê sondaja gaza zinarî pêk bînin. Sondaj dê li gundên Pîrêma û Qazox were kirin. Di lêgerîn û derxistina gaza zinarî de, piştî ku bi hezaran metre bi awayê tîk dest bi sondajê tê kirin, dê li devera bi navê formasyona Dadaş-I bi qasî 500 metreyî sondajeke horizontal were kirin. Li qada bakurê Bismilê, li ser qadeke bi qasî 600 kîlometre çargoşe dê ji bo gaza zinarî sondaj were kirin. Li herêma ku dê 24 sondajên tîk û horizontal lê werin kirin, tê pêşbînîkirin ku di nava 3 salan de 24 bîrên din jî werin vekirin.
DI HEMAN ROJÊ DE BETON ROKIRIN SER ZEVİYA ÇANDINÎYÊ
Tê payîn ku digel vekirina bîran, zeviyên çandiniyê û avên bin erdê yên li herêmê zirar bibînin. Li gelek deveran xaniyên gundiyan û zeviyên wan ên çandiniyê jî bi biryara “desteserkirina bilez” hatin desteserkirin. Herî dawî, li gundê Şukurlû yê Çinarê, li ser zevîya cotkarekî ku çandiniyê dikir, di heman rojê de biryara desteserkirinê hate dayîn û ji bo bîra nû beton hate avêtin ser zeviyê. Van projeyên ku çavkaniyên ava xwezayî, hewaya paqij û hevsengiya ekolojîk a bajêr dixin xetereyê, hem ji aliyê parêzeran ve hem jî ji aliyê ekolojîstan ve bi bertek tên pêşwazîkirin. Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî jî her carê biryardarîya xwe ya di lêgerînan de tîne ziman.
35 HEZAR HEKTAR QADA ÇANDINÎYÊ TÊ TUNEKIRIN
Serokê Komîsyona Jîngeh û Bajarî ya Baroya Amedê Ahmet Înan, di nirxandinên xwe yên li ser zêdebûna projeyên kanan û enerjiyê yên li Amedê û parêzgehên din ên Kurdistanê de, bal kişand ser wê yekê ku di 5 salên dawî de ji ber lêgerîn û derxistina petrolê 35 hezar hektar zeviya çandiniyê li bajêr hatiye windakirin.
PÊVAJOYA BÊŞERİYÊ TÊ ÎSTÎSMARKIRIN
Înan anî ziman ku pêvajoya heyî û rewşa bêşeriyê tê îstîsmarkirin, tekez kir ku monopolên kanan, enerjîyê û sermayeyê berê xwe dane zeviyên çandiniyê yên qalîta yekemîn, daristan û deverên avî. Wî destnîşan kir ku ev rewş êrîşeke eşkere ye li dijî mafê mirovan, mafê stargehê, mafê xwezayê û mafê warbûnê. Înan got ku projeyên ku tên meşandin ne tenê wêranîya ekolojîk çêdikin; her wiha tunekirina hebûnên avê, daristanan, cureyên din ên zindî û jiyana gundîyan jî armanc dikin. Înan diyar kir ku ev pêkanînên taybetî yên li Kurdistanê, berdewamîya şewitandin û valakirinên gundan ên salên 1990’î ne û bal kişand ser ku ev bi pişavtina nasnameyî re dimeşe. Înan got ku dewlet, Kurdên ku li gundan xwarina xwe çêdikin, bi zimanê xwe diaxivin û çanda xwe didomînin, hîna jî weke gefê dibîne.
DIVÊ DEWLET DEV JI VÊ TÊGIHÎŞTINÊ BERDE
Înan destnîşan kir ku dewlet bi gotinên xwe yên aştiyê re nakokî dike, ger vîneke aştiyê ya jidilî hebe divê demildest dest ji polîtîkayên ku berdewamiya nasnameyî û çandî ya mirovan asteng dikin, berde. Wî anî ziman ku polîtîkayên valakirina gundan ên ku di salên 90î de bi tundiyê hatibûn kirin, îro bi hêza zagonê û projeyên sermayeyê tên domandin. Înan îşaret bi wê yekê kir ku gel xwedî ezmûna analîzkirina van polîtîkayan e û xwest ku dev ji têgihiştina qezenca dem kurt û berhevkirina sermayeyê were berdan. Înan got ku yekbûneke civakî ya demdirêj tenê bi guhertineke kokdar di polîtîkayên ekolojî û enerjiyê de pêkan e û got: “Tenê dema ku dewlet bi berxwedana gel re rû bi rû dimîne, neçar dimîne ku gaveke erênî bavêje; me ev bi salan ceriband.”
DEMA KU BERTEK ÇÊNEBE QADA PROPAGANDAYÊ QEZENC DIKIN
Înan bal kişand ser ku di qada ekolojiyê de valahîyeke mezin heye û bang li rêxistinên civaka sivîl û saziyên pîşeyî kir ku daneyan bînin cem hev. Înan wisa got: “Pêwîst e ku atolyeyên berfireh werin lidarxistin ku bandorên xebatên petrol û kanan yên li ser çavkaniyên avê, zeviyên çandiniyê, daristan û tenduristiya mirovan bi awayekî zanistî nîşan bidin. Heke ev valahî neyê tije kirin, dewlet û şîrket qada propagandayê qezenc dikin. Îro tê dîtin ku; lêgerînên petrolê yên li Amedê ji bo şîrketên Amerîkî û Kanadayî tên vekirin. Heta gotina ‘herêmî û neteweyî’ jî rastiyê nîşan nade. Angaşta ku proje nêzî gundan nabin jî nerast e. Berovajî, heta xaniyên gundiyan jî têne desteserkirin û tevlî qadên projeyê dibin. Dema ku gel neyê agahdarkirin, gotinên şaş ên dewlet û şîrketan bibandor dibin. Heya ku têkoşîn neyê kirin, xwezayê, av, ax û jiyana çandî ji îstîsmarê re vekirî dimîne.”

