Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku li cihê ku maf, azadî û wekhevî teng dibe tundiya takekesî û çetebûnî zêde dibin.
Li Kurdistanê di demên dawî de pêşiya zêdebûna çekdarbûna takekesî û pêla tundiyê nayê girtin. Mînakên vê tundiyê li Wan, Amed, Êlih, Riha û Mêrdînê bi awayekî berbiçav tê dîtin. Tenê li Amed û Wanê, di sê rojên dawî de çar kes ji ber karanîna çekên takekesî hatine kuştin. Koordînatora Navenda Lêkolînên Qada Civakî-Siyasî (SAMER) Yuksel Genç ji ANFê re axivî û diyar kir ku çekdarbûna takekesî û çetebûna li taxan ji xizaniya kûr, bê rêxistinî û valahiya otorîteyê derdikevin holê. Yuksel Genç anî ziman ku ev rewş di heman demê de li ber hewldanên ji bo baştirkirina tundiya li dijî jinan, perwerdehiyê û veguherîna civakî jî asteng e. Yuksel Genç destnîşan kir ku ev krîz dikare bi rêveberiyên herêmî û saziyên sivîl ên bi komun an kolektîfên têne avakirin, were derbaskirin û got, “Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de zêdebûna muhafezekarî, otorîtertî û hişmendiya tekparêzî li kolanan bandor li ser vê yekê kir. Divê qadên maf û azadiyan ên ku civak dikare beşdar bibe, ramanan bîne zimen û xwe pêş bixe ji nû ve werin avakirin.”
EV REWŞEKE METIRSÎDAR E
Yuksel Genç anî ziman ku li Amedê di xebatên qadê yên salek, sal û nîvek dawî de hatî kirin de, bi taybetî di dema lêkolînkirina bûyerên civakî de, çeteyên kolanan û bûyerên tundiya takakesî ya di nava ciwanan de girêdana bi saziyan re û têkiliyên komî pir caran tên dîtin û wiha domand: “Di xebatên asta tax û kolanan de tên kirin de hem ekîban tengav dikin û rewşeke cidî ya metirsiyê heye û ev yek bi taybetî li cihên xizan derdikevin holê. Di xebatên ji bo têkoşîna li dijî bikaranîna madeyên hişber û tiryakê de, di navbera çeteyên kolanan û komên ciwanan d e çetebûn û tundiya fîîlî li gelek taxên hundir ên Rezanê tên dîtin. Tê ragihandin ku ev komxebatên ji bo têkoşîna li dijî tiryakê, çareserkirina tundiya li dijî jinan û têkoşîna li dijî xizaniyê de rolek astengker dilîzin.
ZEMÎNA KU ÇETEBÛNÊ XWEDÎ DIKE
Li hemberî pirsgirêkên ji bo xwe gihandina daneyan, wan bi awayekî baş bi kar bînin wê ya baş û veguherîna wê ya ji bo qadeke siyasî bertekên tund hatine kirin; ev rewş gelek caran li qadan tên jiyîn. Beşek girîng a nêzîkatiyên çetebûnê ji zarokên 13-14 salî dest pê dike û heta destpêka 20 salî diçe. Bi çavdêriyên qadê re hejmareke girîng ji dozên tundiya takekesî yên li Amedê rojane tundiya civakî û çekdarbûna takekesî daneyên xurt pêşkêş dike. Pevçûnên li kolanên bajêr, li ber kafeyan an jî li cihên dîrokî, bûyerên birîndarî û mirin gelek jê zemîna civakî ya ku çetebûnê wedî dikin e.
ERKÊN GIRÎNG DIKEVIN SER MILÊN RÊVEBERIYÊN XWECIHÎ
Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç destnîşan kir ku bi taybetî li bajêr, erkên girîng dikevin ser milê rêveberiyên xwecihî û rêxistinên civaka sivîl û wiha pêde çû: “Çetebûn, çekdarbûna takekesî û tundî ne têne ye; ew sîstemîk in. Ji ber vê yekê divê aqlê polîtîk a yekpare, hevbeş û stratejîk pêk were. Li Tirkiyeyê di 10 salên dawî de zêdebûna muhafezekarî, otorîtertî û hişmendiya tekparêzî li kolanan bandor li ser vê yekê kir. Divê qadên maf û azadiyan ên ku civak dikare beşdar bibe, ramanên xwe bîne ziman û xwe pêş bixe ji nû ve werin avakirin. Divê rêveberiyên xwecihî li qadên ku lê ne piştgiriyê bidin pêvajoyên avakirina nasnameyê, aîdiyetê û perspektîfên pêşerojê yên ciwanan; li taxên xizan şaredariya civkî bê xurtkirin; qadên civakî, çandî û werzîşî bên biafirînin; ji ciwanan re asoyên nû vekin û kalîteya jiyanê li van taxan baştir bikin. Hewldanên bi vî rengî wê pêla çetebûn û tundiya takekesî qels bikin. Bendewariyên xurt hene ku li taxên mîna Korxet û Kaynartepeyê xizmetên şaredariyê yên xurt bên kirin wê çetebûn û tundjiya takekesî kêm bikin. Bêyî ku dereng bibe divê gav werin avêtin.”
DIVÊ MECLIS, KOMUN Û KOLEKTÎF BÊN AVAKIRIN
Yuksel Genç anî ziman ku pêdivî bi avakirina torên civakî yên rêxistinkirî yên wekî meclis, komun, kolektîf an înîsiyatîf hene ku ciwan, jin û niştecihên taxê dikarin bi hev re pirsgirêkên xwe yên civakî nîqaş bikin û çareser bikin û wiha bi dawî kir: “Li herêmên ku tundî û çetebûn pir in, li wir pirsgirêkên hiqûqê û edaletê hene. Jiholêrabûna hesta edaleta civakî mirovan ber bi lêgerîna edaleta xwe ve dibe. Ev rewş kesan teşwîq dike. Ji bo şikandina vê yekê pêwîstî bi avakirina mekanîzmayên ku hesta edaleta civakî xurt dikin heye.”

