Nobetên Edaletê yên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine destpêkirin dewam dikin.
STENBOL
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Marmarayê (MATUHAYDER) li Stenbolê hatiye destpêkirin li avahiya DEM Partiyê ya Sancaktepeyê berdewam kir. Li eywana çalakiyê pankartên “Ji bo avakirina jiyana azad em tecrîdê bişikînin, bibin dengê zindanan” û “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiyê bibin dengê zindanan” hatibû hilaWîstin. Çalakvanan pêşmalkên li ser bi kurdî û tirkî “Tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye” dinivîsî li xwe kirin û gelek caran dirûşmên “Jin jiyan, azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” û “Bijî Serok Apo” berz kirin.
Çalakiya nobetê di roja 46’emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya MATUHAY-DER’ê û Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), rêveberên Komeleya Şopandina Koçê (GOÇÎZDER), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), Parlamenterê DEM Partiyê Çîçek Otlû, Xwişka Mazlûm Dogan, Serap Mûtlû Dogan, Hêzên Têkoşîna Yekgirtî (BMG), Rêxistina DEM Partiyê ya Bûrsayê, Tevgera Jinên Azad (TJA) Rêxistinên DEM Partiyê yên navçeyên Beykoz, Uskudar, Umraniye, Sultanbeylî, Pendîk, Sariyer,Şîşlî yên Stenbolê û gelek welatî hatin serdana nobetê.
Nobeta Edaletê ya bi navberên 15 rojan, li cihên cuda dihat domandin, bi panela MATUHAYDER’ê ya li navçeya Sancaktepeyê, hate bidawîkirin. Moderatoriya panelê ji rêveberên MATUHAYDER’ê Abdullah Yildiz, çalakvan Fince Akman, Parlamentera DEM Partiyê Çîçêk Otlû û Parêzerê OHD’ê Ahmet Ozcan wek axiver cih girtin.
Di axaftinan de peyama xwedîderketina li berxwedana girtiyan hat kirin.
Parlamentera DEM Partiyê Çîçek Otlû dema dest bi axaftinê kir, kesên di têkoşîna demokrasî û azadiyê de jiyanan xwe ji dest dane, bi bîr anî û got: “Dewlet dixwaza ji gelê kurd û girtiyan tolê hilîne. Li aliyekê tecrîda li girtîgeha kur dibe, li aliyê din hejmara girtiyên nexweş zêde dibe. Saziyên Edlî yên Tipê, bûne navendan mirinê. Tevî ku derbarê wan de ‘Nikare di girtîgehê de bimîne’ tê gotin, dîsa jî wan di girtîgehên de digirin, li aliyê din endamên Hîzbullahê berdidin. Divê em li dijî vê bêedaletî û cihêkariyê hêrs bibin. Divê em têkoşîna xwe û berzkirina dengê wan bidomînin.”
Di berdewama axaftina xwe de Otlû anî ziman ku îro tecrîd belavî tevahiya civakê bûye û wiha pê de çû: “Ev 35 meh in ku ji birêz Abdullah Ocalan agahî nayê girtin. Dewlet dixwaze tolê ji gelê kurd hilîne. Dixwaze karker û kedkaran jî tecrîd bike, wan neçarê bîatê bike. Di serî de li girtîgehan tecrîdê da destpêkirin. Tecrîd tê wateya dûrxistinê. Ji bo ku ji têkoşînê paş bixe, tecrîdê disepîne. Divê em ser daxwazên malbatên xwe hur bibin. Li hundir tecrîdeke giran heye. Divê ewil çav û guhê me li Îmraliyê be, piştre jî li hemû girtîgehan be. Em dayikên ku Nobeta Edaletê digirin, tenê nehêlin. Em ê teqez vê faşîzmê hilweşînin.”
Ji parêzerên OHD’ê Ahmet Ozcan jî da zanîn ku ew ji 27’ê mijdarê heya niha taybetî jî girtîgehên li Herêma Marmarayê şopandine. Ozcan destnîşan kir ku ew dora 20 girtîgehan de geriyane û derbarên wan de rapor girtine, ev tişt gotin: “Dema me di vê pêvajoyê de bi parlamenterên xwe re hevdîtinê li dar xist, tenê daxwazek girtiyan hebû, ew jî Abdullah Ocalan agahiyekê stendin û azadiya wî pêkanîn bû. Em dikarin bêjin ku piştî greva birçîbûnê ya girtiyan dest pê kir, binpêkirinê mafan jî zêde bûn.”
Ozcan, anî ziman ku tecrîd rêbazeke li dijî mafên mirovan e û bi bîr xist ku weke OHD di demekî nêzîk de di vê mijarê de serî li CPT’yê da. Ozcan, wiha domand: “Hemû serlêdan bi awayekî dijhiqûqî bêbersiv hatine hiştin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li dijî mafên mirovan ên bingehîn in. Ne pêkan e ku ev were qebûlkirin. Pêkhatina aştiyê di diyaloga bi birêz Abdullah Ocalan re pêkan e.”
Nobeta Edaletê dê ji sibê û şûnde li avahiya rêxistina DEM Partiyê ya Esenyûrtê berdewam bike.
WAN
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Wanê hatiye destpêkirin di roja 54’yan de berdewam dike. Rêxistina DEM Partiyê ya Tûşbayê serdana nobetê kir.
Hevserokê DEM Partiyê yê navçeyê Yilmaz Binbaşioglû axivî û ev tişt anî ziman: “Li dijî kurdan tim koletiyê ferz dikin, em jî dê li dijî vê yekê dest ji têkoşînê bernadin. Weke gel, divê em xwedî li rêhevalên xwe yên li zindanan û dayikan derbikevin. Divê her kes gumanên xwe dane aliyekê û di nava têkoşînê de cih bigire. Bila were zanîn ku azadiya Birêz Ocalan, azadiya me hemûyan e.
Aslihan Tîmûr a tev li nobetê bûye wiha axivî: “Divê tecrîd were şikandin. Em li vê derê edaletê digerin û divê heya 15’ê sibatê, her kesek rabe ser piya. Em li bende ne ku her kesek bi dayikên xwe ve piştevaniyê bidin.
Namzeta Hevşaredariyê ya Tûşbayê ya DEM Partiyê Hanim Akkoş hat serdana çalakvanên nobetê û ev tişt anî ziman: “Girtiyên nexwêş ên giran, ne tên berdan ne jî tên dermankirin. Pêdiviyên wan ên xwarinê û tenduristiyê nayên dayîn. Divê em xwedî li van hevrêyên xwe yên ku bedena xwe razandine mirinê, derbîkevin. Heke em piştevaniyê bikin hem em ê tecrîdê bişkînin, hem jî dê ji vî halê zextê xelas bibin. Gelê kurd ji destpêka dirokê li dijî van zextan li ber xwe da û dê li ber xwe bide. Dê têkoşîna me vê tecrîdê bişkîne.”
EDENE
Nobeta Edaletê ya bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran a Edene Akdenîzê hatiye destpêkirin di roja 55’emîn de berdewam dike. Çalakiya ku ji hêla Dayikên Aştiyê tê domandin, bi serdana rêveber û endamên komeleyê, endamên DEM Partiyê berdewam dike. Dayik di çalakiyê de gelek caran diruşma “Bîjî berxwedana zindanan” berz kirin. Çalakvanan daxwaza azadiyê Abdullah Ocalan kirin.
AMED
Nobeta Edaletê ya ku bi pêşengtiya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtiyan re (TUAY-DER) li avahiya DEM Partiyê ya Navçeya Rezanê hatiye destpêkirin di roja 54’emîn de berdewam kir. Rêveberên Komeleya Lêkolinên Ziman u Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) û Enstituya Kurdî ya Amedê serdana nobetê kirin.
Rêveberên MED-DER’ê diyar kirin ku divê tecrîd ji cîhanê re bê ragihandin û got, “Em bawer dikin ku bi vê çalakiya dayikan wê tecrîda li ser girtiyên siyasî û Rêbertî were şikandin.” Xizmên girtiyan peyam dan ku ew ê têkoşîna ji bo azadiya Abdullah Ocalan bidomînin.
Çalakî bi dirûşmên “Girtiyên siyasî rûmeta me ne” û “Bijî berxwedana zindanan” berdewam kir.
MÊRSÎN
Nobeta Edaletê ya ku li Mêrsînê bi Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çukurovayê (Çukurova TUAY-DER) li avahiya komeleyê di roja 55’an de berdewam kir. Dayikên Aştiyê, parlamentera DEM Partiyê ya Mêrsînê Perîhan Koca û gelek welatiyan serdana nobetê kirin. Dayika Aştiyê Şemsa Acar a di çalakiyê de axivî, wiha got: “Em ji bo ku Serokê me azad bibe û tecrîd li ser giriyan rabe 55 roj in li vir rûdinin. Heta ku em hebin, em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”
MÊRDÎN
Xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê li avahiya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Mêrdînê bi daxwaza azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û ji pirsgirêka kurd re çareserî Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin. Gelek kesan serdana nobetê kirin. Beşdarvanan bi kesên nobetê digirin re stran gotin.
LI ENQEREYÊ GREVA BIRÇÎBÛNÊ DIDOME
Greva birçîbûnê ya li Rêxistina Partiya DEM Partî ya Enqereyê bi şîara “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” hatiye destpêkirin di roja xwe ya 3’emîn de didome. Rêveberên rêxistina navçeya Mamak û Etîmesgutê çalakiya îro jî berdewam kirin. Dayikên Aştiyê, Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û endamên Însiyatîfa Xwendekarên Demokratîk (DEM-Ûnî) beşdarî çalakiyê bûn.
Tulay Hatîmogullari çalakiyên greva birçîbûnê silav kir û got, “Tecrîda li ser Birêz Ocalan divê demildest bê rakirin, beriya ku rewşa girtîgehan giran bibe avêtina gavên çareseriyê daxwaza me hemûyan e.”
Tulay Hatimogullari bal kişand ser grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatiye destpêkirin û wiha pêde çû: “Em nizanin ev grevên birçîbûnê yên ku wê heta 15’ê Sibatê bi awayekî din bidomin, wê piştre jî bidomin. “Lê belê em di wê baweriyê de ne ku encamên siyasî yên vê berxwedana girîng û dîrokî ya ku ji aliyê rehîneyên siyasî ve hat destpêkirin, beriya ku greva birçîbûnê ya li hundir veguhere rewşeke giran, wê ji bo tevahiya civakê bi fêde be.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Tulay Hatimogullari da zanîn ku ev 40 sal in şer û pevçûn hene û ji ber vê yekê di çareseriya pirsgirêka Kurd de ti pêşketin çênebûye û wiha domand: “Îro ne tenê gelê Kurd, hemû gelên Tirkiyeyê berdêlên giran ên çaresernekirinê didin. pirsgirêka Kurd bi rêbazên aştiyane û demokratîk. “Em hemû dibînin ku yek ji sedemên xizaniya giran a ku îro em dijîn, israra di şer de ye, berhema vê siyaseta tarî û xerab e ku dewletan ji bo parastina hêza xwe bi taybet pirsgirêka Kurd dimeşînin.”
Tulay Hatimogulları wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em di wê baweriyê de ne ku em ê hemû bi hev re bi ser bikevin. Berxwedana ku îro dayikan nîşan didin, êşên wan, israra wan a aştiyê û daxwazên wan ên têkildarî Birêz Ocalan pir bi wate û girîng in. Wek Partiya DEM; Ev daxwaz ji destpêkê ve daxwazên me bûn û em di wê baweriyê de ne ku em ê bi hev re vê yekê pêk bînin. Em ji we re serkeftinê dixwazin, em ê bi hev re bi ser bikevin. Diruşmeya bi navê ‘Îmralî navnîşana çareseriyê ye’ hat nivîsandin, sloganek pir watedar e. Divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û beriya ku rewşa girtîgehan xerab bibe ev daxwaza me ew e ku gavên çareseriyê bên avêtin.”