Swêd wek welatên din ên Skandînavyayê, ji ber cihê xwe yê coxrafî yê li bakur, bi zivistanên dirêj û tarî, rojên kurt û şevên dirêj re rûbirû ye. Lê belê, ev meha kanûnê li Stockholmê bi awayekî awarte tarî, mijdar û bi ewre.
Li gorî Enstîtuya Meteorolojî û Hîdrolojiyê ya Swêdê (SMHI), heke ev rewş wiha berdewam bike, dibe ku bajar ji sala 1934’an û vir ve meha kanûnê ya herî tarî derbas bike.
Meteorolog Viktor Bergman ji AFP’ê re axivî û diyar kir ku mercên hewayê yên bi ewr ên demdirêj, dema dîtina rojê bi awayekî cidî kêm kiriye.
Di meha kanûnê de dema asayî ya tavê nêzî 33 saetan e, lê îsal ev dem hema hema qet tune ye. Li Stockholmê nebûna berfê jî hesta tariyê zêdetir dike.
Her çend di rojên pêş de dibetiya vekirina hewayê hebe jî, Bergman dibêje ji bo Noelê “tabloyek baş xûya nake”. Ev rewş hêviyên “Noela Spî” li bajêr qels dike.

