Bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk re yek ji kesayetên ku dixwaze li ser xaka xwe jiyaneke nû ava bike Abdulkerîm Yildiz e. Piştî ku gundê wan gundê Birikê yê navçeya Bismil a Amedê di 23’ê Mijdara 1993’an de hate şewitandin, Yildiz neçar ma koçî navenda bajêr bike û ji wê rojê ve nikare li gundê xwe vegere. Yekane daxwaza Yildiz jî avakirina jiyaneke nû li gundê xwe ye.
Yildiz anî ziman ku li gundê wan ê ji aliyê leşkeran ve hate şewitandan, 30 sal in kevir li ser kevir nehatiye hiştin û diyar kir ku hem ji ber zextên siyasî hem jî ji ber nebûna derfetan nekarî biçe gundê xwe. Yildiz ragihand ku bi pêvajoya aştiyê re rêya çûyîna gund vebûye û got, “Ew roj her tim li ber çavê min e. Em nikarin bîra xwe jê bibin, lê belê ji bo başkirinê divê em xwedî li aştiyê derkevin.”
Li gorî lêkolînên serbixwe û rêxistinên mafên mirovan li Kurdistanê di salên 1990’î de zêdeyî 800 gund û zêdeyî 2 hezar gundik bi rengekî fermî hatin valakirin. Li gorî raporên qadê û ne fermî jî ji 2 hezar û 500 heta 4 hezar gundî bi temamî ji holê hatin rakirin. Di vê pêvajoyê de herî kêm 350-380 hezar kes neçar man koç bikin. Vê yekê bi rengekî neyekser bandor li milyonek heta bi sê milyon mirovî kir.
Abdulkerîm Yildiz jî li gel malbata xwe yek ji bi hezaran mirovan e ku bi salan e nikare vegerge gundê xwe. Hem ji ber zextên siyasî, hem nebûna derfetên madî hem jî tinebûna rêya gund Yildiz nikare vegere gundê xwe û nikare mala xwe li gund ava bike. Yildiz ragihand ku ji sala 1993’an û vir ve kes nekarî vegere gund û gund vala ma.
Yildiz destnîşan kir ku bi pêvajoya aştiyê re hêviya wan a jinûve jiyanê ya li gund zêde bû û ragihand ku tenê bi aştiyê dikarin êşa rabirdûyê bi dawî bikin.
Yildiz got, “Yekane daxwaza me ew e ku ev pêvajo bi aştiyê bi encam bibe.”
Yildiz axaftina xwe bi vî rengî dewam kir: “Di dema şewitandina gundê me de Abdulkadîr Kûrt hate kuştin; Uzeyîr Kûrt bi rengekî kiryar nediyar hate windakirin. Ji hingî ve agahî jê nayê wergirtin. Piştî wê bûyerê em nekarîn biçin gund. Dema ku diçûn jî nekarîbûn ku zêde bimînin. Niha li gund ne malek, ne axurek heye. Ji wê rojê ve em hewl didin biçin. Li gundê me ne rê heye ne jî rewşeke me heye ku xanî çêbikin. Em dixwazin ev astengî ji holê bêne rakirin.”
Abdulkerîm Yildiz diyar kir ku weke mirovên bi zorê hatin koçberkirin ew piştgiriyê didin vê pêvajoyê û got, “Bila aştî ava bibe, derfet bêne afirandin ku em jî karibin biçin xaka xwe. Em li gundê xwe bin em ê sewalan xwedî bikin, her tiştî bikin. Em nekarî lê bimînin, lê bila zarokên me lê mezin bibin, li wir jiyanê ava bikin. Em dixwazin şopa wê hilweşînê ji holê rakin.”

