Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez bal kişand ku “mafê hêviyê” ji bo aştiya civakî sînorê herî krîtîk e. Îrmez destnîşan kir ku ev gav dê baweriya bi pêvajoyê xurt bike û ji bo aştî û demokratîkbûnê zemîna herî bi hêz ava bike.
Piştî komkujiya li Helebê qewimî, bûyerên dawî û şerê li derdora Tişrînê wê bêne şopandin.
Çalakiyên şermezarkirinê yên li Îranê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
Li Fransayê serokên komên meclîsê yên sê partiyên siyasî û nûnerên Komar Kar a Kurd nameyek ji Macron re nivîsîn û diyar kirin ku bûyerên li Helebê diqewimin ‘sûcê şer e’ û ji Fransayê xwestin ku li nava YE û NY’ê bi lez bikeve nava hewldanan.
Mele Şevket Çakir anî ziman ku berpirsyarê esasî yê êrişên li Helebê Tirkiye ye û got, armanca operasyona li ser taxên Kurdan ên li Helebê tinekirina destketiyên Kurdan e.
Rojnamevan Dogan Cîhan ragihand ku êrişên li ser taxên Kurdan ên li Helebê bi plan û organîzeyî hatin kirin û destnîşan kir ku bi saya berxwedana dîrokî ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn komkujiya hatibû plankirin hate astengkirin.
Jinên ji Amedê diyar kirin ku li Rojava, Îran û Helebê êriş li jin û zarokan têne kirin û ev yek sûcê şer e. Jinan bang kirin ku dawî li bêdengiya raya giştî ya neteweyî û navneteweyî bê anîn.
Endama Koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Neam Bedel got, “Ya ku sala 2014’an bi serê Şengalê hatî bi serê taxên Helebê de jî anîn.”

