În, 16 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nivîskar û siyasetmedar Soydan Akay hat berdan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Besê Hozat: Azadiya Rêber Apo çareseriya meseleya Kurd e

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Bahar a Heftanînê: Sakîne Îmam – Bahar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cara duyemîn cezayê darvekirinê li Werîşe Muradî hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê piştgirî dan pêngava ‘Sêşema Na ji bo Darvekirinê”

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Nexweşxaneya Bajêr çalakî dewam e: Bila mafên me bên dayîn!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aqûbeta 5 Kurdên li Baneyê hatine girtin nayê zanîn 

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çalakiya nobetê ya li Mexmûrê bi biryardarî didome

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    KJAR: Rejîma Îranê tolê ji tevgera ‘Jin, Jiyan, Azadî’ distîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    YPJ: Êrîşa li dijî wêneyên şehîdan, êrîşa li dijî jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kongra Star nerazîbûn nîşanî provokasyonên li Hesekê da: Rêveberiya Şamê berpirsyar e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şerê li Rojhilata Navîn dibe ku 11,7 milyon jin û zarokan birçî bihêle

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Jin, Edalet û Bîrê di hefteya 2’yemîn de ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tevgera Jinên Kurd beşdarî Kombûna Jinan a Navneteweyî ya li Arjantînê bûn

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Di Fûara Pirtûkan a Frankfûrtê de wêjeya Kurd û hişê çandî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xelata Wêjeyê ya Nobelê ji Anne Carson re hate dayin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê şaredarî ji bo şano û çanda Kurd derfetan biafirîne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Êrîşkarê wêneyên şehîdan hate binçavkirin
Karayilan: Eger têkildarî Rêber Apo biryareke nû neyê dayin wê pêvajo nemeşe
DAÎŞ’ê car din li Hewîce êrîş kir
Li Hesekê êrîşa çekdarî: 3 kes birîndar bûn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > ‘Bi polîtîkaya yek ol, yek nasname êriş li gelên Sûriyeyê tê kirin’
Rojane

‘Bi polîtîkaya yek ol, yek nasname êriş li gelên Sûriyeyê tê kirin’

Aktîvîst Kader Ûzûn bal kişand ser polîtîkayên komkujiyê yên HTŞ'ê yên li hemberî Elewî, Kurd û Durziyan û got, "Feraseta yek ziman, yek ol, yek artêş û yek nasname mejiyekî faşîzan e. Ev mejî dixwaze hem Kurdan hem jî Elewiyan tine bike."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 15. Çile 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

HTŞ a bi serkêşiya Colanî ku piştî hilweşîna rejîma Esad li Sûriyeyê li ser desthilatdariyê hate danîn, êrişên xwe yên li ser hindikahiyan zêde dike. Ev êrişên ku li dijî Elewî û Durziyan destpê kirin, herî dawî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, dewam kirin.

Aktîvîsta Komeleyên Elewiyan a Demokratîk (DAD) Kader Ûzûn anî ziman ku ev polîtîkaya komkujiyê ya li dijî nasnameyên cuda bi rêk û pêk dewam dike û li Rojhilata Navîn gel roj bi roj ji hev têne cudakirin, ferzkirinên olî zêde dibin. Kader Ûzûn ragihand ku polîtîkayên li herêmê têne meşandin li derveyî mirovahiyê ne û diyar kir ku di serî de Kurd, Elewî, Durzî û hemû gelên bindest divê têkoşîneke hevpar bimeşînin.

Kader Ûzûn destnîşan kir ku pêvajoya heyî binpêkirina mafên bingehîn ên jiyanê ye û got, “Di pêvajoya jinûve dîzaynkirina Rojhilata Navîn de netewe dewletên global û herêmî li hev kom dibin û bi mejiyekî barbar nexşeyan xêz dikin. Li ser van maseyan polîtîkayên welê têne hilberandin ku Kurdan tine dihesibînin û dixwazin wan tine bikin.”

‘KOMKUJIYÊN TÊNE KIRIN PIRSGIRÊKA HEVPAR A HEMÛ GELAN E’

Kader Ûzûn got, polîtîkayên ku netewe dewlet bi taybetî li cografya Rojhilata Navîn û Kurdistanê dimeşînin li ser bingeha berjewendiyan e, ev pêvajo bi komkujiyan tê meşandin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Ev êrişên li ser gelê Kurd, Elewî, Durzî û gelên din ên bindest li derveyî mirovahiyê ne. Ev rewş berpirsyariya dîrokî ya her mirovên xwedî wijdan e ku nikare bêdeng bimîne. Ev mesele ne tenê ya Kurdan e, pirsgirêka hevpar a hemû gelên herêmê ye. Ne tenê qedereke Kurdan e. Bûyerên ku diqewimin pêwendiya xwe bi pêvajoya mêtingehkirina Rojhilata Navîn ji aliyê sîstema kapîtalîst û polîtîkayên sînorên çêkirî yên netewe dewletan heye. Hewl tê dayin ku ev tablo bi rêya feraseteke barbar a weke mejiyê DAÎŞ’ê li herêmê bi cih bê anîn. Yekane rêya rawestandina vê pêvajoyê jî afirandina xeta têkoşîna hevpar a gelan e.”

‘EM NEÇAR IN KU BIBIN HÊMAN ESASÎ YA TÊKOŞÎNÊ’

Kader Ûzûn bi bîr xist ku gelê Kurd bi salan e berxwedaneke bi rûmet dimeşîne û got, “Komkujiyên li hemberî Elewî û Durziyan wijdanê mirovahiyê birîndar kir. Divê em ne tenê piştevaniyê bikin, her wiha em neçar in ku bibin hêmana esasî ya vê têkoşînê. Em ji bûyerên diqewimin şerm dikin, pê diêşin. Li hemberî van komkujiyan û projeyên dewleta yekperest a li Rojhilata Navîn tê ferzkirin, divê sekneke hevpar bê nîşandan.”

‘YEK OL, YEK ZILMAN LI HERÊMÊ TÊ FERZKIRIN’

Kader Ûzûn ragihand ku hewl tê dayin li herêmê avaniyên yek ol, yek netewe û yek al bêne avakirin û got, “Feraseta yek ziman, yek ol, yek artêş û yek nasname mejiyekî faşîzan e. Bi vî mejî tê xwestin hem Kurd hem jî Elewî bêne tinekirin. Halbûkî Rojhilata Navîn ji aliyê dîrokî ve herêmke cihêreng e. Gelên herêmê berdêla wê canê xwe jî be li hemberî van ferzkirinan li ber xwe didin. Ji ber ku bi yekperestiyê, bi faşîzm û zordariyê paşerojek nikare bê avakirin.”

Kader Ûzûn bal kişand ser girîngiya avakirina xeteke têkoşînê ya hevpar a Elewî, Kurd û Durziyan û destnîşan kir ku heta koordînasyoneke yekbûyî neyê avakirin ev tundî nikare bê şikandin.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Girtiya nexweş Besra Erol bi hinceta cezayê dîsîplînê dernexistin pêşiya desteyê
Nûçeya Pişt re Çeteyan li Dêr Hafirê kargeh û milkên sivîlan hedef girt
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Başûrê Kurdistanê êrişa bi droneyan a li ser qada petrolê

Hêzên Ewlekariyê yên Herêma Kurdistanê ragihandin ku bi du droneyên bombebarkirî êrîş li ser qadeke…

Ji aliyê Stêrk TV

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê û YNK’ê bi dawî bû

Hevdîtina Heyeta Îmraliyê ya bi Lîderê YNK'ê Bafil Talabanî û Alîkarê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Bayhan: Komîsyon divê bibe platformeke nîşandana pêvajoyê

Îskender Bayhan ê ji EMEP’ê destnîşan kir ku divê komîsyon bibe platformek ku sedemên heyî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Dayika Hediye: Kurê min partîzan bû

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Karabûlût: Sendîkayên heyî nikarin mafên endamên xwe jî biparêzin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 16’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Berteka li dijî veguhestina peykerê Selahedînê Kurdî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?