Şandeya Başûrê Kurdistanê ku ji serokê Tevgera Helwest a Nîştîmanî ya Kurdistanê û parlamenter Elî Hemê Salih Taha, parlamenter Bedel Ebdulbaqî Berwarî û endamên Tevgera Helwest Mihemed Ebdurehman Yunis, Mihemed Ebdurehman, Ebdulsemet Selam Ebdulla, Arî Bedel Ebdulbaqî, Zeman Xelîl Îbrahîm pêk tê, 25’ê Çileyê derbasî Rojavayê Kurdistanê bûn. Şandeyê li bajarê Qamişloyê serdana partiyên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê kir û civînek bi partiyan re çêkir, serdana Heyva Sor a Kurd kir û alîkariya dermanan pêşkêş kir. Şandeyê serdana Meclisa Koçberên Efrîn-Şehbayê kir û li nav koçberan geriya. Her wiha serdana Pakrewangeha Şehîd Delîl Sarûxan a li bajarê Qamişloyê kir.
Şandeyê îro serdana Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) kir. Hevserokê PYD’ê Xerîb Hiso pêşwaziya şandeyê kir. Şandeyê li ber avahiya PYD’ê daxuyaniyek da çapemeniyê.
Xerîb Hiso bixêrhatina şandeyê kir û got: “Me bi şandeyê re şer û pevçûnên li Sûriyeyê, helwesta gelê û yekîtiya Kurd nîqaş kir.”
Li ser navê şandeyê Serokê Tevgera Helwest a Nîştîmanî ya Kurdistanê û Parlamenter Elî Hemê Salih Taha axivî.
Elî Hemê Salih Taha wiha got: “Em çend roja li welatê xwe Rojava ne, li nava kes û karên xwe ne. Me bi hevalên xwe re hinek goftogo kirin. Em dixwazin hinek xalên girîng bînin ziman. Ev şer dozek netewî ye. Ji derveyî hewldana dagirkeriya xaka Kurdan tiştek din nîne. Tişta ku êşê dide me dît ku em ne tenê li hemberî artêşekî sazûmanî şer nakin, em li hemberî komek hêzên bê serûber, bi karanîna ol ji bo qetilkirina gel, bi karanîna ol ji bo dizîna malê gel, ji bo koçberkirina gel in. Ji destpêka şer heta niha ku ji Helebê dest pê kir zêdetirî 2 hezar kes winda ne, ev sûcekî pir mezin e. Gelek malbat hene ku di dema koçberbûnê de zarok û jin girtine kuştine û avêtine nava av û baxçeyan. Ev nîşanî me dike ku kes nava napejirîne. Heta niha tu bajarên Kurdan ketiye destê van hêzan. Ya çêbûyî xwe ji cihên ku piranî Ereb kişandin e. Ji bo ku şerek di navbera Kurd-Ereb de çênebe xwe kişandin.
‘DIVÊ EM ÇÎROKÊN GELÊ ROJAVA NÎŞANÎ CÎHANÊ BIKIN’
Ya herî girîng ew e ku helwestên li dijî êrişan bidomin. Ji bo em hemû bi hev re parastineke navdewletî ava bikin ji bo erdnîgariya em jêre dibêjin Kurdistan. Her mala li Rojava qala helwesta gelê Kurd dike. Divê em bidomînin. Pir girînge ku Kurdên li Amerîkayê li ber avahiya Kongres çalakiyên girseyî li dar bixin. Divê çîrokên kuştina Kurd, serjêkirinê, koçberkirinê bêjin cîhanê. Divê windakirina gel ji cîhanê re bê gotin.
‘DEMA WELAT BIKEVE METIRSIYÊ DIVÊ EM HEMÛ YEK BIN’
Dibe ku em li Başûr muxalefet bin, lê dema welat dikeve metirsiyê divê em hemû yekdeng bin. Li dijî dagirkerî û yên dixwazin axa Kurdistan dagir bike bibin yek. Me dît ku armanca vê hêzê ne tenê Rojava ye. Bawer bikin ku eger ev serkevin li Rojava nasekinin. Armanca wan Başûr e, Iraq e û armanca wan mezintir e. Ji bo wê divê Iraq û Herêma Kurdistanê vê baş fêm bikin ku fêm kirine jî. Azadkirina DAIŞ’iyan û hewldana zindîkirina wan, êrişên li ser gelê Kurd, ew bi kîn difikirin ku Kurdan ew kirine girtîgehê. Ev pir xeternak e, divê dewletê navnetewî li ser raweste. Xala dawî ev e, divê em tevayî rêyên dîplomasiyê bixin tevgerê. Bi taybet li Ewropa û Amerîka.
Ya din jî hejariyek mezin li vir heye, gelek zarok birçîne û bê şîr in. Pêwîstiyek mezin bi derman û bijîşkî heye, bi xwarinê heye. Girînge ku alîkarî bidomin. Çi li Başûr an jî derveyî welat.
Serkeftin ji bo Kurd û Kurdistanê. Gelek ku bi hezaran sal dîroka xwe hebe, bawer bikin ku bi hêzeke bêserûber têk naçe.”
Ne diyar e şande kengî vegere Başûr.

