Hevseroka GOÇÎZDER’ê Kamîle Kandal diyar kir ku ji destpêka şerê Sûriyeyê ve bi mîlyonan mirov bi darê zorê hatine koçberkirin û di demên dawî de êrîşên rêveberiya HTŞ’ê yên bi taybetî li ser herêmên Kurdan pêlên nû yên koçberiyê û krîza mirovahiyê ava kirine.
Kamile Kandal got ku mirovên ku berê ji Efrînê neçar mane koç bikin, vê carê ji ber êrîşên li derdorê Kobanê û Hesekê careke din hatine koçberkirin, ji gundan ber bi navendên bajaran ve koça navxweyî ya giran çêbûye. Kandal diyar kir ku bi astengkirina alîkariyên mirovî re krîzeke alîkariyê ya giran li herêmê derketiye holê. Lê belê gelê ku li herêmên Kurdan dijî, li şûna ku biçin derveyî sînor, tercîh dike ku li ser axa xwe bimîne; Kandal ev yek wek nîşana iradeya xurt a gelê Kurd a li dijî koçberkirinê bi nav kir.
‘ÊRÎŞÊN LI SER HERÊMÊN KURDAN PÊLEKE NÛ YA KOÇBERIYÊ Û KRÎZEKE MIROVÎ YA GIRAN ÇÊKIR’
Kamile Kandal diyar kir ku di şerê Sûriyeyê de zêdetirî şeş mîlyon mirov di hundirê welat de neçar mane koç bikin û wiha got:
“Ji herêmekê ber bi herêmeke din, ji bajarekî ber bi bajarekî din koçberiyek domdar hebû. Piştî bidawîbûna rejîma Esed û hatina HTŞ û hikûmeta Şamê, êrîşên taybetî li ser herêmên Kurdan destpê kirin. Êrîş û komkujî li ser Elewî û Dûrzîyan jî çêbûn.
Dema êrîş li ser herêmên Kurdan destpê kirin, pêleke nû ya koçberiyê derket holê. Yên ku berê ji Efrînê çûbûn Reqa û Tebqa, vê carê dîsa neçar man cih biguherînin. Bi taybetî ji gundên derdorê Kobanê ber bi bajêr, ji gundên derdorê Hesekê ber bi navenda bajêr ve koçberiyeke giran çêdibe. Ev rewş bi zêdebûna nifûsê re krîzeke mirovî ya giran tîne. Li Kobanê elektrîk tune, av tune, sotemenî tune. Em baş dizanin ku ev bi êrîşên HTŞ’ê yên li ser Bendava Tişrînê ve girêdayî ye.
Niha krîzeke mirovî û krîzeke alîkariyê ya eşkere heye. Ji aliyekê ve hewcedariyên lezgîn ên mirovan hene, ji aliyê din ve astengkirina van alîkariyan heye.”
‘BERTEKÊN ASTA CÎHANÎ GAV PAŞ DE DA AVÊTIN’
Kamile Kandal got ku krîza mirovî ya li Sûriyeyê kûr dibe êdî ne pirsgirêkek herêmî ye, bersivdana hevpar a Kurdan li cihên cuda bandorê li hevsengiyên qadê dike û wiha dewam kir:
“Ev krîza mirovî gihîştiye cîhanê. Bi taybetî li Tirkiyeyê, Ewropayê û Amerîkayê ev yek pir deng veda. Kurd li hember metirsiya muhtemel rabûn ser piyan. Li Başûrê Kurdistanê, li Tirkiyeyê û li Ewropayê mirov li qadan bûn. Ev bersivdana girseyî li ser hikûmeta Şamê û saziyên navnetewî zext çêkir û bû sedema paşvekişînê.
Di xalê gihîştî de duh lihevkirineke hate kirin. Em ji vê yekê hêvîdar in. Lê belê pêkanîna vê lihevkirinê pir girîng e. Wekî din me berê jî şahidî kir ku êrîşên nû destpê kirin. Ji bo saziyên ku li qada koçberiyê dixebitin, ji ber zehmetiyên mirovên koçber em ji nêz ve vê pêvajoyê dişopînin. Ji ber vê yekê hêviyên me û daxwazên me mezin in.”
‘LIHEVKIRIN JI BO PÊŞEROJA PÊVAJOYÊ DIYARKER E’
Kamile Kandal diyar kir ku krîza mirovî ya li herêmê ne tenê pirsgirêka ewlehiyê ye, bûye pirsgirêka mafê jiyanê ya bingehîn û girtina deriyên sînor krîzê kûrtir dike:
“Hem ji bo gihîştina av û elektrîkê hem jî ji bo alîkariyên mirovî divê deriyên sînor bên vekirin. Em bawer dikin ku bi vê lihevkirinê re pirsgirêkên elektrîk û avê bên çareserkirin. Lê belê heta deriyên sînor girtî bin, di gihîştina xwarinê de pirsgirêkên pir mezin dê hebin. Tiştên ku Saziya Mafên Mirovan a Sûriye, Neteweyên Yekbûyî, rojnamevanên li herêmê û aktorên siyasî jî nîşan didin krîzeke mirovî ya giran heye. Divê ev rewş were derbaskirin. Berpirsiyariya herî mezin li ser me ye; ev sînorê me ye û herêmên ku Kurd lê dijîn.
Em ji hemû saziyên ku li vê qadê dixebitin piştgiriyê dixwazin; em jî hewl didin beşdar bibin. Ji partiyên siyasî yên li Tirkiyeyê, ji DEM Partiyê heya Rojava şande çûn; têkiliyên di asta serokatiya giştî û parlamenteran de hatin kirin. Li Hewlêrê civîn hatin kirin, malbata Barzanî jî tevlî bûn. Ev gavên pir bi qîmet û watedar in. Em bawer dikin ku lihevkirina di navbera QSD û HTŞ’ê de ji bo paşeroja pêvajoyê diyarker e.”
‘BÊYÎ MÛRŞÎTPINAR VEBE KRÎZA MIROVÎ NAYÊ DERBASKIRIN’
Kamile Kandal bi bîr xist ku ev pêvajo berê jî têk çûye, ji ber vê yekê bi baldarî tevdigerin pêwîste, lê krîza mirovî gihîştiye astekê ku êdî nayê paşxistin:
“Lê tedbîrên me jî hene. Ji ber ku me dît ku ev pêvajo têk diçe. Ji ber vê yekê em ne tenê zehmetiyên mirovên bi darê zorê koçberbûyî, komkujî û binpêkirinên mafên mirovan, îşkence û girtinan radigihînin; îro divê em krîza mirovî, krîza xwarin û dermanê jî ragihînin.
Em bang li Tirkiyeyê û welatên din dikin. Bi taybetî divê deriyên sînor, bi sereke Mûrşîtpinar were vekirin. Mirov dixwazin ji vir alîkariyê bikin, tiştan bişînin. Hestiyariya mirovî heye; lê dewlet wê deriyê venake. Divê di demeke herî kurt de were vekirin.
Bi rastî mirovên li wir hewcedarê alîkariyê ne; nikarin bigihîjin derman, xwarin, ard û gelek pêdiviyên bingehîn. Duho tirên ku ji Pirsûsê dihatin şandin hatin vegerandin. Mixabin em van tiştan dişopînin û temaşe dikin. Drameke mirovahiyê ya dilşewat tê jiyîn.
Em bawer dikin ku ev yek dê were çareserkirin. Ji ber ku em êdî vê wek pirsgirêka herêmeke biçûk nabînin. Ev li ber çavên cîhanê tê jiyîn. Cîhan dorpêça li Kobanê, êrîşên li derdorê Hesekê, êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê temaşe dike. Ji ber vê yekê em difikirin ku zexta navnetewî ya ji bo çareseriyê çêbûye û ev piştgirî pir watedar e. Lê bêguman irade û berxwedana mirovên li wir herî girîng e.”
‘KURD DI ŞERTÊN ŞER DE JÎ ÎRADEYA LI SER AXA XWE MAYÎNÊ NÎŞAN DIDIN’
Kamile Kandal di şertên şer de jî tevgera koçberiyê ya li herêmên Kurdan nirxand û diyar kir ku di pêvajoya êrîşên dawî de iradeyeke berxwedanê ya balkêş derketiye holê:
“Divê ez vê yekê bi taybetî bibêjim: Di şerê Sûriyeyê de nêzî pênc mîlyon Suriyeyî hatin Tirkiyeyê. Hin vegeriyan, hin man. Me li ser vê mijarê gelek xebat kir, lêkolîn kir, binpêkirinên mafên mirovan ronî kir û protesto birêxistin kir.
Lê di pêvajoya şerê dawî de rewşeke pir girîng heye ku bala me dikişîne. Tevî zêdebûna tundiya şer jî ji herêmên Kurdan koçberiyeke girseyî ya derveyî sînor çênebû. Bi piranî koça navxweyî, ji bajêr ber bi bajêr, ji herêmekê ber bi herêmeke din çêbû. Ev jî nîşan dide ku mirov îradeya xwe ya li ser axa xwe mayînê nîşan didin. Ev pir girîng e. Kurd di şertên şer de jî îradeya xwe ya li ser welat û warê xwe mayînê nîşanî cîhanê dan. Em vê yekê pir girîng dibînin.
Lê peywira me, saziyan, kesên hestiyar, partiyên siyasî û rayagiştî ya navnetewî ev e ku em xwedî li vê iradeyê derkevin, piştgiriyê bidin û ji bo rakirina astengiyên li pêşiya alîkariyên mirovî berpirsiyariyê bigirin.”

