Duh li paytexta Pakistan, Îslamabadê di dema nimêja înê de li mizgefteke Şîayan teqînek mezin çêbû, di encamê bi dehan kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn.
Çeteyên DAÎŞ’ê bi daxuyaniyekê êrîşa li mizgefta Şîayan girt ser xwe.
Di daxuyaniya polîsên Pakistanê ya li AFP’ê de, hate diyarkirin ku di encama teqînê de 31 kesan jiyana xwe ji dest dan û 170 kes birîndar bûn.

