– Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
– Êrîşên çeteyên HTŞ’ê yên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê li ser bajarên Rojava û pêşketinên têkildar wê werin şopandin.
– Çalakiyên ku li Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê li dijî êrîşên li Rojava hatine kirin wê werin şopandin.
– Elsa Wong a ku bi pêşengiya Însiyatîfa Karavana Gelan ji bo piştgiriya Kobanê ya ku di bin dorpêça çeteyên cîhadî de ye çû Pirsûsê, got: “Divê em li dijî pergala nû ya cîhanê ya hov ji bo modelek alternatif a berxwedana bi pêşengiya jinan a li Rojava bibin ronahî.”
– Hevseroka Heyva Sor a Kurd Hediye Abdullah bal kişand ser wê yekê ku li Qamişlo nêzî 12 hezar malbatên ku bi darê zorê koçber bûne hene. Abdullah diyar kir ku heke ji bo van malbatan çareseriyek neyê dîtin, dê di demên pêş de rîskên cidî yên tenduristiyê derkevin holê.
– Koordînatora SAMER’ê Yuksel Genç diyar kir ku yekîtiya netewî ya ku di pêvajoya Rojava de ava bûye, ji nû ve têşe dide pêvajoya li Tirkiyeyê û gel êdî bûye kirdeyeke çalak a pêvajoyê.
– Wênesazê gerîla Ararat Ferzat Sema ya ku di bin banê Akademiya Şehîd Sefkan de xebatên xwe dimeşîne, bi îlhamgirtina ji berxwedanên li Rojava û Rojhilatê Kurdistanê çar tabloyên cuda amade kirin.
– Serpîl Unal a ji Meclîsa ÎSÎG’ê destnîşan kir ku gava herî girîng a ji bo pêşîgirtina li kuştinên kar birêxistinbûn e û her wiha teqezî li ser hewcedariya guhertineke pergalî ya bingehîn kir.
– Kooperatîfa Jinan a Rawestayê ya ku xizmên girtiyan bi hev re bi piştevaniyê ava kirine, hîm ji bo xizaniya jinan hîm jî ji bo pirsgirêkên ku malbatên girtiyan pê re rû bi rû dimînin dixwaze bi hilberînê bibe çareserî.

