Rayedarên xwecihî diyar kirin ku roja Pêncşemê cenazeyên 21 kesî hatiye dîtin. Li ser sedema qezayê agahî bi dest neket. Rayedaran ragihandin ku lêgerîna li kesên winda dewam dike.
Li gorî daxuyaniyê, ekştî li nêzî bajarê Shendi ku bi 200 kîlometreyî li bakurê paytexta Hartumê ye, sefera navbera gundên Tayba el-Hawad û Deim el-Karai dikir.
Şahidên ku ji AFP’ê re axivîn diyar kirin ku li ser keştiyê 30 kes hebûn. Tora Doktorên Sûdanê (SDN) ragihand ku 6 kes hatin rizgarkirin.
Li Sûdanê ji ber şeê ku sê sal in dewam dike, binesazî têk çûye.
Di Tîrmeha 2024’an de nêzî 20 kesên hewl didan ji şer birevin, li Çemê Nîlê yê li eyaleta Sennarê di qezaya keştiyê de jiyana xwe ji dest dabûn.
Ji Nîsana 2023’an û vir ve artêşa Sûdanê û Hêza Piştevaniya Lezgîn ku hêzeke paramîlîter e, şer diqewime. Ji hingî ve rê girtî ne û xizmetên cemaweriyê asteng bûne.

