Di demên dawî de mijarên mîna girêdana nafaqeyê bi dema zewacê re, sepandina nafaqeya bidem û avakirina “fona nafaqeyê” ji aliyê dewletê ve dîsa ketin rojeva rayagiştî. Her çend di qanûnên heyî de ji bo sînorkirina nafaqeya xizaniyê tu rêzikname tune bin jî, nîqaşên di vî warî de bi giranî li ser rîska xizaniyê ya piştî hevberdanê têne kirin.
Parêzer Fatma Hopikoglu anî ziman ku armanca nafaqeyê piştgiriya aborî ya ji bo aliyê ku ji ber hevberdanê xizan dibe ye. Hopikoglu destnîşan kir ku heke tenê dema zewacê wekî esas were girtin, dê keda jinan a bêheqdest, qutbûna wan a ji kariyera wan û neheviyên di jiyana xebatê de werin tinehesibandin. Li gorî Hopikoglu, nîqaşên li ser “mêrên mexdur” û nafaqeya bidem, rîska xizaniya jinan zêde dikin û di heman demê de rê li ber tundiyê jî vedikin.
Hopikoglu di nirxandina xwe de wiha got: “Niha li welatê me sepandina nafaqeya bidem an jî ya li gorî dema zewacê tune ye. Heta ku daxwaz û razîbûna aliyan tune be, mafê dadger ê teqdîrê jî tune ye. Berî her tiştî divê mirov fêm bike ka nafaqe çima tê dayîn. Heke nafaqe bi dema zewacê ve were girêdan, dê jin ji aliyê sosyolojik û aborî ve werin tinehesibandin. Jin jixwe bi pirsgirêkên giran ên mîna tundî, xizanî û newekheviyê re rû bi rû ne. Sînorkirina nafaqeyê dê di hin rewşan de tundiyê zêdetir bike û bibe rewşeke xeternak.”
Her wiha Hopikoglu bal kişand ser rewşa jinan a di nava zewacê de û got: “Li welatê me pir caran rê li ber xebata jinan tê girtin; jin lênêrîna zarokan an jî ya kesên din ên li malê digirin ser xwe. Di rewşa nafaqeya bidem de, ji ber wekhevnebûna di warê kariyer û xebatê de, dê jin hîn bêtir xizan bibin û wekhevnebûna navbera kesan kûrtir bibe. Her wiha, jineke ku dizane piştî hevberdanê dê bikeve nava xizaniyeke mutleq, dibe ku ji hevberdanê dev berde û serê xwe li ber jiyana heyî bitewîne.
Heta niha derbarê avakirina fona nafaqeyê de xebat hatibin kirin jî, hîn rêziknameyeke berbiçav tune ye. Yanî, pergaleke ku dewlet rasterast deynê nafaqeyê yê deyndar bigire ser xwe, tune ye. Heke rêziknameyeke wiha were çêkirin, ev tê wateya veguhastina berpirsyariyê bo qada giştî. Hingê deyndarê nafaqeyê, bi zanabûna ku “dewlet jixwe dide”, dê nafaqeyê nede.
Di xala 2’yemîn a Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de tê gotin ku Tirkiye dewleteke hiqûqê ya civakî ye. Di vê çarçoveyê de dewlet piştgiriya aborî dide hemwelatiyên feqîr, lê dayîna deynê nafaqeyê ne di nav van piştgiriyan de ye. Heke dewlet deynê nafaqeyê bide, dibe ku çarçoveya bernameyên din ên alîkariya civakî yên ji bo jin û zarokan teng bibe. Ev yek dê bibe sedema kêmkirina berpirsyariya deyndar û ne girtina berpirsyariya encamên hevberdanê. Lê belê, heke dewlet pêşî nafaqeyê bide jinê û piştre ji deyndar (mêr) bistîne, ev dikare pirsgirêka tehsîlatê çareser bike.
Di xala 175’emîn a Zagona Medenî ya Tirk (TMK) de tê gotin: ‘Aliyê ku ji ber hevberdanê dikeve nava xizaniyê, bi şertê ku sûcê wî girantir nebe, dikare ji aliyê din bi rêjeya hêza wî ya aborî nafaqeyê bixwaze.’ Yanî di qanûnê de cudahiya zayendî tune ye.
Belavkirina gotina “mêrên mexdur”, zexta psîkolojîk a li ser jinan zêde dike û rê li ber tundiyê vedike. Nafaqe, bandorê li mafên bingehîn ên mîna tenduristî, perwerde û stargeha jin û zarokan dike. Mixabin, ji ber ku piraniya kesên nafaqeyê digirin jin in, ev yek nîşan dide ku aliyê ku xizan dibe jin e. Heta ku jin û mêr ji aliyê aborî ve neyên wekhevkirin, dê daxwaza nafaqeyeke adil û domdar berdewam bike.
Çima nîqaşên mîna “nafaqeya bêdem” tên kirin, lê şertên rakirina nafaqeyê nayên axaftin?
Bi salan e bi gotina “mêrên mexdur” û “nafaqeya heta mirinê” tê xwestin ku berpirsyariya mêran a piştî hevberdanê were rakirin. Tê îdîakirin ku mêr nikarin jiyaneke nû ava bikin, lê pirsgirêkên aborî û statuya civakî ya jinan nayên axaftin.
Di Zagona Medenî de nehatiye gotin ku nafaqeya xizaniyê dê heta mirinê be; şertên guhertin û rakirina wê jî hatine diyarkirin. Li gorî qanûnê; heke aliyê nafaqeyê digire dîsa bizewice an yek ji aliyan bimre, nafaqe bixweber diqede. Her wiha, heke kesê nafaqeyê digire mîna ku zewicî be bi kesekî re bijî, xizaniya wî ji holê rabe an jiyaneke bêrûmet bimeşîne, bi biryara dadgehê nafaqe tê rakirin.
Ji ber vê yekê, gotinên mîna “nafaqeya bêdawî û nayê rakirin” ne rast in. Li şûna van nîqaşan, divê xebat werin kirin ku jin ji aliyê aborî û civakî ve bigihîjin wekheviyê. Mafê nafaqeyê ji bo jin û zarokan jiyanî ye û ev êrîşên li ser nafaqeyê, rasterast destwerdana li mafên jinan e. Divê di her qadê de rastiya qanûnê û girîngiya nafaqeyê were bîranîn.

