Salek di ser “Banga Civaka Demokratîk û Aşitiyê” ya Rêber Apo de ku di 27’ê Sibata 2025’an de kiribû, derbas bû. Her çend di vê demê de hêviyên gel bi awayekî şênber nehatibin pêşvazîkirin jî, gelê Kurd tevî her tiştî dev ji gotina “aşitî” berneda. Hawirdora şer a ku bi salan berdewam dike bi hezaran çîrokan di nav xwe de dihewîne; jin, zarok û ciwanên ku şahidên van çîrokan in, ji bo serkeftina vê pêvajoyê têkoşîna xwe didomînin. Tevî windahiyên xwe, şînên xwe yên taloqkirî, hestiyên ku nehatine dîtin û hesreta heskiriyên xwe, bi gotina “Ji bo siberojeke azad” daxwaza aştiyê dikin. Yek ji van navan jî Dayika Aşitiyê Kudret Eryilmaz (66) e ku di pêvajoya şer de du zarokên xwe winda kirine û bi têkoşînê karibûye cenazeyên wan werbigire.
Kudret Eryilmaz a ku kurekî xwe di sala 2014’an de di berxwedana Kobanê de û keçeke xwe jî di sala 2019’an de di pevçûnên li Mûşê de winda kir, nêzî panzdeh salan e li gel Dayikên Aşitiyê têkoşîna aştiyê dide. Kudret Eryilmaz a ku bi wesiyeta kurê xwe yê jiyana xwe ji dest dayî bi salan e di aştiyê de israr dike, di vê pêvajoyê de ji bo girtina cenazeyên kur û keça xwe bi mehan li bendê ma.
Kudret Eryilmaz a ku piştî windakirina zarokên xwe jî têkoşîna xwe domand, bal kişand ser wê yekê ku pêvajoya piştî banga 27’ê Sibatê dest pê kiriye di berpirsyariya her kesî de ye û got, “Divê her kes destê xwe bixe bin kevir.”
‘ÇÎROKA ME HEMÛYAN WEKE HEV E’
Kudret Eryilmaz got: “Kurê min beriya li Kobanê jiyana xwe ji dest bide ji min re got, ‘Ji bo jiyaneke azad têbikoşe’. Min jî li pey wî bêyî ku bibêjim çiya, kevir an rê, gotina aştiyê domand. Min wê demê bi destên xwe cenazeyê kurê xwe veşart; lê min nizanibû ku yê wî ye. Piştî çend rojan bi testa me kirî, em hîn bûn ku cenaze yê me ye. Piştî wê, cenazeyê keça min jî bi awayekî perçekirî nîşanî me dan. Min keça xwe ji neynûk û diranên wê nas kir. Tevî ku min nas kir jî cenaze nedan me. Piştî çar mehan me karibû cenaze ji cihê ku lê hatibû veşartin bigirin.”
‘HER TIŞT JI BO JIYANAKE AZAD E’
Kudret Eryilmaz diyar kir ku ev rewşa ku ew tê de ye çîroka her kesî ye û tevî van êşan jî têkoşîna xwe didomînin û wiha axivî: “Ez ji bo ku ev zilm û zext bi dawî bibe, aşitî li ser van axan serwer bibe û zarok jiyaneke azad bimeşînin ketim vê rêyê. Bi vê ramanê tu der, tu çiya nema ku ez neçûmê. Em beşdarî çalakiyên mertalên zindî bûn, em çûn hemû gundan. Li ku derê aştî pêwîst bûya em li wir bûn. Dîsa di dema çalakiyên greva birçîbûnê ya li girtîgehan de, me her roj çalakî dikirin; rojeke ku em nehatin derbkirin û îşkencekirin tune bû. Me çi dixwest? Me tenê digot ’em şewitîn, bila kesên din neşewitin’.”
‘TU ZEHMETI BI ME NIKARIBA BIDA GOTIN, ‘AMAN’’
Kudret Eryilmaz diyar kir ku di dema vê têkoşînê de herî kêm bîst caran ketiye rêya Enqereyê û ev daxwaza xwe li Enqereyê jî qêriye û wiha got: “Rojên ku em di mehekê de sê caran diçûn Enqereyê jî hebûn. Hinek kesan ji me re digot, ‘Hûn qet nawestin, dê heta kengî bidome?’. Di wê baweriyê de bûn ku rêya em diçin ji bo me zehmet û dûr e. Lê ya ji bo me zehmet ew e ku em li malê rûnên û tu tiştî nekin. Ji ber wê, ne rêyên ku em çûn ne jî îşkenceyên ku em pê re rû bi rû man, me nedan sekinandin. Me xwest nirxa aşitiyê hem li vir hem jî li Enqereyê ji her kesî re vebêjin. Her carê ku em diketin rê, me ne li nexweşî, ne li birçîbûn û ne jî li zehmetiyan dinêrî. Ev hewildan ne tenê ji bo me, ji bo her kesî bû.”
‘DIVÊ HER KES DESTÊ XWE BIXE BIN KEVIR’
Kudret Eryilmaz, piştî ewqas êşên hatine kişandin bang kir ku xwedî li pêvajoya hatiye destpêkirin derkevin û xebatê bimeşînin, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî:
“Ev pêvajo ne tenê ya kesekî yan aliyekî ye; pêvajoya her kesî ye. Divê her kes bi vê girîngiyê xwedî li vê pêvajoyê derkeve. Em naxwazin canê tu kesî biêşe. Tu êş û şîn ji ya din ne cuda ye. Em tevî cenazeyên ku di pakêtan de radestî me hatine kirin û tevî vê hovîtiyê, dîsa jî dibêjin aşitî. Ji derveyî me divê her kes destê xwe bixe bin kevir û bixebite.
Canekî me heye; bila ew jî qurbana aşitiya ku were avakirin be. Em dixwazin zarok û neviyên me li ser vê axê bi azadî nefesê bistînin. Ev pêvajo, ne pêvajoya rûniştina li malê ye. Divê her kesê ku dibêje aşitî ji cihekî bigire. Şer ne çareserî ye.”

