Pêncşem, 1 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Leşkeran êrîşî Goristana Şehîd Binevş a li Çiyayê Gabarê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partî bang kir ku rêz li îradeya Mêrsînê bê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrsînê û 58 kesên din hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meral Daniş Beştaş: Pêvajo dimeşe, lê belê kêmasî nehatine çareserkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Psîkolog Kaya: Aştî tenê bi ragihandinê pêk nayê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya xwemalî û nasnameyan aştiya feraseta dewleteke demokratîk e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Meclîsa Jinan a DEM Partiyê: Bila mirina Rojîn Kabaîş bê ronîkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye
Kurdistan

Gerîlayên HPG Û YJA Starê: Azadiya Rêber Apo azadiya civakê ye

Bi boneya salvegera 15’ê Sibatê komploya navneteweyî gerîlayên HPG û YJA Starê anîn ziman ku li gel azadiya fîzîkî ya Rêber Apo wê gel jî azad bibe û ronahî bigihîje dilê her kesî.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Sibat 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Gerîlaya YJA Starê Evîndar Zagros û gerîlayê HPG’ê  Şerzan Hawar anîn ziman ku ew ê têkoşîna xwe mezintir bikin û azadiya Rêber Apo misoger bikin. Gerîlayan bi wesîleya salvegera 27’emîn a komploya 15’ê Sibatê ev nirxandin kirin:

Evîndar Zagros: Wekî tê zanîn 15’ê Sibatê ji bo me û ji bo gelê cîhanê weke rojekî reş tê dîtin. Ev roj ji bo me rojekî bi lanet e. Dîlgirtina Rêber Apo ji bo me qutbûna ji gerdûnê ye. Em wek şagirtin Rêber Apo rexnedayîna xwe dikin û vê rojê lanet dikin. Em ê têkoşîna xwe xurtir bikin ku bikaribin di pêşerojê de zêdetir gavên dijmin vala der bixin. Di vê têkoşînê de roja îro berxwedaniya gelê Kurd û yekitiya gelê Kurd bi ked û berxwedaniyeke pir mezin a Rêber Apo ji dijmin re îradeyekî pir xurt nîşan da. Heman demê da nîşan ku gelê Kurd ne bi tenê ye xwedî Rêberekî mezin e. Rêberekî dibe ku wekî fîzîkî dîl hatibe girtin lê belê di warê mêjî û ruhî de Rêber Apo di dilê herkesî de ye. Rêber Apo her tim li gel me ye. Di nava dil û mêjiyê me de ye. Em biçin ku derê jî em li ku derê Rêber Apo bixwînin, her tim di her kêliya jiyana me de bi me re ye. Îro em sekna gelê Kurd bi vî rengî dibînin. Li her çar parçeyên Kurdistanê yekitiya gelê Kurd ji bo me girîngiyekî pir mezin e. Berxwedaniya Rêber Apo nîşan da ku gelê Kurd ne bi tenê ye xwedî rêberekî wisa ye. Rêber Apo jî ne bi tenê ye bi milyonan gelê li cîhanê li kêleka Rêber Apo ne. Rêber Apo di cîhanê de mirovê herî azad e. Em ê ti caran Rêber Apo di nava çar dîwaran de nehêlin. Em wekî şagirt û milîtanên Rêber Apo çi zorî û zehmetî hebe têkoşînekî çawa ji me bê xwestin jî em di her astê de xwe amade dikin. Em di nava amadekariyek mezin de ne. Îro pêvajo ji me siyaset bixwaze em ji bo sîyasetê amade ne û  ji me şer bixwaze em ji bo şer jî amade ne. Ya herî girîng ji bo me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Îro mafê hêviyê dikeve dewrê lê dewlet qebûl nakin ku azadiya Rêber Apo pêk were. Ji ber ku dizanin ku Rêber Apo xwedî hêzekî çawa ye. Ger Rêber Apo azad bibe wê pergala wan tune bibe. Wê heqîqet derkeve holê û ronahî bigihîje civakê. Li ser vê esasê dijmin îro hemû hewldanên xwe dide ku Rêber Apo neyê azadkirin û her tim dîl bimîne. Em dibêjin ku her çiqasî Rêber Apo dîl hatibe girtin jî roja îro di hemû cîhanê de her kesek fikrên Rêber Apo dixwîne û her kesek vê ronahiyê di dilê xwe de hîs dike. Hîs dike ku azadiya wî tenê bi azadiya Rêber Apo ve misoger dibe. Em jî weke gerîlayên YJA Starê li ser van çiyayan têkoşînekê didin meşandin. Erk û misyonê ku ji me tê xwestin bi taybetî wekî jin em ê pêşengtiya vê bikin. Em di ferqa tiştê ku Rêber Apo ji me dixwaze de ne. Bi taybetî ji bo tevahiya jinên cîhanê Rêber Apo erkên mezin dide pêşiya wan. Rêber Apo ji bo pêşengtiya jinan û azadiya wan li Îmraliyê 27 salan bi kedeke mezin berxwedaniyek da meşandin. Banga me ji bo hemû jinên cîhanê ye ku vê yekê bibînin, Rêber Apo bixwînin, zêdetir Rêber APO nas bikin û azadiya xwe li gel Rêber Apo bibînin. Em vê roja reş carek din lanet dikin û em dibêjin ku wê di sala pêşiya me de azadiya Rêber Apo misoger bibe.’’

Şerzan Hawar: Hemû şehîdên ku ji bo Rêber Apo xwe kirin xelekek ji agir bi hurmet bi bîr tînin û bejna xwe li hemberî bîranîna wan ditewînin. Armanca kmploya ku di şexsê Rêber Apo de pêk hat, avakirina herêmeke bi aloz bû. Yên ku fikr û felsefeya Rêber Apo ji xwe re asteng dîtin, hêzên komploger bûn. Di serî de Emerîka û Îsraîl, bi dehan dewletên din di nava komploya navneteweyî de rolek sereke lîstin. Lê bi sekn û berxwedana Rêber Apo û şehîdan ev komplo vala hate derxistin. Nehiştin ev komplo bigihîje armanca xwe. Lê belê pergala komployê heta roja me ya îroyîn jî bi rengekî cuda berdewam dike. 27 sal bi ser komployê de derbas bûn û derbasî sala 28’emîn dibe. Li hemberî êrîş û komploya ku berdewam dike, têkoşîn û berxwedan jî bê eman berdewam dike û gur dibe. Her diçe mezin dibe û belavê cîhanê dibe. Bi taybetî ev demên dawî Rêber Apo bi gava xwe ya Aşitî û Civaka Demokratîk derketineke mezin kir. Wek pêngaveke dîrokî belavê cîhanê bû. Têkoşîn her ku çû bi vê pêngavê re bi hêz bû. Em di wê baweriyê de ne ku heta têkoşîna me berdewam bike, ev pêngav wê mezintir bibe û bigihîje armanca xwe. Bi vê helwestê em dikarin vala derxin. Li ser vî esasî heta azadiya Rêber Apo em ê têbikoşîn û berxwedanê mezin bikin. Em carekî din bi wesileya 15’ê Sibatê hemû şehîdên şoreşê bi bîr tînim û soza azadiya Kurdîstanê didin. Bîjî Rêber Apo, bimire komplogerî.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Fransa: Kurd divê weke hevalbendê di rêza yekemîn de bimîne
Nûçeya Pişt re Ji Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê banga ji bo ‘Murşîtpinar’ê
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê dewam bikin

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 25’ê Mijdarê didomin. Li Şehbayê bi sedan mêr li…

Ji aliyê Stêrk TV

Komên çekdar ên rûgirtî êrîşî gundên Tertûsê kirin

Çekdarên rûgirtî, li gundên gundên Sehil Ekar ê Tertûsê bi motorsilklêt û erebeyên bêplake bi…

Ji aliyê Stêrk TV

‘Me bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jiyaneke azad ava kir!’

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê dewam kirin.…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Elver li ber dirûşman hate veşartin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê bombe li kampa Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê barand

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

‘Hevkarê ku hate cezakirin, berpirsê qetilkirina 4 gerîllayan bû’

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?