Tevî ku Fermandariya Giştî ya QSD’ê daxuyandibû ku ew ê ji Dêr Hafir a li rojavayê Firatê vekişin, komên ser bi Hikumeta Demkî ya Şamê ku dewleta Tirk piştgiriya wan dike di 18’ê Çileyê 2026’an de êrîşî Dêr Hafirê kirin. Ev êrîşên ku bi fermandariya dewleta Tirk û bi piştgiriya teknîkî dest pê kirin, di demeke kurt de li herêmên Tebqa, Reqa, Dêrazor û Hesekê belav bûn.
Piraniya xelkê Kobanê debara xwe bi çandinî, sondajên bîrên avê û xwedîkirina sewalan dikin. Kobanê ku xwedî gundewarekî fireh e, di warê navenda bajêr de cihê nîştecîhbûnê piçûk e û binesaziya wê li gorî nifûseke sînorkirî ye. Lê belê ji ber dorpêça 30 rojan a komên ser bi hikumeta demkî ya Şamê yên bi piştgiriya dewleta Tirk, bi hezaran gundiyên ku ji êrîşan reviyan, neçar man xwe bispêrin navenda bajarê Kobanê. Her wiha ji kampên penaberan ên li Tebqa, Reqa, Eyn Îsa û Girê Sipî jî gelek kes hatin Kobanê. Piraniya penaberan di dibistanan, dikanên vala û hinek jî di nav wesayîtên xwe de jiyana xwe didomînin. Bi taybetî di mijara germkirinê, spartinê û pêdiviyên bingehîn ên jiyanê de zehmetiyên giran tên kişandin.
MUZEXANEYA KOBANÊ BÛYE STARGEH
Niha li bajarê Kobanê li gorî agahiyên Desteya Kar û barê Civakî, zêdeyî 200 hezar koçber ber bi navenda bajarê Kobanê ve hatin e. Ew koçber li 70’ê navendên cuda yên weke Camî, Eywanên Şahiyan, Dibistan, Zanîngeh û li nava Muzexaneya Kobanê ya ku Kobaniyan weke bîranînekê ji berxwedaniya Kobanê hiştiye, dimînin. Hemû xanî bi erdê re bûne yek. Hin koçber neçar mane careke din berê xwe bidin wê Muzeya ku şervanên wê li wir terora DAÎŞ têk bir û niha careke din ji gelê wê re bûye stargeh.
Di heman demê de jî rewşa wan koçberan ji ber tinebûna av, kehrebe û pêdiviyên jiyanê di tahlûkeyê de ye, ji ber vexwarina ava ji bîran, gelek ji zarokên koçber bi jehrê ketine. Ji wan koçberan ku tenê karîbûne jiyana xwe ji wan çeteyan xilas bikin, heta bi livîna ku têde razin jî tune ye. Lê gelê li Kobanê bi hev re bûn alîkar û karibûn hin pêdiviyên sereke ji wan koçberan re bîn in, lê ew jî bi tiştên sereke û yên gelekî kêm.
Ji ber sermê jî rewşa wan koçberan xirabe. Koçberên ku di dibistanan û eywanên mezin de, ji ber sermaya zivistanê ya ku îsal sermayeke gelekî dijwar bû, rewşa wan xirabe. Ji ber qutbûna avê û ji ber barîna berfê, koçber neçar diman ku wê berfê bihilînin û ava wê berfê bihilîn in û vexwin. Lê ji ber pêviyên jiyanê, nebûna avê û rewşa kirîtîk bi taybet bi hatina meha Remezanê re, rewşa koçberan gelekî di tahlûkeyê de ye.
Hevserokê Encûmena Cîbcîkar a Kantona Firatê Ferhan Hec Îsa têkildarî rewşa dawî û dorpêçê ji ANF’ê re axivî. Hec Îsa anî ziman ku rewş her diçe krîtîk dibe û got: “Kobanê di nava krîzeke giran de ye, ji hemû aliyan de Kobanê dorpêçkirî ye û hemû pêdiviyên jiyanê li ser Kobanê qut bûne. Bi dehan gund û bajarên cuda, qeflê koçberan berê xwe dan navenda bajarê Kobanê. Di heman demê de jî kehrebe, av, înternet û hemû pêdiviyên din hatine qutkirin. Ruxmî ku piştî hewldanên Desteya Enerjiyê, kehrebe beşî derbasî bajarê Kobanê bû ew jî bi saetên dirêj qutkirî ye. Kehrebe gihîşt stasyonên avê û av jî derbasî bajarê Kobanê dibe. Lê ew nayê wê wateya ku dorpêç li ser Kobanê rabûye.
Em di nava pirsgirêkan de jiyan dikin, pêdiviyên ku derbasî bajarê Kobanê dibin di riyên ne rewa û qaçax re derbas dibin. Ew pêdiviyên ku derbasî bajar dibin, ji aliyê bendên qontrolê yên çeteyan re, bi miqdarên mezin pere ji wan tên girtin. Ew sebze û pêdiviyên ku derbas dibin jî bi miqdarên biha tên firotin.”
Ferhan bal kişand ser madeya sotemeniyê û anî ziman ku 22 sîtêrên mazotê derbasî bajarê Kobanê bûn, beşekî mezin ji saziyên weke nexweşxane, firne û aşan re ji bo ku nesekine hatin belavkirin. Ferhan got, yê mayî jî li gorî hejmara gel dê her malekê 13 lître mazot bigihîşta, lê wan ji her malê re 25 lître diyar kir. Ferhan diyar kir ku di demên pêş de bi hewldanan dê mazotê careke din ji gel re demê ku rê vebe, bê belavkirin.
DI MEHA REMEZANÊ DE HEMÛ PÊDIVÎ LI SER KOBANÊ HATINE BIRÎN
Ferhan di dawiya axaftina xwe de got, “Şermeke ku heta niha Kobanê di nava dorpêçeke gelekî giran de ye. Ev hikumet êdî sûcdar e ku heta niha Kobanê di nava dorpêçê de ye, em bang li aliyê peywendîdar dikin ku demildest vê dorpêçê rake, da ku pêdiviyê jiyanê derbasî bajarê Kobanê bibin û divê ev kiryar bên rawestandin. Meha Remezanê li pêşiya me ye ku ew jî hemû pêdivî niha li ser Kobanê qut bûne, dê çawa gel bikaribe rojiyê bigire, hemû pêdivî qut bûne.”
REWŞA NEXWEŞXANEYAN
Li bajarê Kobanê 6 nexweşxane hene, ji wan 2 taybet in, heta niha rêjeya nexweşiyan her diçe zêdetir dibe. Li bajarê Kobanê heta niha ji her 6 nexweşxaneyan hejmara nexweşxên giran gihîştin e 9 hezar û 51’an, lê hejmara bi giştî tê payîn ku ji 30 hezar kesî zêdetir e. di heman demê de jî li nexweşxaneyan şûştina gûrçikan ku ji wan rewşa 17 kesan di tahlûkeyê de ne ku di mehekê de 8 caran tên gurçikên xwe dişûn. Lê ji ber kêmbûna dermanan rewşa wan 17 nexweşan di xeteriyê de ye, heta niha bi qasî 136 carî nexweşên gurçikan, gurçikên xwe şûştine. Lê ji ber ku hin nexweş li gundan in, rewşa wan a gihîştina bajarê Kobanê û ji ber kêmbûna mazotê, nexweş nikarin ber bi bajar ve werin jî.
Di heman demê de jî nexweşxaneya Miştenûrê ku bi hezaran gel serlêdanê lê dikin, beşên xwe yên weke, odeya jin, şekir, tansiyon, beşa zarokan û piştgiriya pîskolojîk hene. Di wir de hemû nexweşên vî beşî berê xwe didin nexweşxaneya Miştenûrê û li wir nexweş xwe derman dikin. Lê ji ber dorpêçê, jiyana bi hezaran ji nexweşên şekir, tansiyon û dil di xeteriyeke gelekî mezin de ne, ji ber ku êdî li hemû dermanxane û nexweşxaneyan derman ber bi dawiyê ve diçe û rewşa nexweşan jî di tahlûkeyê de ye. Lê krîza mazotê jî dewam dike. Weke ku tê zanîn nexweşxane di nava 24 saetan de xizmetê ji gel re dike. Lê ji ber nebûna mazotî jî, dê jenarator jî ji xizmetê derbikevin.
REWŞA FIRNEYAN LI KOBANÊ
Li Kobanê du firne û li gundên Kobanê jî sê firne hene. Di firneya li Kobanê de rojane tenê ji 27-30 hezar repteyên nan ji gelê Kobanê re dipêjin. Rojane jî bi qasî 4 ton mazot, li firneyan ji bo 2 jenaratoran dabeş kirin e. Bi qasî 100 karmend di firneyê de kar dikin. Rojane bi qasî 24 hezar ton ard ji firneyê re hatine dabeşkirin. Li gorî ku rêveberiya firneyê ji me re ragihandî ku ger rewş wiha dewam bike dê heta hefteyeke din, firne deriyên xwe bigre.
REWŞA PERWERDEYÊ
Li ser asta kantona Firatê 72 hezar xwendekar hene, ji wan seretayî, navîn û amadeyî ne. Niha ji mafê perwerdeyê bêpar in. Ji ber ku him dorpêç û him jî hemû dibistan li bajêr ne şagirt, lê koçber di nava xwe de dihewîne. Li kantona Firatê bi giştî 572 dibistan hene ku di nava xwe de Eyn Îsa, Sirîn, Qinê, Şêran û Çelebiyê dihewand hebûn û bi qasî 4 hezar û 190 karmend jî hebûn.
Di nava dibistanên Kantona Firatê de her du zimanên sereke yên weke Erebî û Kurdî esas bûn, her xwendekarek bi zimanê xwe yê dayîkê perwerde dibûn. Li herêmên ku zimanê dayîka wan Erebî bû, bi zimanê xwe yê dayîkê yê Erebî dixwendin û yên ku zimanê xwe yên Kurdî bûn jî bi zimanê xwe yê dayîkê bi meteryala Desteya Perwerdeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwendin.
Werza yekem a sala xwendinê di 15’ê Çileyê de bi dawî bû û dihat plankirin ku wê di 25’ê Çileyê de jî dest pê bike, lê ji ber êrîşa li ser bajarê Kobanê û gundewarên wê, hemû xwendekar dûrî xwendinê bûn û dûrî perwerdeyê bûn. Niha li gelek dibistan û gundên girêdayî bajarê Kobanê ji ber pêla êrîşan jî xwendekar nikarin berê xwe bidin wir. Ji lewra li ser asta kantona Firatê 572 dibistan, 72 hezar xwendekar û 4 hezar û 190 karmendên desteya perwerde û fêrkirinê dûrî perwerdeyê ne, ew jî ji ber êrîşan. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantona Firatê diyar kir ku heta ku dorpêça li ser Kobanê neyê rakirin û di heman demê de jî lihevkirin negihêje serî û herêm aram nebe, ew ê deriyê dibistanan girtî bimîne û wê nikaribin dest bi perwerdeyê bikin.
QUTBÛNA PÊDIVIYÊN LI SER KOBANÊ
Li bajarê Kobanê ji roja destpêka dorpêçê û heta niha, hemû pêdiviyên jiyanê li ser bajar qut bûye, sebze jî qut bûye, lê bi riyên qaçax ên cuda, ku ew jî çeteyên HTŞ li serê her tirekê nêzî 1 hezar û 500 dolarê Emerîkî ji bazirgan distîne, ew pêdivî jî dema derbasî bajarê Kobanê dibin, bi miqarekî gelekî biha ji gel re tê firotin.
ISRARA GELÊ KOBANÊ YA BERXWEDANIYÊ
Li bajarê Kobanê jî israra berxwedaniyê dewam dike, ruxmî hemû dorpêçê jî ji 7 salî heta 90 salî parastina bajar û gundên xwe dikin, gelê Kobanê dibêjin ku ew ê heta dawiyê jî xwedî li vê axê derbikevin. Çawa ku zarokên wan ên weke Arîn, Gelhat û Zehreyan parastina vî bajarî kirin, ew ê jî parastina bajarê xwe bikin û heta dawiyê jî xwedî li vî bajarî derbikevin. Ew dibêjin ku çawa wan di 2015’an de serkeftin misoger kirin, dê careke din wê dîrokê dûbare bikin û bi ser bikevin.

