Li bajarokê Til Koçer ê gundewarê başûrê rojhilatê kantona Cizîrê di navbera malbata El Rekad û malbata El Senûsî yên ji qebîleya Şemer a Erebî de pevçûnek derket. Ev pevçûn li ser bîra petrolê ya li gundê Kerhûk û parzûngehên destpêkê û dizîna petrolê çêbû.
Li gorî agahiyên ku nûçegihanê wergirtine, nakokiya di navbera her du malbatan de veguherî pevçûnek çekdarî, 2 kes bi navên Mani El Serhan û Silêman El Senûsî hatin kuştin û 5 kes jî birîndar bûn, rakirin nexweşxaneya bajarê Şedadê.
Navên birîndaran jî wiha ne; Siûd El Senûsî, Heykel El Rekad, Elaa El Helîl, Mihemed Selman El Senûsî û Adil Silêman El Senûsî.
Di vê dawiyê de li herêmên hêzên hikumeta demkî ya Sûriyeyê kontrol kirine bûyerên tevliheviya ewlehî, krîz û nakokî zêde bûne, gelek bûyerên kuştin û revandinê hatine tomarkirin.

