Yekşem, 22 Sibat 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Li Girtîgeha Dumluyê bi hinceta lêgerînê ‘tacîz’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dosyayên ku kiryarên wan polîs in têne girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 22’Ê SIBATA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bila girtiyên nexweş bên berdan’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Antalyayê civîna gel

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Bê ziman jiyan nabe’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Kampa Çemmişko şewat derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ebûbekir Helednî: Berxwedana Rojava dengê Kurdan kir yek û komplo pûç kir!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jiyan Hisên: Em ê ti carî dest ji YPJ’ê bernedin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ’Êrîşên li ser ziman û çand ji êrîşên fîzîkî xeternaktir in’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Şengalê Roja Zimanê Dayikê ya Cîhanê bi zarokan re hat pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Jiyan Hisên: Em tu carî dev ji YPJ’ê bernadin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Fransayê ji bo 8’ê Adarê banga grevê: Ger jin rawestin wê jiyan raweste

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Uçar: Ocalan dema bang kir herî zêde bawerî bi jinan anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJK-E’yê bernameya çalakiyên 8’ê Adarê eşkere kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çîgdem Kiliçgun Ûçar ji bo 8’ê Adarê bang li hemû jinan kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Jinên Kurd ji bo civîna ‘yekîtiya neteweyî’ ya 2’yê Adarê bang kirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    KNK: Bikaranîn û pêşvebirina zimanê Kurdî erka mirovî û neteweyî ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Enstîtuya Lêkolînên Kurdî bang li her kesî kir ku xwedî li zimanê dayikê derkeve

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Parîsê şeva Rojava: Jin, Jiyan, Azadî li ser dikê deng veda

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dokûmantera ‘Vejîna Kurd’ bi sezona xwe ya duyemîn vedigere ser ekranan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakar: Ez bang li hunermendên cîhanê dikim ku xwedî li Şoreşa Rojava derkevin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Mizgefta Mezin a Parîsê ji bo civakên laîk rêbera Îslamê weşand

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Mamosteyên Rojhilat: Perwerdehiya bi zimanê dayikê mafekî demokratîk e
Plana metirsîdar a saeta sifirê û bahoza ewlehiyê ya li dijî Iraqê
Li Helebê bermahiyeke şer teqiya: Zarokek jiyana xwe ji dest da
Di êrîşekî çekdarî ya li Humsê de 2 ciwan hatin qetilkirin
DAÎŞ’ê êrîşa li Pakistanê girt ser xwe
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye!
Kurdistan

KCK: Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê pêwîstî bi rêxistinbûn û têkoşînê heye!

KCK'ê li ser rapora Komîsyona Meclîsê daxuyanî da û got, "Eger tê xwestin ku hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bîne divê gelê me, gelên me û hêzên demokrasiyê di mijara çerseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin."

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 22. Sibat 2026 Dema xwendinê: 19 dq.
Parvekirin

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê têkildarî rapora Komîsyona Meclîsê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi vî rengî ye:

Daxuyaniya KCK’ê bi vî rengî ye:

“Komîsyona Piştevaniya Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrasiyê ku di 5’ê Tebaxa 2025’an de hat avakirin, encama xebata xwe ya bi mehan weke rapor di 19’ê Sibata 2026’an de pêşkêşî raya giştî hat kirin. Ev rapor bi berfirehî tê nîqaş kirin. Ji ber ku rasterast bi Tevgera me ve eleqedar e, me hewce dît ku nêrînên xwe ya li ser raporê bi gelê xwe û raya giştî re parve bikin.

Lêgerîna Rêbertiya me, ya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê 33 sal in ku ji sala 1993’yan û vir ve dest pê kir, dewam dikin. Pêvajoya ku di dema serokkomariya Ozal de dest pê kir, îro gihiştiye qonaxeke nû. Nîqaş û muzakereyên li ser çareserkirina şer ku ev 33 sal in didome, di xalên çareserkirina pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de ezmûnên mezin hatine bidestxistin. Eşkereye ku Rêber Apo ji sala 1988’an bi hevpeyvîna xwe ya li gel M.Alî Birand û vir ve her tim ketiye nava hewldana çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê. Di her firsendê de ji bo çareseriya demokratîk bang kiriye û ji bo zemîna çareseriyê ava bike, gelek caran agirbest îlan kiriye. Helwesta Rêber Apo ya di vê mijarê de hem ji aliyê gelê me û hem jî ji aliyê raya giştî ya navxweyî û derve baş tê zanîn. Dewleta Tirk û hêzên siyasî jî rastiya vê helwesta Rêber Apo baş dizanin.

Di 22’yê Cotmeha 2024’an de Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî, di axaftina xwe ya li koma meclîsê bang li Rêber Apo kiribû. Bêguman ev bang bêyî agahiya Serokkomar Tayyîp Erdogan nehat kirin. Li hember vê Rêber Apo jî, diyar kir ku eger derfet jêre bê dayîn ew xwedî wê hêzêye ku pirsgirêka Kurd û pêvajoya têkoşînê ya berdewam bîne ser zemîneke siyasî û hiqûqî. Rêber Apo piştî hevdîtinên bi şandeya DEM Partiyê û rayedarên dewletê re, di 27’ê Sibatê de li Îmraliyê bi hebûna şandeya DEM Partiyê re banga Aştî û Civaka Demokratîk kir. Pervîn Bûldan û Ahmet Turk, ev bang li pêşberî bi sedan rojnamevanan, bi dengekî bilind xwendin. Rêber Apo ji demokratê şoreşger ê hêja Sirri Sureyya Onder re, got ku xalên ku di vê bangê de hatine behs kirin tenê bi bicihanîna şertên qanûnî û siyasî dikarin werin pêkanîn. Piştî xwendina daxuyaniyê Sirri Sureyya Onder jî van xalan bi raya giştî re parve kiribû.

PKK’ê kongreya xwe ya 12’emîn di navbera 5-7’ê Gulana 2025’an de kom kir, biryar da ku avaniya xwe ya rêxistinî fesix bike û têkoşîna çekdarî bi dawî bike. Ji bo xalên di Banga Aştî û Civaka Demokratîk a 27’ê Sibatê de pêk werin, biryar hate dayin ku divê Rêber Apo rolê werbigire.

Bi fesixkirina PKK’ê û rawestandina têkoşîna çekdarî re qonaxa bicihanîna pêwîstiyên siyasî û hiqûqî ya ji aliyê dewletê ve destpê kir.

Rêber Apo di demên bêşer û hevdîtinên bi dewletê re timî anî ziman ku divê meclîs bikeve dewrê. Pitşî Banga Aştî û Civaka Demokratîk destnîşan kir ku divê komîsyonek meclîsê bikeve bin barê pirsgirêka Kurd ku pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê ye. Di serî de DEM Partî û CHP partiyên din ên siyasî jî diyar kirin ku divê ev pirsgirêk bikeve rojeva meclîsê. Piştî ku raya giştî ya demokratîk ev daxwaz danî holê, tifaqa AKP-MHP’ê jî biryar da ku komîsyon bê avakirin.

Avabûna komîsyoneke berfireh a ji 51 kesî ku piraniya partiyên li binê sîwana meclîsê di nav de ye, ji bo dîroka Tirkiyeyê bû gaveke girîng. Jê re Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî hatibe gotin jî tê zanîn ku ev komîsyon bi esasî têkildarî pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên ji ber wê ava bûye. Rêber Apo, tevgera me û gelê me girîngieyek mezin dan vê komîsyonê. Ev yek ji aliyê raya giştî ya Tirkiyeyê ve tê zanîn. Lewma bendewariya ji vê komîsyonê bilind bû. Ji ber vê jî timî di rojevê de ma. Kêmasiyên xwe hebin jî di serî de serokên berê yênm meclîsê li gelek derdoran guhdarî kir. Piraniya kesên li wan hate guhdarîkirin jî di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de nêrînên xwe anîn ziman. Bi derengî û bi kêmasî jî be çû Îmraliyê û li Rêber Apo guhdarî kir. Rêber Apo ji komîsyonê re ragihand ku sedemên pirsgirêka Kurd divê li ser bingeha tifaq û xwişk û biratiya Kurd û Tirkan a dîrokî ji bo çareseriyê bê nirxandin û çareserî jî li ser bingeha naskirina mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd bi entegrasyona demokratîk be. Rêber Apo ji xwe timî destnîşan dike ku pirsgirêka Kurd divê bi entegrasyona demokratîk bê çareserkirin. Anî ziman ku ev yek jî bi destberdana ji înkarê, bi mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd û xwerêveberiya xwe dispêre demokrasiya xwecihî dikare pêk were. Gelê Kurd jî timî destnîşan kir ku ew li pey vê projeya çareseriyê ya Rêber Apo ye. Jİ ber vê jî her firsendê anî ziman ku Rêber Apo muzakerevanê sereke ye. Her kes zane ku em jî girêdayî îradeya Rêber Apo ne.

RAPOR XWEDÎ GELEK ŞAŞITIYÊN BINGEHÎN Û KÊMASIYAN E

Rapora komîsyonê ya piştî karê bi mehan hate eşkerekirin, xwedî gelek kêmasiyên bingehîn û şaştiyan e. Naveroka raporê ji ber van kêmasî û şaşitiyên bingehîn lawaz bûye. Bêguman ji ber nebûna demokrasiyê pirsgirêka Kurd bêçareserî maye. Ji xwe ji bo Kurd sûdê jê wernegirin û pêşî li çareseriya pirsgirêkê venebe, bi israr xwe ji demokratîkbûnê vegirtine. Di raporê de nav li pirsgirêka Kurd nayê kirin. Heta ku nav li vê pirsgirêkê neyê kirin çareseriya wê nepêkan e. Di raporê de tê gotin, çareseriya pirsgirêkê bi jiholêrakirina sedemên wê yên bingehîn ve girêdayî ye lê belê ev sedemên bingehîn û sedemên wê nayên danîn. Ya ku Tirkiye 100 sal in lê asê maye ev e. 100 sal in ne bi sedeman lê bi encaman mijûl dibe. Sedema 100 salî înkarkirina Kurdan e. Her çend tê gotin ku qaşo dest ji înkarê hatiye berdan jî ji aliyê hiqûqî û siyasî ve tê xwestin ku ev înkar dewam bike. Ji ber vê yekê di raporê de qala hebûn û pirsgirêka Kurdan nayê kirin. Lewma behskirina xwişk û biratiya Kurd û Tirkan ji aliyê civakî, çandî, siyasî û hiqûqî ve qîmeteke xwe nîne.

Ji bo pirsgirêka Kurd neyê gotin bi israr pirsgirêka terorê tê gotin. Tê gotin, çareseriya mayinde ya pirsgirêka terorê bi demokratîkbûnê dibe. Ya rast di raporê de tê qebûlkirin ku şer ji ber neçareseriya pirsgirêka Kurd e. Tê destnîşankirin ku heta niha bi feraseta ewlekariyê nêzî pirsgirêkê bûye. Tê gotin, bi vê nêzîkatiyê pirsgirêk nikare bê çareserkirin. Bi vî rengî li aliyê siyasî, çandî û civakî yên pirsgirêka Kurd mikur hatiye. Ev yek jî tê wateya qebûlnekirina hebûna Kurdan û neçareserkirina pirsgirêkên wan. Di raporê de qala hebûn û pirsgirêka Kurd nayê kirin, her tişt di çarçoveya terorîzmê de tê bicihkirin. Bi vî rengî feraset û polîtîkaya berê tê dewamkirin.

Di raporê de gelek caran qala demokratîkbûnê tê kirin. Bi vî rengî nebûna demokrasiyê weke çavkaniya pirsgirêkê tê qebûlkirin ku ev yek wê hebûn û mafên bingehîn ên Kurdan bide qebûlkirin. Gelo bêyî ku hebûn û pirsgirêka Kurd bê bilêvkirin û destnîşankirin demokratîkbûn wê çawa bibe? Gelo demokratîkbûn wê bêyî Kurdan bibe? Mantiqê raporê vê yekê diyar dike.

EM QEBÛL NAKIN KU MOHRA TERORÎZMÊ LI TEVGERA ME TÊ XISTIN

Li aliyê din pirsgirêka Kurd a ku 100 sal in dewam dike, têkoşîn, berxwedan û îtirazên gelê Kurd bi hêzên derve ve têne girêdan. Tevgera me ya azadiyê bi hêza gelê xwe li hemberî her cûre zor û zehmetiyan bi fedaîtî li ber xwe dide û 52 sal in têdikoşe. Dewleta Tirk jî dehan sal in rewşa xwe ya jeopolîtîk û endametiya NATO’yê bi kar tîne, bi vî rengî piştgiriyê ji hêzên derve werdigire û êrişî tevgera me ya azadiyê dike. Rêber Apo bi komployekê radestî Tirkiyeyê hate kirin ku Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE), Îsraîl û Îngilistanê serkêşî jê re kirin. Eger têkoşîna me ya azadiyê xwe nesparta hêza xwe û gelê xwe 52 salan nikarîbû dewam bikira. Ya rast, dewleta Tirk xwe dispêre hêzên derve, li gorî polîtîkaya hêzên derve û bi polîtîkaya li dijî tifaqa Tirk û Kurd a 1000 salî tevgeriya û kir ku pirsgirêk girantir bibin. Ji ber vê yekê jî gotina ku dibêjin, tevgera me ya azadiyê xwe dispêre hêzên derve ji bilî propagandaya şerê taybet û reşkirinê ya klasîk nayê ti wateyê.

Di nava me de jî li gel ku hin kesan bûyerên ku Rêber Apo û tevgera me qebûl nakin kiribin jî têkoşîna me weke yek ji têkoşînên azadiyê yên herî pak û bi rûmet cihê xwe di dîrokê de girt. Ji ber vê yekê em qebûl nakin ku mohra terorîzmê li tevgera me bê xistin. Bi deh hezaran mirov ji aliyê hêzên leşkerî, polîs û milîs ên dewletê ve hatin kuştin. Bêguman di şerê bi dehan salan de aliyan bi hezaran windahî dan. Rêber Apo gelek caran pêşniyar kir ku komîsyona lêkolînkirina heqîqetan bê avakirin, sûcên şer ên di dema şer de hatin kirin bê lêkolîn. Bi kurtasî rast nîne ku windahî ji yek alî ve bê nîşandan. Ji xwe em dibêjin ku şerek heye, encamên xwe giran e, lewma pirsgirêk êdî bi şer nikare bê çareserkirin.

Bi kurtasî têgeha terorîzmê ku di raporê de timî tê gotin, derbê li ruhê raporê dixe û rewşeke welê diafirîne ku sedemên esasî yên pirsgirêkê vedişêre. Mijareke din a cuda ye ku mirov neyîniyên şer dînin holê. Lê belê mijara ku komîsyon li ser disekine pirsgirêkên ji ber nenaskirina mafên bingehîn û hebûna Kurdan e. Pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê pirsgirêka Kurd e û girêdayî vê yekê pirsgirêka demokratîkbûnê ye. Dema ku pirsgirêk bi vî rengî bê nirxandin wê çareserî jî hêsan bibe. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku mirov li ser uslûp, rê û rêbaza ku çareseriya pirsgirêkê hêsan dike bisekine.

Di raporê de bi dehan caran têgeha demokratîkbûnê hatiye bikaranîn. Her wiha qala mafên bingehîn, maf û hiqûqê, azadiya fikrî û rêxistiniyê hatiye kirin. Destnîşankirina van têgehan bi şênberî radixe pêş çavan ku çavkaniya pirsgirêkê hêzên derve yan jî hinceta terorê ya hatiye bikaranîn nîne. Lewma eger naskirina mafên demokratîk ên bingehîn ên gelê Kurd ku cewhera pirsgirêkê ye û bicihkirina demokrasiyê wê çareseriya pirsgirêkê pêk bîne ku sedema avabûna komîsyonê ye. Wê hingî karibe bê gotin ku komîsyonê di çareseriya pirsgirêkê de rol wergirtiye.

WÊ TÊKOŞÎNA SIYASÎ YA DEMOKRATÎK A AZAD KARIBE BÊ KIRIN?

Mijareke din a ku di raporê de li ser hate rawestîn jî danîna çekan û vegera li Tirkiyeyê ye. Rêber Apo îradeya siyaseta demokratîk danî holê. Em dibêjin, jiyana me ya ji niha û pê ve ya siyasî û stratejiya me ya têkoşînê wê li ser bingeha siyaseta demokratîk be. Ji ber vê jî danîna çekan li ser bingeha azadiya siyaseta demokratîk hatiye nirxandin. Rêber Apo jî destnîşan kiriye ku dixwaze jiyana xwe ya siyasî bi meşandina siyaseta demokratîk dewam bike. Mijareke din a ku li Tirkiyeyê bi rengekî rast nehatiye nîqaşkirin û di rapora komîsyonê de bi rasteqînî nehatiye destnîşankirin ev e. Em kesayetên ji rêzê nînin. Gerîlayên rahiştine çekê jî ne ew kes in ku li vegera li malê difikirin. Gotina, dest ji çekê berdin û vegerin malê nêzîkatiyeke welê ye ku rûmetê dişikîne. Wê çekan dîne lê belê piştî wê, wê çi bibe? Feraseteke entegrasyona demokratîk, siyaseta demokratîk, paradîgmayeke Rêber Apo, modela wê ya rêxistinbûnê û rêbazeke wê ya kar heye. Li ser vê bingehê wê têkoşîna siyasî demokratîk a azad karibe bê kirin? Naxwe eger bi vî rengî nebe, çima bikeve nava atmosfereke heyî ya siyasî ku yên li Tirkiyeyê siyaseta demokratîk dikin û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd têkoşîna demokratîk dimeşînin sûcdar tê dîtin û girtin. Lewma danîna bi temamî ya çekan û vegera li Tirkiyeyê tenê li ser bingeha azadiya rêxistinbûn û fikrî, garantîkirina siyaseta demokratîk a bêyî astengiyê û destnîşankirina çareseriya pirsgirêka Kurd a bi entegrasyona demokratîk dibe.

Ferzkirina atmosfereke welê ya siyasî ku tasfiyekirina bi temamî li tevgera me ferz dike û azadiya siyaseta demokratîk lê nîne, dewamiya mejiyê berê ye. Ji ber vê jî gelekî girîng e ku gavên demokratîkbûnê yên ji entegrasyona demokratîk a çareseriya pirsgirêka Kurd bêne avêtin. Heta ku sedemên pirsgirêkê ji holê neyên rakirin, ti wateya gotina dest ji çekê berdin û bên, nîne. Eger bangeke ji bo siyaseta demokratîk a azad hebe, wê girîng be ku guhertinên qanûnî yên di rapora komîsyonê de qala wan hate kirin bi lez bi cih bê anîn. Me partî fesix kir, têkoşîna çekdarî danîn, pêwîstiyên vê bi cih anîn. Niha jî pêwîstî bi bicihanîna pêwîstiyên hiqûqî û siyasî yên pêşvebirina vê pêvajoyê heye.

DIVÊ RÊBER APO AZAD BIBE

Dema ku me kongreya 12’emîn li hev kom kir, biryara fesixkirinê da û têkoşîna çekdarî rawestand, me destnîşan kir ku pratîkkirina tiştên di Banga Aştî û Civaka Demokratîk de hatin gotin tenê ji aliyê Rêber Apo ve dikare bi cih bê anîn. Eger li gel saleke ku di ser banga 27’ê Sibatê re derbas bûye hîn pêşketin nebûye, sedema vê jî ew e ku Rêber Apo xwedî mercên azad ên karkirinê nîne. Muxatabê esasî yê mijara ku komîsyona meclîsê rapor amade kiriye Rêber Apo ye. Ji xwe dewletê bi gotin û daxuyaniyên xwe ev qebûl kiriye. Ji ber vê jî ji bo xalên ku di banga 27’ê Sibatê de bi temamî û rast bi cih bê anîn divê Rêber Apo azad bibe. Ji bo vê jî muxatabiya ku dewletê di pratîkê de qebûl kiriye divê bi fermî bê qebûlkirin û ji bo Rêber Apo karibe bi rola xwe rabe divê mercên azad ên karkirinê ji bo wî bêne afirandin. Heta ku ev neyê kirin, cidiyet û baweriya dewletê ya li ser mijara polîtîkaya çareseriyê wê timî bibe cihê pirsê. Eger Tirkiye li ser mijara rizgariya ji pirsgirêkan hemûyan û li ser bingeha xwişk û biratiya Tirk û Kurdan û bûyîna hêza xurt a li ser bingeha demokratîk li Rojhilata Navîn cidî û bi biryar be, wê demê divê Rêber Apo bi rengekî eşkere muxatab bibîne û derfetan biafirîne ku Rêber Apo karibe bi her kesî re hevdîtinê bike û biaxive.

Eger nayê xwestin ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk bi temamî bixitime û encamên erênî yên ku qala wan tê kirin bê bidestxistin, hingî afirandina mercên karkirinê yên azad ên Rêber Apo wezîfeyeke lezgîn e ku divê bê pêkanîn.

Çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna li Tirkiyeyê gelê Kurd û gelên li Tirkiyeyê hemûyan eleqedar dike. Gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê divê ji ber vê yekê bi berpirsyarî rabin. Ev pirsgirêkeke gelekî girîng e û divê ji însafa dewletê tenê û hewldanên Tevgera Azadiyê re neyê hiştin. Eger tê xwestin ku hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bîne divê gelê me, gelên me û hêzên demokrasiyê di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûnê de xwe bi rêxistin bikin û têbikoşin. Li her derê demokratîkbûn û çareseriya pirsgirêkên bingehîn bi têkoşînê bûye. Li ser vê bingehê di sala duyemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo de divê her kes xwedî li vê bangê derkeve, têkoşînê bilind bike û ji bo hewldanên Rêber Apo encamê bi xwe re bînin rola dikeve ser milê xwe bi cih bîne.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN BEHDÎNAN

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Ebûbekir Helednî: Berxwedana Rojava dengê Kurdan kir yek û komplo pûç kir!
Nûçeya Pişt re Li Kampa Çemmişko şewat derket
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Li Amedê wê 4’ê Çileyê mîtînga ‘Hêvî û azadiyê’ bê lidarxistin

Platforma Saziyên Demokratîk ragihand ku li Amedê 4'ê Çileyê wê bi dirûşma 'Hêvî û azadî'…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Serê me wê timî bilind be!

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser cezayên ku di Doza Kobanê…

Ji aliyê Stêrk TV

Li Stenbolê li ser rê ‘Pêşî Peya’ hat nivîsandin

Hevberdevkê HDK'ê Cengîz Çiçek û Parlamenterê DEM Partiyê Celal Firat, li Stenbolê li ser rê…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Artêşa Iraqê ket nava taxa Newrozê ya Kerkûkê

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Kampa Çemmişko şewat derket

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Ebûbekir Helednî: Berxwedana Rojava dengê Kurdan kir yek û komplo pûç kir!

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Jiyan Hisên: Em ê ti carî dest ji YPJ’ê bernedin

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?