Hevberdevka Têkiliyên Derve ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ebrû Gunay banga 27’ê Sibatê ku salek li pey xwe hişt û bûyerên piştî wê ji ANF’ê re nirxand.
Ebrû Gunay anî ziman ku dema ew li sala derbasbûyî dinihêre dibînin ku gelek bûyerên dîrokî qewimîn û got, “Bûyerên gelekî cidî qewimîn. Gava ku ji aliyê gavên hatin avêtin û sozên hatin dayin lê bi cih nehatin anîn dinirxînin, bû saleke ku li nava raya giştî hate axaftin. Taybetmendiya bingehîn a vê demê ev bû: Pirsgirêka Kurd ji her demê bêhtir li nava temamiya Tirkiyeyê û li xeta Tirk bi eşkere hate axaftin, nîqaşkirin û nirxandin. Ji vî alî ve banga 27’ê Sibatê kir ku asteke cidî bê derbaskirin. Bi ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ a Birêz Ocalan re hincetên hebûnê, sedema destpêkirinê û rewşa PKK’ê li nava raya giştî bi şênberî hate nîqaşkirin. Halbûkî berê çareseriya pirsgirêka Kurd, dînamîk, naverok û sedemên wê weke tabû bû. Di nava sala derbasbûyî de ev mesele ji her demê bêhtir hate nirxandin.
Bi dîtina min di nava vê demê de tevgera azadiyê ya Kurd û Birêz Ocalan gavên gelekî bi wêrekî avêtin. Îradeya esasî ya ku rê li ber nîqaşan vekir û zemîna avêtina gavên hîn xurt afirand, tevgera azadiyê ya Kurd bi xwe bû. Dema ku bang hate kirin, gelek kes ne li benda bangeke fesixkirinê ya eşkere bû. Di nava raya giştî de pirsên bi vî rengî hebûn; ‘Eger bang bê kirin gelo wê PKK bersiva vê bide yan na?’ Nêzîkatiyeke welê hebû ku weke ev gav wê neyê avêtin. Lê belê ti ji van bendewariyan pêk nehat. Birêz Ocalan bi nêzîkatiyeke dûrî jiberan got, divê PKK xwe fesix bike û destnîşan kir ku ev yek divê bi siyaseta demokratîk di çarçoveya avabûna mercên hiqûqî de bê nirxandin. Piştre PKK’ê kongreya xwe kom kir û eşkere kir ku xwe fesix kiriye. Bi vî rengî xaleke girîng hate derbaskirin. Li gel van bûyeran rewşeke welê afirî ku pirsgirêka Kurd li ser zemîna siyaseta demokratîk hîn bi yekserî bê nîqaşkirin. Qonaxeke din a dîrokî jî 11’ê Tîrmehê li Silêmaniyeyê merasîma çekdanînê bû. Dibe ku bê nîqaşkirin bê mînakeke wê li cîhanê heye yan na; binaxkirina çekan an jî radestkirina ji bo aliyên sêyemîn dibe ku mînakên bi vî rengî hebin. Lê belê mînakeke cuda ye ku hêzeke çekdarî bi merasîmê û biryardariyê gaveke bi vî rengî biavêje.
Van hemûyan biryardariya tevgera Kurd û Birêz Ocalan a ji bo çareseriyê nîşan da. Pêvajoyeke çareserî yan jî aştiyê ne tenê biryardarî ye, di heman demê de karekî wêrekiyê ye. Divê mirov bi hemû berpirsyariyan rabin û vê wêrekiyê nîşan bidin. Li gorî min, tevgera azadiyê ya Kurd û Birêz Ocalan gavên bi wêrekî avêtin.
Li aliyê Tirkiye û eniya desthilatdariyê jî hin gav hatin avêtin. Dîmenê Birêz Ocalan piştî bi salan bi raya giştî û cîhanê re hate parvekirin, entegrasyona demokratîk û bangên hiqûqî yekser ji devê wî hatin parvekirin. Ev yek bûyereke ne ji rêzê bû. Her wiha avabûna komîsyonekê li parlamentê û tevlîbûna hemû partiyên siyasî li nava vê komîsyonê, her wiha çûyîna komîsyonê ya Îmraliyê û hevdîtina bi Birêz Ocalan re ji aliyê dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ve asteke girîng bû. Ev bûyer weke gavên ji bo şikandina wê ferasetê dikare bê nirxandin ku pirsgirêka Kurd tenê weke meseleya ewlekariyê dinirxîne.
Meseleya Kurd ne meseleyeke ewlekariyê ye; meseleyeke nasname, statu û pênaseya hiqûqî ye. Zemîna ku ev mesele lê bê nîqaşkirin organa qanûndanînê ye; yanî parlament e. Ji aliyê dîrokî ve yekemcar ev zemîn di vê astê de hate dîtin. Naveroka raporê cihê nîqaşeke cuda ye; lê belê tevlîbûna parlamentê li pêvajoyeke bi vî rengî bi tena serê xwe asteke girîng e. Dawiya dawî dema ku mirov vegere û li saleke derbasbûyî binihêre, dikare bibêje ku di siyaseta Tirkiyeyê de ji aliyê çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd ve qonaxên girîng hatin derbaskirin, hin pêşhukmî hatin şikandin û hin helwest hatin guhertin.”
Ebrû Gunay ji bo sala duyemîn a pêvajoyê jî nirxandin kir û destpêkê işaret bi rapora komîsyonê kir ku dikarî xwedî potansiyeleke hîn xurtir bûya.
Ebrû Gunay got, “Ji ber ku guhdarîkirinên gelekî berfireh hatin kirin, pêvajoyên amadekariyê yên xurt hatin meşandin. Lewma ruhê aştiyê, ruhê civaka demokratîk dikarîbû hîn bi şênberî û bi xurtî li raporê bihata nîşandan. Aliy^ne demokratîk û aştiyane yên di pratîkê de derketin holê hîn bi berfirehî dikarîbû di raporê de bihata bicihkirin. Ji aliyê pêvajoya ji niha û pê ve ve wê bicihanîna normên hiqûqî diyarker be. Bi taybetyî pêşîvekirina li danûstandinên bi cîhana derve, afirandina mercên serbestiyê û naskirina vê yekê di çarçoveya hiqûqî de wê ji bo dema nû gelekî girîng be.
Xisûsên di xalên 6 û 7’emîn ên di rapora komîsyonê de hatin destnîşankirin, ji vî alî ve balkêş in. Bicihanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn, pêşniyarkirina guherînên li mewzûatê yên pêwîst, sererastkirina înfazê; ji bo avakirina civakeke demokratîk û Tirkiyeyeke demokratîk gavên bingehîn e. Ev gavên ku li qada demokrasiyê bêne avêtin wê tevkariyeke yekser li avakirina aştiyê û çareseriya pirsgirêkê bike. Li şûna nêzîkatiyeke şermok û dudil a sala derbasbûyî pêwîstî bi helwesteke hî bi biryar û bi wêrekî heye. Naxwe li şûna xurtkirina dilxwaziya civakî wê fikar u guman kûrtir bibin. Ji ber vê jî divê gavên şênber û bi lez bêne avêtin. Berpirsyariya ku parlament di vê pêvajoyê de pê rabe dîrokî ye. Gavên ku civakê qanih bike, baweriyê zêde bike, biryardariyê nîşan bide divê bi lez bêne avêtin. Ev yek wê ji bo mayindebûna pêvajoyê û avakirina aştiyê diyarker be.”

