Banga “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27’ê Sibatê de hat kirin, wekî destpêka pêvajoyeke nû di tevgera siyasî ya Kurd de tê destgirtin. Piştî banga Rêber Apo, PKK’ê di kongreya xwe ya 12’emîn de ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê lidar xist biryara fesixkirinê da.
Gelê Kurd li her çar perçeyên Kurdistanê û cîhanê daketin qadan û bi rengekî xurt xwedî li banga Rêber Apo ku 4 salan agahî jê nedihat girtin û di bin tecrîdeke giran de dihat girtin, derketin. Bi hezaran kes, di serî de jin, ciwan û dayik, li qadan kom bûn.
Bi taybetî li bajarê Kobanê, bi deh hezaran kes li Qada Azadî kom bûn û bi rengek zindî daxuyanî guhdar kirin. Piştî xwendina daxuyaniyê, girseyê dirûşmeyên wekî “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” berzkirin.
Di vê çarçoveyê de Tevgera Azadiya Kurd hin gavên sembolîk avêtin. Di 11’ê Tîrmehê de bi pêşengiya Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat komeke gerîla ya ji 30 kesan pêk dihat çekên xwe şewitandin û di 26’ê Cotmehê de hat ragihandin ku hêzên çekdar ji axa Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê dest bi vekişînê kirin.
Bi vî rengî Tevgera Azadiya Kurd derbasî qonaxeke nû bû. Lê belê, hîn ji aliyê Tirkiyeyê ve gavên şênber yên berbiçav nehatine avêtin û pêvajo bi awayekî yekalî berdewam dike.
Welatparêzê bi navê Omer Elûş, ê ku li Kobanê dijî û yek ji wan kesane ku Rêber Apo ewil çûye mala wî ji ANF’ê re axivî û behsa pêvajoya heyî kir.
Elûş, pêvajoya ku bi hatina Rêber Apo ya li Kobanê di dawiya salên 1970’an de dest pê kir, bi bîr xist û got ku wê demê Rêber Apo bi navê “Elî Firat” dihat nasîn û nasnameya wî ya rastîn bi demê re derketiye holê.
Elûş diyar kir ku ramanên Rêber Apo bandorek mezin li ser wan kirine û got, “Me xwe wekî mirî didît. Lê belê, Rêber Apo bi îdiaya ku Kurdan ji nû ve biafirîne hat. Welatparêzî bareke giran e. Rêber Apo digot ‘Ez Kurdên mirî ji mirinê hişyar dikim.’” Elûş, anî ziman ku bi destpêkirina têkoşîna çekdarî ya di sala 1984’an de tevger ketiye qonaxek nû û destnîşan kir ku Rêber Apo ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû gelên herêmê perspektîfek çareseriyê pêşkêş kiriye.
Elûş anî ziman ku di dema ku Rojhilata Navîn ji nû ve dihat dizyan kirin de, projeya civaka demokratîk a Rêber Apo ji hêla hin hêzan ve wekî gefek dihat dîtin û got ku ji ber vê li dijî Rêber Apo komployek navneteweyî hat lidar xistin.
Elûş got, “Rêberê me her tim parastina aştiyê kiriye” û da xuyakirin ku gavên hatine avêtin li ser bingeha aştiyê ne û Kurd êdî dixwazin bi nasname û çanda xwe bi azadî bijîn.
Elûş, her wiha daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dubare kir û got, “Êdî em ji vir û şûn ve dixwazin Rêberê xwe di nava xwe de bibînin. Em xwedî kokeke dîrokî ne û bi saya şehîdan ev kok xurtir bûn.”
Tê peyîn ku Rêber Apo di salvegera banga 27’ê Sibatê de peyamek nû derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de parve bike.

