Duşem, 13 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Hişê Tevgera Apoyî: Dayika Hatîce

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 13’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Helbestvan Ahmet Tellî hate oxirkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ahmet Karagoz: Çareseriya pirsgirêka Kurd wê mercên aboriyê jî sererast bike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çakmak ê beşdarî merasîma şewitandina çekan bû: Ji bo rêveçûna pêvajoyê qanûna çarçoveyê divê

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Andok: Dewleta Tirk ji bilî komîsyona li meclîsê ti gav neavêt

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Şengalê bang: Em cangoriyên xwe li Solaxê bi hev re bi bîr bînin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Leyla Amûdê: YPJ hêza parastina jin û civakê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rejîma Îranê zext û zilmeke mezin li jinên çalakvan dike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê: Em ji Rêberê xwe bawer dikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji jinan daxuyaniya 11’ê Tîrmehê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Gerîlaya HBDH’ê Îmera Fera Yeşilgoz: Rêya sosyalîzmê ji azadiya jinan derbas dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Wanê di du salên dawîn de 25 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dane

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Tîma folklorê ya Kurd di Festîvala Navneteweyî ya Gallerê de bû yekemîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şoreşgera kamil: Mizgîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya Komxebata Sînemaya Kurdî hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Hozan Aydin çar albûmên nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tev-Çandê ji bo bîranîna Alî Haydar Kaytan helbestek weşand

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji Kom Muzîkê berhema ‘Ji bo bîranîna Sêwasê’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Sûriyeyê di rojekê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Herêma Kurdistanê cînayet û mirinên bi guman ên jinan
Li Îranê darvekirin didomin
Li Rojhilatê Kurdistanê êşkence û cezayên darvekirinê zêde bûn
Cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê li aktîvîstên Belûc hate birîn
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Bakirhan: Ji bo serkeftina gava nû divê dawî li pratîkên qeyûm bê anîn
Kurdistan

Bakirhan: Ji bo serkeftina gava nû divê dawî li pratîkên qeyûm bê anîn

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di daxuyaniya xwe ya li Amedê de diyar kir ku ji bo serkeftina asta nû, divê sepanên qeyûm bi dawî bibin û bang kir ku hevşaredarên ji erkê hatine girtin, vegerin ser karê xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 26. Sibat 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Bi beşdariya Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, bi şîara “Em xwedî li vîna xwe derdikevin, li dijî sepanên qeyûm dengê xwe bilind dikin” daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyaniya ku li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat lidarxistin, hevşaredarên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê jî tê de amade bûn.

ME DI RÊVEBERIYÊN HERÊMÎ DE PROJEYÊN GIRÎNG PÊK ANÎN

Bakirhan li vir axivî û diyar kir ku wan bi hevşaredaran re nîqaşeke berdar meşandiye. Bakirhan anî ziman ku ji sala 1999an ve ezmûneke wan a rêveberiyên herêmî heye û got ku her çend di demên cuda de astengî derketibin jî, wan projeyên demokratîk, zelal, beşdar, azadîxwaziya jinê û dostê jîngehê pêk anîn e.

Bakirhan destnîşan kir ku wan ji bo serdema li pêş, li ser xebatên xurtir ên li qadê nîqaş kirine û kêmasiyên ku hatine dîtin jî hatine nirxandin.

3 DEWR IN VÎNA GEL TÊ DESTESERKIRIN

Bakirhan bal kişand ser desteserkirina qeyûman û bi bîr xist ku ji sala 2016’an ve sê dewr in vîna gel tê desteserkirin. Bakirhan diyar kir ku şaredarî bi rengekî bêserûber tên birêvebirin û got ku qeyûm ji bo welat bûye “şermek”.

Bakirhan anî ziman ku gel di hilbijartinên dawî de bi tercîhkirina partiya xwe, helwesta xwe ya li dijî qeyûman nîşan daye û xwest ku ev sepan bi dawî bibin.

DIVÊ ŞAREDARÎ RADESTÎ NÛNERÊN GEL BÊN KIRIN

Bakirhan diyar kir ku di serdemeke ku behsa Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tê kirin de, divê şaredarî ji nûnerên bijartî yên gel re bên vegerandin. Bakirhan destnîşan kir ku divê 13 hevşaredarên ku ji erka wan hatine dûrxistin vegerin ser karê xwe û got ku ji bo vê yekê dikare rêziknameyên zagonî werin çêkirin.

Bakirhan bi bîr xist ku şaredariyên Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê hatine desteserkirin û got ku gavên Wezîrê Navxweyî yê nû di vê mijarê de dikarin xizmeta pêvajoyê bikin. Bakirhan diyar kir ku di nava meha Remezanê de gavên şênber dikarin werin avêtin.

DIVÊ DEST JI SEPANÊN CUDAKAR BÊ BERDAN

Bakirhan anî ziman ku tevî astengiyên burokratîk jî şaredarî xebatên xwe didomînin û xwest ku cudakariya li ser rêveberiyên herêmî bi dawî bibe. Bakirhan got ku ji bo projeyên ku jiyana gel hêsan dikin pêk werin, divê her kes beşdar bibe.

Bakirhan diyar kir ku di serdemeke bê girtin, bê binçavkirin û bê qeyûm de, dê xizmeteke baştir ji gel re were kirin û kêmasiyên heyî jî bi hev re werin sererastkirin.

DIKARE BIBE GAVA YEKEM A PÊVAJOYA NÛ

Bakirhan bersiva pirsên rojnamevanan da û got ku derbasbûna qonaxeke nû hem ji aliyê Devlet Bahçelî, hem Recep Tayyip Erdogan û hem jî ji aliyê Rêber Apo ve hatiye ziman.

Bakirhan dubare kir ku ji bo serkeftina vê gava nû divê dawî li qeyûman bê anîn û got ku gel li şûna gotinan, dixwaze gavên şênber bibîne. Bakirhan destnîşan kir ku vegerandina hevşaredarên ku ji erka wan hatiye dûrxistin, dikare bibe yek ji gavên herî pêşîn û girîng ên pêvajoya nû.

Daxûyaniya çapemeniyê bi çepik û dirûşman bi dawî bû.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Aldar Xelîl: Şandeya Kurd dê bi hikûmeta demkî re hevdîtin bike
Nûçeya Pişt re Lêpirsîna Epstein: Serokê Foruma Davosê Borge Brende îstifa kir
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Hejmara meha Kanûnê ya rojnameya Newaya Jin hate weşandin

Hejmara vê mehê ya rojnameya Newaya Jin têkoşîna azadiyê, veguherîna civakî û bandora berxwedana jinê…

Ji aliyê Stêrk TV

DEM Partiyê hevdîtinên li Elmanyayê qedand, wê derbasî Îngilistanê bibe

Heyeta DEM Partiyê ya bi serokatiya Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan hevdîtinên xwe yên li Elmanyayê…

Ji aliyê Stêrk TV

Milîsên KBDH’ê li Stenbol û Edeneyê çalakî kirin

Milîsên Bêrîtan (Gulnaz Karataş) ên KBDH'ê ragihandin ku di çarçoveya pêngava azadiyê ya ji Rêber…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

14’ê Tîrmehê nexşerêya berxwedan û jiyana azad e

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Projeya GES’ê li Erxeniyê bi meşekê hate şermezarkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

PJAK’ê şehîd Dilxwaz Bîngol bi bîr anî

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hêzên Îranê li Sîdekanê şivenek qetil kirin û dest danîn ser pezê wî

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?