Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy rapora Komîsyona Xwişk-Biratî, Demokrasî û Piştevaniya Mîllî ya li Meclîsê nirxand û anî ziman ku raporê li hin qadan zemîneke girîng a nîqaşê ava kiriye lê belê bi taybetî li qadên mafên mirovan, edalet, zimanê aştiyê û demokratîkbûnê xwedî kêmasiyan e.
Oya Ersoy ragihand ku piştî bidawîbûnan pêvajoya şer a ji çil salî ji bo pêkanîna aştiya mayinde divê mekanîzmayên rûbirûbûna bi heqîqetê re bêne avakirin û mutabaqata civakî bê xurtkirin. Ersoy destnîşan kir ku pêvajo ne tenê bi sererastkirinên qanûnî di heman demê de bi îradeya hevpar a aktorên siyasî û civakî dikare bi pêş ve biçe.
Oya Ersoy got, di demekê de ku li cîhanê şer giran bûye firsendeke girîng e ku li Tirkiyeyê axaftin li ser aştiyê tê kirin û bi vî rengî dewam kir, “Destpêkirina pêvajoyekê ku di meseleya Kurd de destpêkê çek hate danîn, rawestandina binpêkirina mafê jiyanê û avakirina komîsyonekê li meclîsê girîngiya vê pêvajoyê zêde kir.”
‘ZIMANÊ RAPORÊ TEKEZ NE ZIMANÊ AŞTIYÊ YE’
Oya Ersoy bal kişand ser rapora ku ji aliyê komîsyona li meclîsê ve hatiye eşkerekirin û bi bîr xist ku rexneyên herî bingehîn ên li ser raporê zimanê wê ye. Oya Ersoy got, “Pêvajoya şer a zêdeyî 40 salî zimanekî dijberî û tundiyê yê cidî afirand. Ji bo serketina pêvajoyê divê ev ziman bê guhertin. Desthilatdarî pêvajoyê weke ‘bêçekbûn’ an jî tasfiyekirina rêxistinê pênase dike; lê ya ku em jê fêhm dikin ew e ku ev pêvajo veguhere pêvajoyeke aştiyê.”
Ersoy destnîşan kir ku zimanê rapora komîsyonê bi pirsgirêk e û got, “Di raporê de gotina ‘aştiyê’ hema bibêje qet derbas nabe û navê meseleya Kurd nehatiye danîn. Halbûkî zêdeyî 40 sal in pirsgirêke pir alî dewam dike; li qadên civakî, siyasî û mafên mirovan binpêkirinên cidî rû dan.”
Hevseroka ÎHD’ê diyar kir ku komeleya wan yekser aliyekî vê pêvajoyê û got, “Em jî aliyekî vê pêvajoyê ne. Serokên me, hevserokên me rastî êrişa çekdarî hatin; endamên me hatin revandin, bi kuştinên kiryar nediyar hatin qetilkirin. Gelek endamên me tenê ji ber parastina mafên mirovan û aştiyê hatin darizandin, hatin girtin an jî neçar man ku derkevin derveyî welat.
Vê dema şer dijberî afirand; pêvajoyeke welê bû ku serweran zimanê nefret û tundiyê dan pêş, muxalefet weke ‘terorê’ pênase kir. Eger em ê derbasî demeke nû bibin û aştî û demokrasî wê bibe beriya her tiştî divê ev ziman bê guhertin. Şert e ku dawî li gotinên dijberkirin, nefret û neteweperestiyê bê anîn. Di mînakên li cîhanê de ziman diyarker e. Em vî zimanî di rapora komîsyonê de nabînin; herî zêde em vê mijarê rexne dikin.”
‘BÊYÎ HEQÎQET Û EDALETÊ AŞTIYEKE BI RÛMET NABE’
Oya Ersoy işaret bi binpêkirinên mafên mirovan ên pêvajoya şer a 40 salî kir û bi van gotinan hem travmayên kolektîf hem jî yên şexsî vegot: “Di nava pêvajoya şer a 40 salî de gund hatin şewitandin, mirov bi rengekî kiryar nediyar hatin kuştin, mirov hatin windakirin, bi rengekî bêdaraz hatin kuştin. Ev yek bû sedema travmayên şexsî û kolektîf ên gelekî cidî. Kes nema ku li vê yekê rast nehat. Heta bi Komkujiya 10’ê Cotmehê mirov dikare qala bi hezaran mînakî bikin.”
Oya Ersoy ragihand ku di raporê de li ser edaleta dema derbasbûnê û rûbirûbûnê çarçoveyek nîne, divê dewlet bi rabirdûya xwe re rû bi rû bibe û got, “Di raporê de li ser edaleta dema derbasbûnê û lêborîna ji ber komkujiyan tiştek nîne. Gelekî girîng e ku heqîqet neyê manîpulekirin. Divê dewlet binpêkirinên ku berê kiriye, sûcên ku kiriye qebûl bike, pê re rû bi rû bibe. Heta ku ev nebe aştiyeke bi rûmet û adil nabe.”
Ersoy destnîşan kir ku di raporê de bersiv ji êşên Dayikên Aştiyê û Dayikên Şemiyê re nehate dayin û got, “Yek ji bingehên aştiya mayinde û adil avkairina komîsyonên edalet û heqîqetê ye. Ev yek di raporê de nîne lê belê em dest ji daxwazên xwe bernedin. Em rapora komîsyonê weke qonaxeke girîng qebûl dikin; lê belê ji niha û pê ve jî em ê daxwazên xwe bînin ziman û bi biryar in ku heta dawiyê têbikoşin.”

