Ertûgrûl Kurkçu li ser pêwîstiyên hiqûqî, siyasî û civakî yên qonaxa duyemîn a pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk”, gavên gengaz ên li ser zemîna meclîsê, hevsengiyên siyaseta navxweyî û rageşiya navbera Dewletên Yekbûyî yên Emerîka (DYE)-Îsraîl û Îranê ji ANF’ê re nirxand.
Kurkçu anî ziman ku atmosfera ewlekariyê ya nû ku li Rojhilata Navîn bi êrişa DYE’yê ya li ser Îranê rû da wê bandoreke erênî li pêvajoya muzakereyê ya heyî neke û ev nirxandin kir: “Senaryoya herî xweşbîn ew e ku pêvajo di nava herikîna xwe ya xwezayî de, bêyî ku pêşketineke cidî pêk bîne, lê belê bêyî ku bi temamî qut bibe dewam bike. Lê belê di senaryoya hîn xerabtir de bûyerên li derveyî sînor, fikarên ewlekariyê yên navvxweyî û îhtimala nêzîkbûna şer li sînorên Tirkiyeyê dikare avêtina gelek gavan taloq bike, kêm bike yan jî bi temamî rawestîne. Ji ber vê jî dibe ku rêveçûna vê pêvajoyê lawaz bibe. Di vir de dibe ku hikumeta hincetên ‘ewlekariyê’ bide pêş û polîtîkayeke sînorkirî bimeşîne. Halbûkî ewlekariya mayinde û rasteqîn bi xurtkirina tevlîbûna demokratîk a gelan û aştiya civakî ya navxweyî dibe. Girîng e îtirazên ji bo vê yekê jî yên rasyonel û hevgirtî dewam bikin.”
Ertûgrûl Kurkçu işaret bi nirxandina sala yekemîn a pêvajoyê ya Rêber Apo kir û got, “Me dît ku got, divê ev qonaxa duyemîn destpê bike. Negot destpê kiriye.” Kurkçu diyar kir ku wan hîn nedîtiye ku aliyê din, yanî hikumetê gaveke şênber an jî îradeyek nîşan daye ku pêvajo derbasî qonaxa duyemîn bûye.
Ertûgrûl Kurkçu got, “Di vir de mebest ji qonaxa duyemîn ew e ku Kurd di nava dewleta Komara Tirkiyeyê de bibe xwedî statuyeke nû, hebûn û nasnameya wan bi eşkere bê naskirin û çarçoveyeke hiqûqî ji bo vê bê avakirin. Ji vî alî ve gaveke şênber an jî amadekariyek ji dewletê nehatiye. Lê belê li aliyê eniya Kurd bendewarî û hesteke xurt a ji bo derbasbûna vê qonaxê heye. Ev jî rewşeke ku tê fêhmkirin. Ji ber ku Kurd 40 sal in ji bo bigihêjin vê nuqteyê têdikoşin. Lewma gelekî xwezayî ye ku difikirin, êdî dor hatiye vê qonaxê.”
Di dewama axaftina xwe de Ertûgrûl Kurkçu got, ji bo rêveçûna pêvajoyê nêzîkatiya ku li benda encama rageşiya Îran-Emerîkayê disekine şaş e û ev nirxandin kir: “Bendewariyên bi vî rengî tê wê wateyê ku pêvajo bi faktorên derve ve bê girêdan û ev jî pêşketinê dereng dixîne. Ev nêzîkatî îradeya gel û rola dînamîkên siyasî yên navxweyî ber bi asta duyemÎn ve dehf dide. Halbûkî dema ku em niha tê de ne demeke welê ye ku îradeya gel yekser derbasî qada polîtîk dibe. Mebest ji ‘qonaxa duyemîn’ an jî ‘pêvajoya avakirinê ya pozîtîf’ axaftina li ser tiştên divê bê kirin e, ne tiştên divê neyên kirin e. Di vê pêvajoyê de aktorên siyasî yên cuda dibe ku xwedî daxwaz û nêrînên cuda bin. Karê destpêkê yê hikumetê dibe ku cuda be, daxwazên tevgera siyasî ya Kurd cuda be. Bendewariyên beşên cuda yên civakê jî cuda bin. Lê belê ev hemû jî parçeyên xwezayî yên vê pêvajoya avakirinê ne. Pêvajoya avakirinê ya pozîtîf ne rewşeke bêyî nakokî yan jî lihevkirinek mutleq e. Berevajî pêvajoyeke ji muzakere, nîqaş û dem bi dem rageşiyên siyasî ye. Ji ber ku wergirtina her mafekî tê wateya guherîna hevsengiyên heyî yên hêzê. Ti maf ji vallahiyê dernakeve holê. Mafên ku daxwaza naskirina wan tê kirin ew maf in ku berê hatine desteserkirin, yan jî kêmkirin. Ji ber vê yekê jinûve naskirina van mafan û ewlekirina wan bi rengê hiqûqî hin guhertinan di nava sîstema heyî de ferz dikin. Nêzîkatiyeke rasteqîn nîne ku bê gotin, ev pêvajo wê bi temamî bê pirsgirêk bimeşe. Muzakere, nîqaş û têkoşîna siyasî parçeyên xwezayî yên vê pêvajoyê ne. Lê belê ya girîng ew e ku ev pêvajo bi pêş ve biçe. Eger ev dem bi rastî jî weke ‘qonaxa duyemîn’ tê pênasekirin, ev yek di heman demê de divê bê wateya hewldan, îradeya siyasî û gavên şênber ên hîn bêhtir. Eger mirov bişibîne tiştekî, tê wateya derbasbûna li vîtesa duyemîn, yanî hîn bi lez bibe, hîn bêhtir bi pêş ve biçe û bi biryar ber bi armancê ve biçe.
Lewma di vê pêvajoyê de ji hêz û bandorên derve wêdetir ya diyarker ew e ku îradeya siyasî ya navxweyî, daxwaza civakî û ev daxwaz veguherin gavên hiqûqî û siyasî yên şênber. Gavên di vê çarçoveyê de bêne avêtin wê nîşan bide ku pêvajo bi pêş ve biçe yan na.”

