Rêber Apo ê ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Îmraliyê di bin tecrîdê de tê girtin bi boneya salvegera yekem a pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd peyam şand. Di peyamê de careke din destnîşan kir ku ji bo avakirina siyaseta demokratîk û entegrasyonê bingeha hiqûqî şert e. Parlamentera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan ji ANF’ê re axivî. Newroz Uysal Aslan diyar kir ku ji bo qonaxa avakirina pozîtîf derbasî pêvajoya entegrasyona demokratîk bibe mekanîzmaya ku sermuzakerevan Rêber Apo di şert û mercên azad de bixebite û ramanên xwe rasterast bigihîne derve bê avakirin.
‘JI BO DERÎ WERE VEKIRIN DIVÊ GAVÊN DEMOKRATÎKBÛNÊ BÊN AVÊTIN!’
Parlamentera DEM Partyyê û yek ji parêzerên Rêber Apo Newroz Uysal Aslan diyar kir ku Rêber Apo di banga 27’ê Sibatê ku salek şûnde kir anî ziman ku divê pêvajoya entegrasyona demokratîk misogerkirina hiqûqî û siyasî were piştgirîkirin. Aslan bi bîr xist ku Rêber Apo beriya peyamê bi gotina “Ev civîn civîna destpêkê ya ji bo entegrasyona demokratîk e” dest bi hevdîtina xwe ya bi endamên Şandeya Îmraliyê re kir û wiha got: “Birêz Ocalan vê civînê wekî destpêkirina qonaxa duyemîn a entegrasyonê bi nav kir û ji bo pêvajoya şerê çekdarî derbasî pêvajoya siyasî ya demokratîk bibe divê bi binesaziyek hiqûqî were ewlekirin. Pêvajoya entegrasyona demokratîk mijarek gelek aliyan e. Birêz Ocalan di manîfestoya xwe de ev mijar bi berfirehî rave kiriye. Perspektîfa jiyana hevbeş ne wekî mijarek yekalî, di çarçoveya guherîn, veguherîn, naskirin û parastina mafên gelên hatine înkarkirin de anî ziman. Bal kişand ser pêwîstiya naskirina Kurdan a di paradîgmaya damezrandina dewletê û avakirina jiyana hevbeş a li ser bingehek hiqûqî ya hevpar. Birêz Ocalan di peyama dawî de li ser manîfestoya ku weşandiye israr kir, bal kişand ser girîngiya pêvajoya ku di vê sala dawî de hatiye jiyîn û destnîşan kir ku ew û tevgera Kurd ji bo pêşveçûna pêvajoyê îradeyek nîşan dane, lê divê gavên guncaw di derbarê çarçoveya qanûnî de werin avêtin.”
Aslan diyar kir ku Rêber Apo di peyama xwe ya dawî de careke din girêdana xwe ya bi pêşerojek li ser bingeha xwişk-biratiya Kurd û Tirkan nîşan daye û di nirxandina xwe ya rapora meclisê de, vê pêvajoyê. ne wekî tawanbarkirinek yekalî an rewşek razîbûna hevbeş, lê wekî “deriyek ku tê vekirin” bi nav kir. Aslan anî ziman ku Rêber apo banga xwe ya ji bo siyasetê dubare kir û ji bo vekirina derî divê gavên pêwîst bên avêtin û got, “Em dikarin vê bangê wekî destpêkirina pêvajoya avakirina erênî, danîna bernameyê ya ji bo gavên demokratîkbûnê û sazûmankirina pêvajoyê binirxînin. Di vî alî de dikarim bibêjim ku di daxuyaniya ku salek piştî destpêkirina pêvajoyê hat dayîn de, Birêz Ocalan li ser helwesta xwe ya siyasî israr kir û ev daxuyanî di heman demê de hişyariyek û nexşerêyekê jî dihewîne.”
‘HIŞYARIYA BIRÊZ OCALAN JI BO KESÊN KU JI MEKANÎKA PÊVÇÛNÊ RANTÊ DIXWINE!’
Aslan hişyariya Rêber Apo; “Li şûna dîrokîbûn, cidiyet û rîskên potansiyel ên pirsgirêkê bibînin, tevgerîn li gorî berjewendiyên siyasî yên teng û dema kurt hemûyan qels dike” şîrove kir. Aslan bi bîr xist ku Rêber Apo berê peyamek bi vî rengî bi rêya Şandeya Îmraliyê şandibû û wiha got: “Birêz Ocalan di peyamên xwe yên berê de diyar kiribû ku divê di siyasetê de rolek avaker were lîstin û divê ji hesabên teng ên berjewendiya siyasî dûr bisekinin. Ez bawer dikim ku ev hişyarî di serî de ji bo kesên ku wekî ‘ji mekanîka xwîn û pevçûnê rantê dixwin’ bi nav dike, kiriye. Ev dibe ku ranta siyasî jî bi û ranta aborî be jî… Birêz Ocalan tîne ziman ku divê ev mekanîk bi xwe were şikandin. Ji ber ku Birêz Ocalan meseleyê tenê wekî pêvajoya sal û nîvekê nanirxîne, aliyê dîrokî digire dest. Hewl dide bingehek biafirîne ku mesele bi awayekî neyînî dubare nebe. Ji ber ku mekanîka ku bi xwîn û pevçûnê xwe xwedî dike her gav di meriyetê de ye. Di dîroka komarê de xwe wekî navên mîna partî û hikûmetên cûda nîşan daye. Ev mekanîk demek dirêj e ku bi rêbazên şerê taybet jî xwe nîşan dide. Ev mekanîka ku jê re mekanîka darbeyê jî tê gotin ji bo were şikandin, divê hem partiyên siyasî û hem jî civak beşdarî vê pêvajoyê bibin. Yek ji aliyê herî girîng ê peyama Birêz Ocalan ew e ku pêdiviya bi civakek demokratîk û siyaseta demokratîk û ya duyemîn jî li ser bingeha hiqûqê pêvajo were misogerkirin. Yanî bi tena serê xwe pêvajoya hiqûqî temam nabe û ne jî îradeya siyasî bi tena serê xwe nikare vê pêvajoyê temam bike. Berevajî vê yekê pêdivî bi pêvajoya ku her du hevdu xurt dikin, gavên paralel têne avêtin û hevdu temam dikin heye. Ev hem ji bo Kurdên bindest û hem jî ji bo helwesta dewletê ya di vê pêvajoyê de girîng e. Ger bi hev re be wê gavê hem entegrasyonê di akre bi rastî bi dest bixe û hem jî rê li ber tiştê ku em jê re dibêjin qanûnên aştiyê veke.”
‘PIRSGRÊKA KURD DI HEMAN DEMÊ DE NEBÛNA HIQÛQA DEMOKRATÎK E!’
Aslan peyama Rêber Apo ya sala borî nirxand û berpirsiyariya dewletê bi bîr xist. Aslan diyar kir ku Rêber Apo pirsgirêka Kurd wekî nebûna hiqûqa demokratîk anî ziman. Aslan bi bîr xist ku hebûn an nebûna mantiqê hiqûqê ji hêla partiyên desthilatdar ve hatiye afirandin û wiha berdewam kir: “Heke niha ev nebûna hiqûqê sedema pirsgirêkê be, îro bi qasî îradeya siyasî ku vê pirgirêkê ji holê rake, pêdivî bi hiqûqê re jî heye û derbasbûna qonaxa duyemîn a entegrasyona demokratîk çareseriyek hiqûqî ye. Aliyê pêşvebirina pêvajoyê ya herî girîng ew e ku divê misogerî û sererastkirinên qanûnî bên çêkirin.”
‘MISOGERKIRINA AZADIYA BIRÊZ OCALAN ŞERTÊ SERKE YÊ PÊVAJOYÊ YE!’
Aslan diyar kir ku wekî DEM Partiyê wan şerh danî ser aliyên rapora komîsyona meclisê ku pênasekirina pirsgirêka Kurd berovajî dike û anî ziman ku sê beşên dawîn ên raporê dikare bingeha destpêkê ava bike. Aslan bal kişand ser mijarên qeyûman, maf û azadiyên bingehîn, biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Mafê Hêviyê. Aslan diyar kir ku misogerkirina azadiya sermuzakerevan Rêber Apo ji bo vê pêvajoyê girîng e û got: “Birêz Ocalan bi salan e di tecrîdê de ye û wî bi xwe jî zehmetiyên di rêvebirina vê pêvajoyê de ji Şandeya Îmraliyê re ragihand. Gelê Kurd demek dirêj e dibêje ku azadiya Birêz Ocalan yek ji pîvana sereke ya vê pêvajoyê ye. Heta berî ku biryara “Mafê Hêviyê” were dayîn jî, mirov ji bo azadiya Birêz Ocalan li kolanan bên kampanyayê dikirin. Îro, heke ev pêvajo berdewam bike, ji bo Birêz Ocalan vê pêvajoyê bi rê ve bibe, divê wekî sermuzakerevan azadiya fîzîkî û şert û mercên xebatê bi dest bixe. Bi taybetî ji ber li holê dezenformasyon û manîpulasyon hene, girîng e ku Birêz Ocalan wekî sermuzakerevan, di şert û mercên wekhev de û di nav mekanîzmayekê de bikaribe rasterast ramanên xwe îfade bike. Niha em lê dinêrin dema ku “Mafê Hêviyê” tê nîqaşkirin, spekulasyonên mîna ku Birêz Ocalan azadiya xwe naxwaze, civak ne amade ye, an jî qanûnek taybetî ji bo kesekî tune be, derkevin holê . Wê demê divê bê bipirsin, dema biryara “Mafê Hêviyê” hat dayin ma ne bi taybetî ji bo Birêz Ocalan bû? Belê, hat derxistin. Niha, ji ber ku Birêz Ocalan çavkaniya afirandina vê qanûnê ye, di heman demê de ew ê bibe çavkaniya vê guherînê. Ev ne daxwaza qanûnek taybet, bi îmtîyaz û taybet e. Berevajî vê, ew pêdiviyek pêvajoyê ye, pêdiviyek bivê nevê û hiqûqê ye. Her çiqasî niha bingehek an çarçoveyek hiqûqî ji bo pêvajoyê tuneye jî, divê tecrîda Birêz Ocalan bi dawî bibe. Rojnamevan hene ku dixwazin pê re hevdîtinê bikin. Pêvajoya bêçekkirina PKK’ê heye û Birêz Ocalan divê vê pêvajoyê ji nêz ve bişopîne. Li ser derbasbûna siyaseta demokratîk gelek nîqaş hene. Her roj her kes manşetan davêjin. Lê kes îhtîmala ku ji Birêz Ocalan bipirse ka ew ê çi bike an jî ew li ser vê yekê çi difikire, an jî rasterast pê re têkilî dayne nabîne. Pêwîste mekanîzmayek ku Birêz Ocalan bikaribe rasterast bêyî navbeynkaran ramanên xwe ragihîne, birêve bibe û bigihîne wan şert e. Ramanên Birêz Ocalan ne ku nayên rakirin û ne jî nayên ravekirin in, berevajî vê Birêz Ocalan di vê pêvajoyê de kesê herî avaker, cidî, samîmî û domdar e. Ji ber vê yekê em dibînin ku ev pirsgirêk ji ramanên Birêz Ocalan wêdetir, ji desthilateke ku ji bandora erênî ya ku ew ê biafirîne dûr dikeve, diqewime. Ev nîşan dide ku pêvajo hîn ji berjewendî û rantên siyasî nehatiye derxistin û bi qasî tê xwestin nayê destgirtin.”

