Li Tirkiyeyê jin di her qadê û di her derê de bi tacîz û zextan re rû bi rû dimînin. Li cihê kar, li dibistanê, li nexweşxaneyê û li dadgehan; jin her dem bi nêzîkatiyeke dûrxistinê re rû bi rû ne. Zext heta asta cil û bergên jinan û lêkolînkirina parvekirinên wan ên medyaya civakî hatiye daxistin.
Di rojên borî de parêzereke jin, ji ber parvekirinên xwe yên medyaya civakî û ji ber cil û bergên xwe, di medyaya civakî de wekî hedef hat nîşandan û derbarê wê de lêpirsîn hat vekirin.
Rêvebera Şaxê Stenbolê ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Rezan Gezer, derbarê tiştên ku parêzerên jin dijîn de ji ANF’ê re nirxandin kirin.
‘HER ÇIQAS HEJMARA JINAN DI QADA HIQÛQÊ DE ZÊDE BIBE JÎ, HÎN BÊWEKHEVİYÊN CIDÎ HEYE’
Gezer diyar kir ku di qadên pratîk ên pîşeya parêzeriyê de hişmendiya zilamserwer bi temamî tê hîskirin û wiha berdewam kir: “Nêrîna li serpêhatiyên parêzerên jin ên ku di nav sîstemeke dadgeriyê ya zilamserwer de dixebitin, hem ji aliyê pîşeyî hem jî ji aliyê civakî ve xwedî girîngiyeke mezin e. Li Tirkiyeyê û li cîhanê her çiqas hejmara jinan di qada hiqûqê de zêde bûbe jî, di mekanîzmayên hêz û biryardanê de hîn bêwekheviyên cidî hene.
Di bingeha van bêwekheviyên ku ji berê heta îro berdewam dikin de gelek faktor hene. Di serî de hişmendiya zilamserwer a di qada pratîk a pîşeyê de reh girtiye û helwestên ku di qadên teorîk de jinan nenas dihêlin û derdixin derve, tên. Lê belê wekî di dirêjahiya dîrokê de, îro jî em li gel nifşên parêzerên jin ên beriya me, yên bi me re û yên piştî me de, dê têkoşîna li dijî vê sîstema dadgeriya zilamserwer berdewam bikin.
Ji ber ku em parêzerên jin tenê dozan naşopînin; di heman demê de em ji bo guhertina ziman, nêzîkatî û pratîka hiqûqê dixebitin. Yanî em li aliyekî pîşeya xwe dikin, li aliyê din jî li dijî şaşiyên di nav vê sîstemê de li ber xwe didin.”
‘DI GIHÎŞTINA DADGERİYÊ DE DIVÊ WEKHEVÎ HEBE’
Gezer destnîşan kir ku di xebatên OHD’ê yên ji bo parêzerên jin de daxwaza wan a herî girîng prensîba wekheviyê ya di gihîştina jinan a dadgeriyê de ye û got: “Xebatên OHD’ê yên derbarê parêzerên jin û daxwazên parêzerên jin; bi giştî di çarçoveya wekheviya gihîştina jinan a dadgeriyê, parastina hiqûqî û dewletî ya bibandor li dijî tundiya zilam a li ser jinê, pêvajoyên dadwerî yên hesas ên li hemberî zayenda civakî û parastina serbixwebûna pîşeyî ya parêzeran de teşe digirin.
Ev hewildan hem ji bo misogerkirina mafên pîşeyî yên parêzeran e, hem jî ji bo xurtkirina parastina hiqûqî ya jinan û daxwaza mafên wekhev e. Em wekî OHD di hemû dozên ku em dişopînin de bi paradîgmaya azadîxwaziya jinê parastinan dikin û me hebûna xwe di qadê de her dem bi vî rengî domandiye. Bi vê têgihiştinê, em bûne bersiv ji bo hemû pirsgirêkên ku hevkarên me yên jin pê re rû bi rû mane.
Daxwazên hevkarên me yên jin, yanî daxwazên me jî, piranî di çarçoveya wekheviya pîşeyî û wekheviya hiqûqî û ewlehiya li ser bingeha zayenda civakî de ne. Mînak; di baroyan de ne wekheviyeke şeklî lê wekheviyeke rastîn, di jiyana pîşeyî û pêvajoyên dadwerî de girtina tedbîrên berbiçav li dijî tundî û cudakariya zayendî, hilberandina polîtîkayên zayend-navendî ji aliyê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û baroyên herêmî ve, û ji holê rakirina cudakariya çandî û avahî… gelek daxwazên bi vî rengî hene ku çareseriya van hêsan e lê di bingeh de guhertinan çêdikin.”
‘PARÊZERÊN JIN ÊN KURD DEMA DI DOZÊN SİYASÎ DE CIH DIGIRIN ZÊDETIR ZEXTAN HÎS DIKIN’
Gezer bal kişand ku parêzerên jin ên Kurd bi taybetî di bin zextekê de ne û wiha got: “Parêzerên jin ên Kurd bi taybetî dema di dozên siyasî de wezîfeyê digirin, zêdetir zextan hîs dikin ku derbarê vê rewşê de daxuyaniyên hevkarên me yên di qadê de dixebitin û raporên mafên mirovan hene. Ev rewş hem di çarçoveya nasnameya etnîkî, hem zayenda civakî û hem jî di hevbirîna parastina mafên mirovan de tê nirxandin. Her wiha divê mirov li daxuyaniyên saziyên pîşeyî binêre; bi taybetî dema mirov dibîne ku gelek endamên OHD’ê ji ber xebatên xwe yên pîşeyî têne binçavkirin, girtin an jî pêvajoyên dadwerî li ser wan têne meşandin, bi hêsanî tê fêmkirin ku di bingeha ‘zextê’ de pirsgirêka nasnameyê heye.
Ji bilî vê, helwestên erkên darazê yên ku di dozên em dişopînin de ji cudahiya me agahdar in, nîşan didin ku ev hêza darazê wekî amûreke zextê tê bikaranîn.”

