Duşem, 27 Tîrmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Balûken: Nabe ku çareseriya mayinde bi çek danînê were sînordarkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 27’Ê TÎRMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bakirhan: Em ê bi têkoşîna xwe azad bibin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê di êrişên çekdarî de 24 saetan 3 jê jin 6 kes hatin kuştin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    TJA’yê li dijî tiryakê bang kir: Têkoşînê mezin bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Îranê êşkence li Hevberdevkê Platforma Şiyar Be Erkol kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şewata li Pênciwênê nayê vemirandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Karasû: Pêşketinên demokratîk her tim bi têkoşîna civakî bûye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Mexmûrê koma nû dewr girt: Em bi hêvî li benda encamên pêvajoyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Barê herî giran ê qirkirinê li ser milê jinan e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Edeneyê 2 jin hatin qetilkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ayla Akat: Komîsyoneke jinan a şopandinê ji bo pêvajoyê pêwîst e

    Ji aliyê Stêrk TV

    DEM Partiyê li dijî bijîşkê ku derbarê ‘sunetkirina jinan’ de parvekirin kiribû nerazîbûn nîşan da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Malbata Gulistan Doku: Divê berpirsyar hesab bidin û edalet pêk bê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Meclisa Jinan a DBP’ê: Jin kirdeya damezrîner a aştî û civaka demokratîk in

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Fîlma ‘To My Sisters’ ku berxwedana jinên Kurd a li dijî DAÎŞ’ê vedibêje li Elmanyayê hat pêşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Qamişloyê Konferansa Sînemaya Rojava destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    TEV-ÇAND’ê Hozan Serhad bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Notên ji pênûsa jinan bû pirtûk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Pirtûka ‘Di dilê çiya de ronahî heye’ ya nivîskar Medya Doz derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Koma Hevra berhema bi navê ‘Pepûle’ jinûve got

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Rejîma Îranê xwepêşanderek din bi darve kir
PAK: Du fuzeyên balîstîk êrîşî bareha me ya Çemşarê kirin
2 çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê hatin girtin
Di nava hefteyekê de 20 kes li Îranê hatin darvekirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 9 kesan canê xwe ji dest da
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojava > Kongra Star ji bo winda û girtiyan kampanyaya îmzeyê da destpêkirin
Rojava

Kongra Star ji bo winda û girtiyan kampanyaya îmzeyê da destpêkirin

Kongra Star kampanyayek îzmeyan ji bo diyarkirina çarenûsa windayan û dîlan da destpêkirin, dê kampanya heta 17’ê Adarê bidome. Hûn dikarin li ser vê navnîşanan beşdarî kampanyayê bibin: [email protected]

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 12. Adar 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Kongreya Star kampanyayek îzmeyan ji bo diyarkirina çarenûsa windayan û dîlan da destpêkirin. Dê kampanya di navbera 12-17’ê Adarê de bidome û 18’ê Adarê encam bê parvekirin. Dê kampanya bi awayê elektronîk û li ser medya civakî jî bê meşandin. 

Endama Komîteya Têkilî û Tifaqa Siyaseta Demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed diyar kir ku di êrişên 6-29’ê Çileyê (2026) ên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê, Dêr Hafir, Tebqa, Reqa, Dêrazorê û herêmên Rojavayê Kurdistanê de bi hezaran kes winda bûn.

Rûken Ehmed got: “Her çendî hikumeta demkî a Şamê ji Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî re gotibe 1070’ê kes li gel wan girtiye, lê hejmar pir zêdetir e. Hêjmar digihêje 4000 kesî.”

Rûken Ehmed da zanîn ku ew dixwazin banga gel û malbatên girtiyan radestî saziyên navnetewî bikin û wiha axivî: “Dê kampanya ne tenê di çarçoveya Rojava û Sûriyeyê de be. Dê kampanyayek vekîrî be. Em dixwazin zexteke navnetewî çêbikin. Komîteyên lêkolînê û hesabxwestinê bên çêkirin. Heyva Sor a Navnetewî derbasî girtîgehan bibe. Ji bo pêkhatina entegrasyonê mîsogeriyek navnetewî hebe.”

Daxwaz û armancên kampanyayê bi nameyekê hatine rêzkirin.

“Daxwaznameyeke fermî der barê dosyaya dîl û kesên bi zorê veşartî de

“Azadî ji bo dîl û girtiyên bi zorê”

Bi navê dayik, xwişk û keçên kesên ku bi hezaran winda û girtî ne, em Kongra Star, rêxistinên jinan, hêzên demokratîk û rêxistinên civaka sivîl, ji we dixwazin ku hûn vê daxwaznameyê îmze bikin.

 Beşa armanckirî: Raya giştî ya navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî.

Naveroka Daxwaznameyê Em ên ku li jêr îmze kiriye, hevgirtina xwe ya tevahî bi malbatên kesên girtî û windayî re li herêmên Şêx Meqsûd, Eşrefiyê, Dêr Hafir, Tebqa û Reqayê radigihînin. Em binpêkirinên eşkere û zextên sîstematîk ên ku ji hêla Hêzên Ewlekariya Giştî yên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê ve tên kirin şermezar dikin, ku ev in:

 • Binpêkirina peymanan: Nepabendiya bi peymanên ku bi Hêzên Sûrya Demokratîk re hatine îmzekirin.

• Tawanên şer: Kuştinên bêdadwerî yên belgekirî û ziyangihandina sivîlan.

 • Veşartina bi zorê: Veşartina çarenûsa bi hezarên kesan di zindanên Ewlekariya Giştî de di bin tarîkirineke sîstematîk de.

Daxwazên Kampanyayê Em bang li Civaka Sivîl û saziyên têkildar (Xaça Sor, Rêxistina Mafên Mirovan, NY, CPT) dikin ku hemû yekser tedbîran bigirin û ji bo van tiştan tev bigerin:

 • Çarenûsa hemû kesên winda û bi zorê veşartî yên di girtîgeh û navendên girtinê yên Hêzên Ewlekariya Giştî de bi awayekî eşkere û bilez bê diyarkirin.

• Hemû dîl û girtî bê şert û merc bên berdan û saxlemiya wan a fîzîkî û derûnî bê misogerkirin.

 • Rawestandina yekser a hemû cureyên îşkenceyê, riswakirin û binpêkirinên mafên mirovan ên ku di bin navê operasyonên leşkerî de tên kirin.

• Avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe û bêalî ji bo lêkolîna kuştinên bêdadwerî û belgekirina hemû binpêkirinên ku hatine kirin.

• Hesabxwestina ji sûcdar û kesên berpirsyarê van kiryaran da ku bê sizakirin nemînin, wekî stûneke bingehîn a dadmendiya veguhêz.

 • Avakirina kanalên pêwendiyê yên lezgîn, di bin çavdêriya navneteweyî de (Xaça Sor), da ku malbat bikarin rewşa tenduristiya zarokên xwe nas bikin û destûr ji bo serdanan bê dayîn.

• Garantiyên qanûnî li dijî veguhastina girtiyan bo cihên din ên ku dibe ku jiyana wan bixe metirsiyê yan jî dosyaya veşartina wan a bi zorê bêtir tevlihev bike.

 ️Awayê Îmzekirinê Em ê heta 17ê Adara 2026an îmzeyên we berhev bikin.

 Nameya tevahî (ku hûn dikarin li vir bixwînin) digel hemû îmzeyan dê di 18ê Adarê, Roja Navneteweyî ya Girtiyên Siyasî de ji saziyên navneteweyî re werin şandin.

 Ji bo îmzekirinê, ji kerema xwe agahiyên jêrîn ji [email protected] re bişînin. Daneyên Elektronîk ên Piştgir û Îmzekeran:

1. Navê sêyane:……………………….

2. Navê kar û cihê wî:…………………

3. Cihê Rûniştinê: …………………….

“Pirsgirêka girtî û kesên veşartî babeteke mirovî ye ku ne mijara bazarê ye. Îmzeya we gaveke ber bi dadmendiyê ve ye.”

 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê KONGRA-GEL ji bo Salih Muslim û Osman Kiliç peyama sersaxiyê weşand
Nûçeya Pişt re 3 kesên ku konê sersaxiyê yê Elaa El Emîn şewitandin, hatin girtin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Şen piştî dîlgirtina 31 salan hat berdan

Girtiyê nexweş Alî Şen piştî 31 salan ji Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 ya…

Ji aliyê Stêrk TV

Trump gef li Îranê xwar: Divê bê şert teslîm bibe

Serokê DYE'yê Donald Trump diyar kir ku ew dizanin lîderê olî yê Îranê Hamaney li…

Ji aliyê Stêrk TV

Hatîmogûllari: Aştiya Tirkiyeyê firsendek dîrokî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di axaftina xwe ya Mitînga 1’ê Îlonê Roja…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Di lêpirsîna Ahbap de operasyona pêla çaremîn: 13 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Lêpirsîna Gulistan Dokû: 18 kes hatin binçavkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Li Mexmûrê komxebata derbarê zewaca temenê biçûk

Ji aliyê Stêrk TV
Jin

Ji bo parêzvana mafên jinên Kurd Gulhatun Kara kampanyaya

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?