Hate ragihandin ku di saetên vê êvarê de hezên li baregeha Qesrik a Koalîsyona Navneteweyî ya nêzî bajarokê Til Beyder ê bakurê Hesekê bi cih bûne, dronek xistin.
Çavkaniyan da zanîn ku ji destpêka êrişên îsraîlê û Amerîkayê li dijî Îranê ev cara duyemîn e ku baregeh bi dronan tê hedefgirtin.
Hat diyarkirin ku bi xistina dronê re tu zirar çênebûne.

