Bûyerên piştî Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo wê bêne şopandin.
Şerê DYE û Îsraîlê yê li ser Îranê û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.
Endamê Konseya Hevserokatiyê ya PYD’ê Salih Muslim ku roja Çarşemê jiyana xwe ji dest da, piştî merasîma cenaze ya li Qamişloyê wê ber bi Kobanê ve bê şandin.
Ji bo rojnamevan Osman Kiliç ê ku doh jiyana xwe ji dest dan, saet di 11:00 de li Den Haagê merasîma cenaze ya girseyî wê bê lidarxistin û piştre ber bi warê xwe ve bê şandin.
Endama Koordînasyona PAJK’ê Ayten Dersim anî ziman ku nameya Rêber Apo ya 8’ê Adarê ji bo wan diyariyek e û got, “Rêbertî rola pêşengiya aştiyê da jinan. Ji ber ku berpirsyariya guhertina vê cîhanê li ser milê jinan e.”
Hevseroka Bajarê Stenbolê ya DEM Partiyê Arîfe Çinar diyar kir ku di 22’ê Adarê de li Yenîkapiyê di Newroza Stenbolê de wê daxwaza demokrasî û azadiyê ya gelan bilind bikin.
Zeynep Ete ku par ji ber ku di Newroza Bismilê de şal li xwe kiribû kete ber lêpirsînê, bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê” bi 10 mehan cezayê girtîgehê hate cezakirin.
Awazê Çiya bi wesîleya Newroza 2026’an klîbek bi navê “Newroza Azadiyê” amade kir.

