Di 10’ê Îlona 2015’an de, dema ku li Sûr û Cizîra Botan berxwedanên xweseriyê berdewam dikirin, li navçeya Yenişehira Bursayê komeke nijadperest êrîşî avahiya HDP’ê û malên karkerên demsalî yên Kurd ên lê dijiyan kir. Di êrîşê de gelek kes birîndar bûn, lê di nava 11 salên borî de ne kesên ku êrîş pêk anîn, lê belê kesên ku rastî êrîşê hatibûn hatin darizandin û cezakirin. Di doza ku mexdûrên êrîşa nijadperest lê dihatin darizandin de, dozger xwest ku bersûcên hatî darizandin İzettin Alınmış, Salim Canlı, Niyazi Alanmış, Mehmet Amak û Hasan Akarçay bi sûcê “hewldana kuştina qestî” bi cezayê heta hetayê werin cezakirin. Her wiha daxwaza cezayên ek ji bo sûcên birîndarkirina qestî, xistina xetereyê ya ewlehiya giştî û li berxwedana li dijî erkdarên peywirdar jî kir.
Şandeya dadgehê di derbarê İzettin Alınmış de biryara berdanê da; lê ji bo Niyazi Alanmış, Mehmet Amak û Hasan Akarçay bi giştî nêzî 25 salan ceza aşkere kir û ji bo Salim Canlı jî bi giştî 12 sal ceza da. Di biryara ku tevdîra girtinê nehat sepandin de, ji bo kesên hatine darizandin qedexeya derketina derve ya welat hat sepandin.
LÊKOLÎNA CIHÊ BÛYERÊ TÊKILIYEKE BERBIÇAV AVANEKIR
Di rapora lêkolîna cihê bûyerê ya bûyera sala 2015’an de çek, fîşek, raporên bijîşkî yên birîndaran û agahiya di girtekên polîsan de ya ku digot “ji malan gule hatine reşandin” cih girt. Tevî ku di raporên lêkolîna cihê bûyerê de gelek fîşek, fîşekên vala û perçeyên kincan hatin dîtin jî, têkiliyeke berbiçav nehat avakirin ku ka ev ji aliyê kî ve hatine bikaranîn. Balkêş e ku li ser çekên hatine girtin lêkolîna balîstîk nehat kirin û tenê bi hinceta ku “li cihê bûyerê hatine dîtin” wekî delîl li dosyayê hatin zêdekirin.
Di doznameyê de li ser bersûc Mehmet Amak, Niyazi Alanmış, Salim Canlı, Hasan Akarçay û İzzettin Alınmış sûcdariya “hewldana kuştina qestî” hat kirin. Dozgeriyê angaşt kir ku di bûyerên 10’ê Îlona 2015’an de li Yenişehirê, van navan ji malên xwe ber bi qerebalixiyê ve gule reşandine û bûne sedema birîndarbûna çar kesan. Kesên di bûyerê de birîndar bûn Kadir Taşdemir, Muhammed Hakan Şen, Murat Kartalmış û Mert Kırdem diyar kirin ku ew ji cihên cuda birîndar bûne, lê wan kesên ku gule reşandine nedîtine. Mehmet Amak jî di îfadeya xwe de qebûl kir ku wî bi tivinga nêçîrê çend gule ber bi hewayê ve reşandine û got armanca wî dûrxistina qerebalixiyê bûye. Bersûcên din jî parastin ku wan bi gelemperî ber bi hewayê ve gule reşandine an jî qet çek bikar neanîne.
Îfadeyên şahidan jî nakok bûn. Şahidan gotin ku wan dîtiye Hasan Akarçay rasterast bi demançeyê ber bi qerebalixiyê ve gule reşandiye. Şahidên din jî gotin ku wan tenê dengê çekan bihîstiye û di tariyê de ferq nekirine ka kî gule berdide. Îfadeyên şahidên polîs hîn bi sînor bûn; wan got ku li cihê bûyerê qerebalixek hebû, bi gazê destwerdan hatiye kirin, lê wan rasterast nedîtiye ka bi çekan gule hatine reşandin an na.
ÎFADEYÊN ŞAHIDAN NAKOK IN
Mehmet Amak ê ku tê darizandin, got roja bûyerê dema hîn bûye êrîşî mala wî tê kirin çûye mala ku xizmên wî lê ne û bi tivinga nêçîrê ya ku bi xwe re aniye tenê ber bi hewayê ve gule reşandiye. Got: “Min ji bo dûrxistina qerebalixê gule reşandin, min kesek nekir hedef.” Niyazi Alanmış û Salim Canlı jî parastin ku wan bi demançe û demançeya dengdar ber bi hewayê ve gule reşandine û kesek nekirine hedef. Hasan Akarçay jî bi gotina “min çek bikar neaniye” hemû sûcdarî red kirin.
Parêzerê bersûc İzzettin Alınmış jî di parastina kir de destnîşan kir ku tu delîleke rasterast nîn e ku muwekîlê wî gule reşandiye. Diyar kir ku di dosyayê de bersûcên ku jixwe qebûl dikin gule reşandine hene, tevî vê yekê wekî “ kirarê hevpar” dîtina Alınmış li dijî hiqûqê ye. Got ku angaşta dîtina fîşekekê ya xwemalî tivingê di rapora krîmînal de ne teqez e û nayê zanîn ka ew fîşek kengî û ji aliyê kî ve hatiye teqandin.
Parêzerê Alınmış anî ziman ku bûyer di nav hawirdoreke lînc û êrîşê de pêk hatiye, di malê de jin û zarok hebûne û di van şertan de îddiaya “qesta kuştinê” li dijî herikîna jiyanê ya asayî ye. Parêzer got: “Mutalaaya dozgeriyê li ser pêşpênasan e. Cezakirina muwekîlê min tê wateya mehkûmiyeta li ser bingeha gumanê. Ji ber vê yekê divê biryara beraatê were dayîn.”
RAPORA NEXWEŞXANEYÊ KIRAR NÎŞAN NADE
Ji aliyê din ve, rapora nexweşxaneyê ya ku dozgerî wekî hinceta cezayê nîşan dide, bi zelalî diyar dike ku di laşê birîndaran de şopên guleyan hene. Lê belê parêzer destnîşan dikin ku rapor tenê birîndarbûnê belge dikin, nîşan nadin ka kirar kî ye. Parêzer dibêjin: “Di raporan de şopên guleyan hene lê ev îspat nake ku muwekîlên me gule reşandine. Di bûyerê de gelek kes hebûn, ne diyar e ka kê çek bikar aniye. Dozgerî raporan ne ji bo tespîtkirina kirar, lê ji bo nîşandana giraniya bûyerê bikar tîne. Ev jî daxwaza cezayê ya li ser bingeha pêşpênasan (guman) e.” Her wiha bi bîr xistin ku di raporan de tu teşhîsek li ser kesê gule reşandiye nîn e, tenê dîtinên bijîşkî cih digirin.

