Yekşem, 10 Gulan 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Girtiyên li Girtîgeha Dîzlava bi xetereyek mezin re rû bi rû ne

    Ji aliyê Stêrk TV

    HRANA: Xwezaya Îran û Rojhilatê Kurdistanê di şer de wêran dibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo 2 girtiyên nexweş çalakî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Fransa, Spanya û Kanadayê daxwaza tehliyeya Nergiz Muhammediyê kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Şemiyê aqûbeta Yaman û Gul pirsîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Barzanî wê biçe Tirkiyeyê

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cotkar: Ji ber zilma DEDAŞ’ê em neçar man erdên xwe bifiroşin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Nobeta Li dijî JES’an wê ji gundan jî destpê bike

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    ‘Darvekirin me naşkîne; rehên me bera binê axê dide’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Tulay Hatîmogûllari: Ger em li Tirkiyeyê aştiyê ava bikin, Tirkiye dê demokratîk bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dayikên Aştiyê wê li 33 bajaran daxuyanî bidin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Divê gel yekîtiya xwe bi xwe ava bike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    KJAR’ê şehîdên ‘Sêdarê’ bi bîr anî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Îranê 13 roj in agahî ji aktîvîst Leyla Caferlu nayê girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Binarê Qendîl kelecana festîvalê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Çanda Kurdî li Festîvala Navneteweyî ya “Ruhê Rûsyayê” li Moskowê hate nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di roja sêyemîn a festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de konsera ji hunera Kurdî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Têkoşîna tevgera Apoyî têkoşîna çand û ziman e

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê çanda Kurdî di festîvala ‘Ruhê Rûsyayê’ de tê nîşandan

    Ji aliyê Stêrk TV

    4 hezar sal in nehatibû xwendin: Nivîsa Elamî hat deşifrekirin; gelo Elamî Kurd in?

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • STENBOL
  • AMED
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Polîsan sîxurtî li dayik û bav ferz kirine
10 xwendekarên ODTU hatin binçavkirin
Li Îranê 5 ciwan hatin darvekirin
Dîsa êrîşî Kampa Sûrdaş hate kirin
Li Efrînê di mehekê de 8 kes hatin revandin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > MED TUHAD-FED’ê ji bo dîtina Reber Apo serlêdan kir
Kurdistan

MED TUHAD-FED’ê ji bo dîtina Reber Apo serlêdan kir

Rêveberên MED TUHAD-FED'ê bi civînekê ragihand ku ji bo dîtina Rêber Apo wan serî li Wezareta Edaletê dane.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 25. Adar 2026 Dema xwendinê: 6 dq.
Parvekirin

Federasyona Komaleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hukumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) têkildarî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan û pêvajoya heyî li avahiya xwe ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevserokên MED TUHAD-FED’ê Kerem Canpolat û Pinar Sakik Tekîn di civînê de axivîn. MED TUHAD-FED’ê di civînê de bal kişand ser binpêkirinên mafan û zextên li girtîgehan û da zanîn ku bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Dadê dane.

Di daxuyaniyê bal kişandin ser girtiyên nexweşên zindana û ji bo zextên li ser zindanan bê sekinan bi awayekî fermî Rêber Apo re hevdîtin bikin serlêdana Wezareta Edaletê hatiye kirin.

Kerem Canpolat ku ewilî axivî, bal kişand ser pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” û got: “Ev pêvajo li welatê me destpêkirî bi taybetî li Rojhilata Navîn ku îro şerê Amerîka, Îran û Îsraîlê tê de didome, xwedî wateyeke gelekî mezin e. Pêvajoya ku li Tirkiye û bakurê Kurdistanê dest pê kiriye û didome, di demeke baş û zêrîn de dest pê kiriye. Em hêvîdar in ku ev pêvajo bidome. Divê astengî û xetimandinên li pêşiya vê pêvajoyê, ji aliyê dewletê, hikûmetê û desthilatdariyê ve rast werin xwendin; bi aliyê erênî û aştiyê ve werin nirxandin û ji bo qonaxa duyemîn, ber bi dayîna mafan ve gav werin avêtin.”

Kerem Canpolat nerazîbûna xwe nîşanî binpêkirinên mafan ên li girtîgehan diqewimin da û wiha domand: “Her çend dewlet dibêje em pêvajoyê didomin jî, di zindanan de zext, zehmetî û binpêkirinên mafên mirovan hene. Nêzî şeş meh in li zindanên Tirkiye û Kurdistanê tiştên nebaş çêdibin. Em van tiştên nebaş tenê wekî kêmasiyên îdareyê nanirxînin; em dibêjin ku ev nêzîkatiyeke sîstematîk e û ji aliyê dewletê ve tê meşandin. Ev yek jî derbarê pêvajoyê de me dixe nav guman û fikaran. Civaka me bi girtîgehan ve girêdayî ye; bi hezaran girtiyên azadiyê û bi sed hezaran malbatên wan hene. Di dîroka van sed salan de, dewletê her tim Kurd xapandine û sozên xwe bi cih neanîne, lewma gumanên heyî zêde dibin. Li zindanên Erzirom, Qeyserî, Xarpêt, Kurkçulera Edeneyê û Amedê zextên mezin hene, mafên tenduristî û însanî yên girtiyan tên astengkirin.”

Kerem Canpolat destnîşan kir ku bingeha pêvajoyê li zindanan e û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Girtiyên azadiyê ji bo malbatên me û civaka kurd xeteke sor in. Em dixwazin dewlet û tevahiya siyaseta Tirkiyeyê vê xeta sor fêm bikin û bi hurmet nêzîkî girtiyan bibin. Her wiha, girtiyên ku cezayên wan qediyane, bi hincetên biçûk û derqanûnî ji aliyê desteyan ve nayên berdan; înfaza wan du, çar, an jî şeş mehan tê taloqkirin û şewitandin. Divê dewlet demildest vê neheqiyê çareser bike û girtiyên ku cezayê wan qediya ye azad bike. Girtiyên ku bi salan di zindanan de mane, heke werin berdan dikarin li derve ji bo pêvajo û civakê alîkariyeke mezin bikin.”

Pinar Sakik Tekîn jî bi lêv kir ku her çiqas pêvajoya heyî berdewam bike jî ev yek bandorê li girtîgehan nake û da zanîn ku ji bo bi Rêber Apo re hevdîtinê bikin serî li Wezareta Edaletê dane. Pinar Sakik Tekîn anî ziman ku li girtîgehan bi awayekî sîstematîk pêkanîn keyfî tên kirin û got: “Îro girtiyên nexweşên giran û yên temen mezin bi israr di hundir de tên hiştin. Weke sazî, me çend caran ev mijar xist rojeva wijdana raya giştî û me çiqas bang li rayedaran kiribe jî, mixabin ev rewş hêj jî berdewam dike.”

Pinar Sakik Tekîn bal kişand ser Mehmet Edîp Taşar ê duh li Girtîgeha Sîlîvriyê jiyana xwe ji dest da û wiha domand: “Gelek hevalên din jî di heman rewşê de ne. Mehmet Emîn Çam heye; ew jî bi heman awayî nexweş e, di rewşeke wisa de ye ku êdî malbata xwe nas nake û temenê wî jî zêdetirî 70 saliyê ye. Dîsa em dikarin Fîkrî Tûglûk weke mînak nîşan bidin. Fikri Tûglûk nêzî 30 salan di girtîgehê de ma û hate berdan. Hevrêyê me yê ku bi rapora bijîşkan a “nikare di girtîgehê de bimîne” hatibû berdan, careke din hate girtin. Sedem çi ye? Ji ber ku bijîşkan ew raporên pêwîst nedan, hevalê me careke din hate girtin. Bi vî awayî gelek navên din hene ku em dikarin weke mînak nîşan bidin. Û hiştina van mirovan a di hundir de, ji siyasetê wêdetir e û bêguman rewşeke nayê qebûlkirin e. Di vê xalê de, di demekê de ku divê ATK bi çavdêrî û venêrînên xwe yên di nava sîstema hiqûqê de alîkariya dadperweriyê bike, mixabin îro bi nêzîkatiyên xwe yên keyfî, bi nêzîkatiyên xwe yên di bin navê ‘dosyeya terorê’ de, bi helwesta xwe ya alîgir û cudaxwaz re dibe sedema derketina vê tabloya nexweş. Ji ber vê sedemê, divê girtiyên nexweş demildest werin berdan.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê FEDA û DAKB’ê ji bo Haydar Sever peyama sersaxiyê weşandin
Nûçeya Pişt re Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê piştgirî da projeya neteweyî
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

YRA: Êrişa li dijî rojnamevanan hewldana ji bo tarîkirina rastiyê ye

YRA'yê li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî ya li Qamişloyê daxuyaniyek da û diyar kir ku…

Ji aliyê Stêrk TV

Pisîka Serîpehn a nifşê wê li ber tinebûnê bû, careke din hate dîtin

Pisîka bejî ya serîpehn ku demeke dirêj e dihate texmînkirin ku nifşê wê li Taylandê…

Ji aliyê Stêrk TV

Tulay Hatîmogûllari: Ji bo girtiyên Gezî û Kobanê hîn bêhtir piştevanî divê

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari got, "Ji bo azadkirina girtiyên ji doza Gezî…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Tevgera Nifşê Nû bi YNK’ê re li hev kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Hozan Mizgîn li Qoserê hat bîranîn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Xizmên windayan di hefteya 900’an de hatin ba hev

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Bajarê bi rêya şerê taybet hatiye bêdengkirin: Çewlig-III

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV kanaleke pirziman ya nûçeyan e. Zimanê sereke ya kanalê kurdî ye. Kanal bi van zimanan nûçeyan diweşîne; kurmancî, soranî, goranî, hewramî, dimilî û îngilîzî.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?