Parlamenterên Mersînê yên DEM Partiyê Alî Bozan û Perîhan Koca diyar kirin ku di encama lêkolînên xwe de tespît kirine ku li Mersînê cihê hilbijêran hatine guhertin.
Bozan ji ANF’ê re axivî û anî ziman ku ji 1’ê Cotmehê û vir ve ew li ser mijarê dixebitin, ji ber ku piştî hilbijartinên giştî yên meha Gulanê wan di 1’ê Cotmehê de qeydên hilbijêran hemûyan ji Desteya Hilbijartinê ya Bilind wergirtine û dîtine ku li navçeya Akdenîzê di nava çar mehan de 3 hezar û 200 hilbijêr zêde bûne.
Bozan ragihand ku ji bo zêdebûna hilbijêran ne cihekî kar hatiye avakirin, ne avahî hatiye çêkirin û got, “Ji xwe ji sala 2014’an û vir ve navçeya Akdenîzê ji aliyê hejmara hilbijêran ve timî kêm kir, yanî koç jê çêbû. Li navçeyeke ku koçberî jê çêdibe, di nava çar mehan de zêdebûna 3 hezar û 200 hilbijêrî cihê gumanan e.”
Bozan diyar kir ku wan tespît kirine li 50 malan di ser zêdeyî 20 malan hilbijêrên nû hatine qeydkirin û anî ziman ku di 23 rojên dawî de ew çûne van malan û wan fêhm kirine ku haya mirovên li van malan jî ji hilbijêrên hatine qeydkirin nîne.
Bozan ragrihand ku bi taybetî adresên nêzî AKP’ê, deverên ku koçberên Sûriyeyî lê ne û xera bûne hatine hilbijartin û got, “Tevî xwendiyên malan ên ku haya wan ji vê meseleyê nîne em hewl didin gilî bikin, li ber rabin. Di heman demê de weke DEM Partiyê em li ber hilbijêrên bi guman radibin, her wiha karê ji bo tespîtkirina guhertina cihê hilbijêran dimeşînin.”
Bozan diyar kir ku karê guhertin û qeydkirina cihê hilbijêran ji aliyê AKP’ê ve, ji aliyê Şaredariya Akdenîzê ya AKP’yî ve tê kirin.
Parlamenterê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku hin ji mirovan nizanin bê xizmetê ji çi re dikin û got, “Bi taybetî li navçeyên Mezîtlî, Yenîşehîr, Toroslarê, ji mirovan re dibêjin ‘nûmara xwe ya nasnameya Tirk bidin, em ê alîkariya civakî bi we re bikin’ qeyda wan a hilbijêran hate wergirtin. Mirovên bi vî rengî hatine xapandin, di heman demê de wê neçar bimînin ku cezayê pere bidin. Têkildarî vê yekê em ê serî li midûriyetên nifûsê û dozgeriyê bidin.”