Li gorî çavkanyên herêmî, li dikanekê li kolana El Xezel a taxa Ezîziyê ya bajarê Hesekê, teqînekî çêbû.
Li gorî agahiyên di encama teqînê de yek jê zarok 6 kes jiyana xwe ji dest dan û kesek birîndar bû. Di agahiyên destpêkê de hatibû ragihandin ku kesek jiyana xwe ji dest daye û kesek jî birîndar bûye.
Hêzên Ewlekariya Hundirîn çûn cihê bûyerê. Derbarê sedema teqînê de hîna agahiyek zelal nehatiye bidestxistin.

