Bobelata dawîn a li peravên Bodrûmê ku 18 koçberan jiyana xwe ji dest da, rûyê koçberiya kaçax û lawaziya ewlehiyê ya koçber rû bi rû dimînin dubare anîn rojevê.
Parêzer Ahmet Baran Çelîk ê ku di bin banê GOÇÎZDER’ê de dixebite, anî ziman ku mirinên li herêmê ne ‘’qeza’’ ne çavbirçîtiya însanan û ‘’cînayeta’’ bi rêya xemsariya dewletan e. Parêzer Ahmet Baran Çelîk diyar kir ku şerên bêdawî yên li Rojhilata Navîn û rageşiya li Îranê zêe dibe wê rê li ber pêlçm koçberiyê yên zêdetir veke û got ku ji bo aşitiya mayînde modela jiyana hevpar a demokratîk çareseriya rastîn e.
‘EV, CÎNAYETEKE EŞKERE YE’
Parêzer Ahmet Baran Çelîk da zanîn ku bobelata li peravên Bodrûmê ku 18 koçberan jiyana xwe ji dest da, cînayeteke eşkeye û ev yek anîn ziman: ‘’Mixabin ku bûyereke ku bûye sedemam mirinan qewimî. Nabe ku em ji vê yekê re bibêjin qeza; ji ber ku bi awayekî eşkere ev cînayetek e. Kaçaxçiyên ku hewl didin bi bot û keştiyan însanan bibin aliyê din, berpirsên şênber û yekemîn ên vê cînayetê ne. Bi giştî hewl didin ku bi gelek însanan derbasî aliyê din bibin. Ne pêkan e ku ev qas însan li botên heyî siwar bibin.
Di vê bûyera dawîn de em tam nizanin bê ka di botê de çend kes hebûne; lê belê bi giştî di encama binavbûna botan a ji ber vê yekê gelek kes jiyana xwe ji dest didin. Her wiha bi armanca zêdeqezenckirinê gelek kesan li wan botan siwar dikin û gelek bi lez diçin. Ev çavbirçîtî û nêzîkatiya ku jiyana însanan tune dihesibîne mixabin dibin sedema mirinan.’’
‘ŞERÊN LI ROJHILATA NAVÎN MIRIN Û XIZANIYÊ BI XWE RE TÎNIN’
Parêzer Ahmet Baran Çelîk piştre anî ziman ku berpirsên din ên cînayetê dewlet û rêxistin in ku berê însanan koçberiyê û got: ‘’Şerên bêdawî yên li Rojhilata Navîn bi xwe re xizanî û mirinan tînin. Însanên ku ji van şert û mercan direvin û bi hêviya jiyaneke mirovane berê xwe didin welatên din, di rêyên koçberiyê de dibin qurbaniyên mayin, êrîş, birçîbûn û kaçaxçiyan. Berpirpirsiyareke din jî ew welat in ku di rêya koçberiyê de tedbîr û ewlehiyê dabîn nakin. Bi taybetî jî li herêmên Ege û Behra Spî tedbîrên hewce nayên standin û di dema qezayan de alîkariya lezgîn û baş nayê kirin. Ev yek ji bo welatên li rex van behran jî derbasdar e. Her wiha divê em balê bikşînin ser berpirsiyariya welatên Ewropayê jî. Bi taybetî welatên weke Yewnanistan û Îtalyayê, carna bi nêzîkatiyeke ku ji xemsariyê wêdetir ji mirina însanan re dibin sedem.’’
‘TIŞTA KU BAJARAN XIRAB DIKE Û DIBE SEDEMA KOÇBERIYÊ ŞER IN’
Parêzer Ahmet Baran Çelîk di dewama axaftina xwe de diyar kir ku rageşiya li Îranê zêde dibe rê li ber pêlên koçberiyê yên nû vedike û ev yek anîn ziman: ‘’Êrîşên li Îranê û rageşiya ku li herêmê zêde dibe helbet rê li ber pêlên koçberiyê yên nû vedike. Însan ji ber êrîşên hewayî yên a niha hewl didin cihê xwe biguherînin. Her wiha zêdebûna van êrîşan wê koçberiya ber bi welatên cuda ve zêdetir bike. Rewşa heyî wê pêvajoyê diyar bike.’’
‘DEMOKRASÎ Û XETA JIYANA HEVPAR TEKANE ÇARESERÎ NE’
Parêzer Ahmet Baran Çelîk di dawiya axaftina xwe de got ku avaniya pirçandî ya li Îranê wê bes bi nêzîkatiya demokratîk were parastin û pêşniyara xwe ya têkildarî çareseriyê wiha anî ziman: ‘’Kîjan alî ser dikeve bila bikeve wê Îran bi pêleke şer û koçberiyê re rû bi rû bimîne. Li vir divê ji pêşniyara ku weke ‘’rêya sêyemîn’’ tê pênasekirin re şens were dayîn. Ev nêzîkatiya ku em jêre dibêjin demokrasî û xeta jiyana hevpar, weke çareseriya rastîn li pêşiya me disekine. Weletekî weke Îranê ku lê gel û baweriyên cuda hene, dikare bes bi rêya nêzîkatiya demokratîk û aşitiyane yekîtiya xwe biparêze.
Ev yek bes ne ji bo Îranê di heman demê de ji bo Sûriye, Iraq û Tirkiyeyê jî derbasdar e. Ez hêvî dikim ku pêşniyara Birêz Ocalan a têkildarî vê mijarê, ji aliyê gelên li vir dijîn ve li ber çavan were girtin.’’

