Li Fransa û Belçîkayê zêdebûna tund a bihayên enerjî û sotemeniyê, ne tenê bandora li ser malbatan, lê nîqaşên li ser çawaniya bandora budceyên dewletê jî careke din anî rojevê. Di her du welatan de jî tê diyarkirin ku bi zêdebûna bihayê re dahatên BNZ’yê bixweber bilind dibin, lê nîqaşa bingehîn li ser vê yekê ye ku gelo ev rewş ji bo dewletan tê wateya dahateke zêde ya rastîn an na.
LI FRANSAYÊ NÎQAŞA “KASEYA DEWLETÊ” TIJÎ DIBE TÊ KIRIN
Li Fransayê opozîsyon îdia dike ku bi taybetî ji ber bihayên li pompayê, dewlet bi mîlyaran euro dahata bacê ya zêde bi dest xistiye. Ji opozîsyona rastgir Laurent Wauquiez parast ku ji destpêka krîzê ve dewletê ji sotemeniyê di navbera 2 heta 3 mîlyar euroyî de baca zêde kom kiriye û xwest ku ev drav bi rêya kêmkirina bacê ji bo ajokaran re were vegerandin.
Lê belê hukûmet vê angaştê red dike. Li gorî rêveberiya Parîsê, her çend bihayê pompayê zêde bibe û dahatên KDV’yê bilind bibin jî, ji ber kêmkirina xerckirinê, sistbûna mezinbûna aborî û zêdebûna barê faîzê, ev yek di budceyê de zêdebûna kaseyê ya rastîn peyda nake.
Hukûmeta Fransayê her wiha nîqaşa li ser wê yekê vekir ku dahatên zêde yên pêkan, li şûna ku rasterast ji gel re werin vegerandin, di fînansekirina elektrîkfîkasyona aborî û veguherîna enerjiyê de werin bikaranîn. Ev yek bû sedema nerazîbûneke mezintir a opozîsyonê.
LI BELÇÎKAYÊ HEJMARÊN BI NÎQAŞ
Nîqaşeke wekhev li Belçîkayê jî heye. Piştî zêdebûna bihayên elektrîk, gaz, mazot û benzînê, partiyên siyasî yên cuda û pispor li ser rêjeya dahata zêde ya ku dewletê bi rêya BNZ’yê bi dest xistiye, hejmarên gelek ji hev cuda eşkere dikin.
Hin derdorên siyasî parastin ku ev dahata zêde mehane nêzî 25 mîlyon euro ye, lê hinek hesabên din vê hejmarê heta 74 heta 94 mîlyon euroyî bilind dikin. Lê belê Rêveberiya Darayî ya Belçîkayê bixwe jî nikare di vê mijarê de hejmareke zelal bide.
Li gorî rayedaran, ji ber guherîna rêjeya xerckirinê yên welatiyan, meyla ber bi peymanên bihayê westar û bandorên demsalî, zor e ku were tespîtkirin ka dewletê bi rastî çiqas dahata zêde bi dest xistiye.
Li gorî aborînasan, tenê bi nihêrîna li dahatên BNZ’yê, gotina ku dewlet ji krîza enerjiyê bi qezenc derketiye dê nirxandineke kêm be.
Ji ber ku li gorî hin aborînasan, dema bihayê enerjiyê zêde dibe welatî kêm sotemenî û enerjiyê dixebitînin, lewma bacên maktû ango bacên wekî baca xerckirina taybet kêm dibin, lêçûnên bilind ên enerjiyê mezinbûna aborî sist dike, fatûreyên enerjiyê yên saziyên cemaweriyê bilind dibin, ji ber enflasyonê mûçeyên karmendan, teqawîdan û alîkariyên civakî zêde dibin û her wiha mesrefên deynkirina dewletê jî bilind dibin.
Ji ber vê yekê, hem li Fransa û hem jî li Belçîkayê hukûmet parastin ku her çend zêdebûna bihayê di dema kurt de hin dahatên bacê bîne jî, di tabloya giştî de ev yek ji bo budceyê ne qezenceke teqez e, barekî darayî yê giran e.
ÇIMA DAHATA ZÊDE JI GEL RE NAYÊ VEGERANDIN?
Di navenda nîqaşê de ev pirs heye: Heke dewlet ji zêdebûna bihayê dahata zêde bi dest dixe, gelo divê ev dahat ji bo sivikkirina fatûreya welatiyan were bikaranîn, yan ji bo girtina valahiya budceyê û fînansekirina veguherîna enerjiyê?
Li Fransayê daxwazên kêmkirina bacên sotemeniyê bilind dibin, li Belçîkayê jî vebijarkên piştgiriya enerjiyê ya hedefkirî, bi taybetî ji bo malbatên kêmdahat derdikevin pêş. Lê belê di her du welatan de jî hukûmet, bi hinceta mezinbûna valahiya darayî, ji paketên piştgiriyê yan kêmkirina bacê ya berfireh re bi guman nêzîk dibin.

