Endamê Tevgera Azadiyê Şiyar Dersim bi wesîleya rojbûna Rêber Apo ji ajansa me re axivî. Şiyar Dersim diyar kir ku 4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna Rêber Apo ye, rojbûna her kesî ye û got, “4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Apo ye. Bi rastî rojbûna me hemûyan e. Di vê wateyê de ev ne rojbûnek biyolojîk e, rojbûna azadiyê îfade dike. Ev yek bi têkoşîna ku zêdetirî 50 salan, nîv sedsalê berdewam kir, hat îspatkirin. Rêber Apo bû hêviya hemû mirovahiyê, bû hêviya azadiyê û ev di meha Adarê şênber bû. Em 8’ê Adarê û Newroza ku heta niha yên herî bi heybet jiyan. Bû hêviya ku ji Kurdistanê li hemû cîhanê belav bû. Şênber bû. Di Newrozê de her kesî ev yek dît.”
‘HÊVIYA AZADIYÊ LI SERANSERÊ CÎHANÊ BELAV DIBE’
Şiyar Dersim wiha dewam kir: “Her ku ramanên Rêber li seranserê cîhanê belav dibin, hêviya azadiyê ji hêvîbûnê derdikeve. Şênber dibe. Bi mîlyonan kes, ne tenê civaka Kurd, di heman demê de gelên Rojhilata Navîn û mirovahî hêviyê di Rêber Apo de dibînin. Di ramanên Rêber Apo de dibînin. Di vê wateyê de em 4’ê Nîsanê li ser vê bingehê pîroz dikin û pêşwazî dikin. Hêviya azadiyê her ku diçe dibe yê mîlyonan û ev azadiyê îfade dike. Hin xalên girîng ên ku Rêbertî dibêje hene. Rêber Apo dibêje; ‘Kes nikare ji koletiyê azadiyê ji min bixwaze’. Li beramberî vê rêgeza ‘Yên ku şer dikin azad dibin, yên ku azad dibin xweşik dibin û yên ku xweşik dibin têne hezkirin’ danî. Ev rêgez di meha Adarê de bê goşt û hestî. Hêviya azadiyê li seranserê cîhanê belav dibe.
Bi kurtasî, ez roja azadiya me di serî li Rêbertiyê pîroz dikim. Ez li hemû civakan û hemû gelan pîroz dikim û ji wan re serketinê dixwazim. Bi vê boneyê, ez dixwazim stranek ku Rêbertî guhdar dikir, bibêjim. Bi vî awayî, ez careke din 4’ê Nîsanê, roja bûyîna azadiyê pîroz dikim. Serketinê dixwazim.”
Şiyar Dersîm axaftina xwe bi gotina strana ku Rêber Apo berê guhdar dikir, bi dawî kir.

