Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB), Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD), der barê binpêkirinên mafan ên li girtîgehên Tirkiyeyê de daxuyaniyeke nivîskî ya hevpar weşandin.
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku li gelek girtîgehan girtî nagihîjin mafên xwe yên herî bingehîn û şert û mercên giran ên tecrîdê veguherîne sepaneke sîstematîk.
Di daxuyaniyê de bal kişandin ser girtiyê bi navê Rojhat Babat ê ku di 1’ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest dabû û ev tişt hate gotin: “Di 1’ê Nîsana 2026’an de agahî hatiye dayîn ku wî li Nexweşxaneya Bajêr a Kayseriyê dawî li jiyana xwe aniye. Dîsa li gorî agahiyên di çapemeniyê de, di dema hewldana întîharê û sewqkirina nexweşxaneyê de tu agahî nedane malbata wî, cenaze şandine bajarê Wanê yê ku malbat lê dijî û daxwaza malbatê ya ji bo otopsiya duyemîn jî nehatiye qebûlkirin.”
Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku girtîgehên ku di raya giştî de wekî “Tîpa Bîrê” tên zanîn li gorî modela tecrîda yekkesî hatine avakirin û wiha hate gotin: “Di van hucreyên yekkesî de hewş tune ye û li ber pencereyan têlên pir stûr hene. Kesên li vir tên ragirtin, rojê di navbera saetek an du saetan de dibin li cihekî din, derdixin hewşê. Teknolojiyên pêşketî di van tîpên girtîgehan de ji bo zêdekirina tecrîda mirovan tê bikaranîn. ji bo rakirina binpêkirinên mafan ên li girtîgehan tevdîrên pêwîst nayên girtin, girtî gelek caran dikevin çalakiya greva birçîbûnê. Tahsîn Sagaltici, Gurkan Turkoglû û Huseyîn Ozen ên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Doşemealti ya Antalyayê tên ragirtin, bi daxwaza girtina Girtîgehên Ewlehiya Bilind û sewqkirina girtiyan a bo girtîgehên cuda, dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Ji roja 11.04.2026’an ve girtî Tahsîn Sagaltici û Gurkan Turkoglû di roja 256’an, Huseyîn Ozen jî di roja 236’an a greva birçîbûnê de ne. Di encama greva birçîbûnê ya demdirêj de, girtiyan kîlo winda kirine, rîska enfeksiyonê û rewşên xeternak ên li ser jiyana wan derketine holê û tendurustiya wan gihîştiye asteke krîtîk.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku tevî nexweşiyên giran ên girtiyan, ji ber raporên Saziya Tiba Edlî (ATK) yên “ne zanistî” nayên tehliyekirin û wiha hate gotin: “Mînaka herî dawî ya vê yekê, girtiyê nexweş ê giran Mehmet Edîp Taşar ê 70 salî bû. Taşar ê li Girtîgeha Tîpa L a Marmarayê dihate ragirtin û nexweşiyên wî yên kronîk ên mîna nexweşiya dil, pençeşêra prostatê, diyabet, KOAH û nexweşiya gurçikan hebûn, tevî ku kîloya wî ketibû binê 40’î û êdî nikaribû rabe ser pêyan, nehate tehliyekirin û li nexweşxaneya ku lê dihate tedawîkirin jiyana xwe ji dest da.”
Saziyan di daxuyaniya xwe ya hevpar de ev daxwaz rêz kirin:
* Divê tavilê sepanên tecrîdê yên li girtîgehan bi dawî bibin, daxwazên girtiyên ku ji bo protestokirina tecrîdê di greva birçîbûnê de ne, bên cî.
* Der barê mirinên gumanbar ên li girtîgehan de lêpirsîneke bi bandor bê kirin û raya giştî bê agahdarkirin.
* Mafê girtiyên nexweş ê gihîştina tedawiyê bê misogerkirin, raporên lijneyên tenduristiyê yên serbixwe esas bêne girtin û astengiyên qanûnî û îdarî yên li pêşberî berdana wan bên rakirin.
* Lijneyên Îdarî û Çavdêriyê yên ku ji bo gelek girtiyan biryara “ne başhaliyê” didin û mafê wan ê tehliyeya bişert asteng dikin, bên betalkirin.
* Ji bo şopandina binpêkirinên li girtîgehan, mekanîzmayeke kontrolê ya ku rêxistinên civakî yên sivîl jî tê de cih digirin, bê avakirin.

