Di xwepêşandana bi navê “Qanûn û Rûmet” a li Qada Yûsif El Ezme ya Şamê de 9 kes birîndar bûn.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku li Şamê girseyeke mezin bi daxwaza başkirina rewşa debarê li Qada Yûsif El Ezme xwepêşandan li dar xist. Alîgirên hikumeta demkî êrişî xwepêşandêran kir, 9 kes birîndar bûn.
SOHRˊê da zanîn ku komek ji alîgirên hikumeta demkî ketin nava xwepêşandêran, siloganên nijadperestî û gotinên nebaş kirin, nehiştin kes dîmenan bikişîne. Bi wê re tevliheviyek çêbû û metirsî derket.
Li gorî SOHRˊê, dema bûyer quwmiye endamên hêzên hikumeta demkî li wir bûn û tu tedbîrên ji bo parastina xwepêşandêran negirtin.

