Navend û Komîsyonên mafên jinan ên baroyên bajarên Kurdistanê li ber Edliyeya Dersimê der barê lêpirsîna Gulistan Doku de daxuyanî dan çapemeniyê. Cîgira Serokatiya Baroyên Tirkiyeyê Bahar Candemir, jî beşdarî daxuyaniyê bû. Di daxuyaniyê de pankarta bi nivîsa “Em ê heta ku kuştinên veşartî bên ronîkirin têbikoşin” hat vekirin û daxuyaniya hevbeş ji hêla Endama Baroya Dersimê Hêlîn Bûlût ve hat xwendin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
“Xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistan Doku, di 5’ê Çileya 2020’an de li Dersimê winda bû û tevî ku nêzîkî şeş sal derbas bûne jî, aqûbeta wê hîn ne diyar e. Xebatên lêgerîn û lêpirsînê yên di vê demê de hatin kirin, negihîştin encamên ku li gorî bendewariyên raya giştî bin; berevajî vê, doz bi salan re hîn bêtir di nav sir û nihêniyê de maye. Rastiya ku pirsa çi bi serê jineke ciwan hatiye şeş salan bêbersiv maye, ne tenê bûyereke windabûna takekesî ye, di heman demê de dîmenekî pir cidî jî nîşan dide ji hêla bandora serdestiya hiqûqê ve.
Di vê heyama dirêj de, heta pirsên herî bingehîn ên li ser cihê Gulistan Doku, çi bi serê wê hatiye û çawa bûyer qewimîne jî bi awayekî têrker nehatine bersivandin; dosye wekî xwe hatiye hiştin û bêbandor bûye. Vê rewşê di wijdanê raya giştî de birîneke kûr çêkiriye, baweriya bi edaletê bi giranî lawaz kiriye û têgihîştina bêcezatiyê xurt kiriye. Dubarebûna dosyeyên bi vî rengî, bi taybetî di dosyeyên jinên bi awayekî biguman jiyana xwe ji dest dane an jî winda bûne de, nîşan dide ku ev dosye ne tenê bûyereke takekesî ye, beşek ji pirsgirêkek avaniyî ye.
Parastina mafê jiyanê yê jinan û misogerkirina lêpirsîna bibandor, bilez û serbixwe ya bûyerên windabûn û mirinên gumanbar erkên dewletê yên bivênevê ne. Lê belê, rewşa ku di dosyeya Gulistan Doku de derket holê nîşan dide ku ev erk bi salan e bi rêkûpêk nehatiye bicîhanîn û bêcezatî her ku çûye zêdetir bûye. Rastiya ku aqûbeta jineke ciwan şeş salan nekarî bê diyarkirin ne tenê têkçûna lêpirsînê ye, di heman demê de binpêkirineke cidî ya mafê jiyanê ye. Derengketina dozê, nehevgirtina delîlan bi awayekî demkî û têrker, nebûna şefafiyetê di lêpirsînê de û agahdariya giştî ya têrker binpêkirineke eşkere ya erkê pêkanîna lêpirsîneke bibandor pêk tîne. Wekî din, îdiayên cidî yên li dijî hin rayedarên giştî û rayedarên îdarî yên ku di operasyonên lêgerînê de beşdar bûne ne tenê berpirsiyariyên takekesî, di heman demê de qadeke berpirsiyariyê ya berfirehtir û piralî der barê bikaranîna hêza giştî de derdixe holê. Îdiayên veşartina delîlan, manîpulekirina pêvajoyê û bêbandorkirina lêpirsînê divê bi tevahî, serbixwe û bêalî bên lêkolînkirin.
Lê belê, derketina holê ya delîl û şahidiyên nû, digel daxuyaniyên ku wekî îtîraf hatine binavkirin û ji raya giştî re hatine eşkerekirin û di dosyeya lêpirsînê de cih girtine, nîşan dide ku doz gihîştiye asteke bêveger. Di vê qonaxê de, bendewariya herî bingehîn ne tenê berfirehkirina lêpirsînê ye, di heman demê de destnîşankirina hemû berpirsiyaran, bêyî ku pile an meqamê wan çi be, tedbîrên tavilê li dijî kes û rêxistinên ku tiliya wan di sûc de heye û bicîhanîna edaletê ya bilez e.
Di vî warî de ne tenê pirseke hiqûqî lê di heman demê de pirseke exlaqî jî pir girîng e: Çima aqûbeta jineke ciwan şeş salan nehatiye zelalkirin û çima ev tarîtî ewqas dirêj hat domandin? Bersiva vê pirsê ne tenê ji bo dosyeyê, di heman demê de ji bo ji nû ve avakirina baweriyê bi pergala edaletê jî girîng e.”

