Li Curnê Reş ji dayîk bû. Li erdnigariyeke ku xaka wê tund û jiyana wê xwerû, mezin bû.
Lê belê jiyana wî, ne jiyaneke ji rêzê ya gundiyan bû. Li gel derbeya leşkerî ya 12’ê Îlonê bes ne zexta dewletê; di heman demê de hevsengiyên navxweyî yên civakê jî hatin hejandin. Binçavkirin, girtîgeh, sirgûn û valakirina gundan bûn çarenûsa vê erdnigariyê.
Lê belê mezintirîn birîna Kurdistanê bes ne zext e. Şikestina herî mezin, jihecdûrbûna însanan bû. Zirardîtina baweriyê, perçebûna malbatan, şer û pevçûnên di navbera eşîran de…
Îsmaîl Agaç aha di navbera vê şikestinê de rawestiya. Di tevahiya jiyana xwe de tê têkiliyên wî bi madiyatê re çênebû. Ne bazirganî kir ne jî li dû pereyan çû.
Pîvana wî cuda bû: însanbûn.
Piştî 12’ê Îlonê navbeynkariya şerê bi hezaran malbatan kir. Kete navbera dijminahiya eşîran. Li cihê kugule dihatin avêtin, ew bû xwe xwediyê gotinê. Ne bû teref lê belê di navbera terefa de sekinî.
Nebû zilamê tu kesî, lê belê her kesî jê bawer kir. Ji ber ku wî hemû tiştên li vê erdnigariyê hatibûn jibîrkirin, bi bîr dixist; bi bîr dixist ku aşitî jî cesaretek e.
Lê belê jiyana wî bes bi pirsgirêkên civakî re sînordar nema. Çarenûsê berê wî da ezmûneke girantir.
* 1980…
Mehmet Agaç.
Yekem kurê li xeta Curnê Reş–Siwêregê şehîd bû.
Yekem şikestina bavaekî.
* 1993…
Ahmet Agaç.
Êşa duyemîn a li gel pênc hevalan wî.
Êdî ev ne tesadufek bû, xetek bû.
* 1997…
Hewlêr.
Hasan Agaç — Salih.
Ev bes ne windahiyek e,
jiyaneke ku ketiye nava mezintirîn pirsgirêkên serdemekê…
Tiştên ku li Hewlêrê qewimîn, yek ji rûpela Kurdistanê ya herî tevlihev û giran bû. Nabe ku ev bûyer bes weke şer û pevçûneke leşkerî were îzahkirin.
Hedefgirtina nexweşxane, qadên çapemeniyê û xebatên sivîlan bi awayekî eşkere nîşan dida ku ev yek pêvajoyeke tasfiyeyê ya piralî ye
Lê belê divê emli vir bisekinin û vê yekê bînin ziman: Dîroka Kurdistanê bes ne dîroka berxwedanan e. Ev dîrok, di heman demê de dîroka şikestinên navxweyî, şaşî û bedêlên giran e.
Di hin serdeman de Kurd bes ne bi hêzên derve re di heman demê de bi meylên hundirîn re jî rû bi rû mane.
Îsmaîl Agaç, ji nava vê rastiyê derbas bû. Lê belê ne ev rastî înkar kir ne jî bi nefretê pêşwazî kir.
Sê kurên xwe spastin axê…
Lê belê dijminahî nexist dilê xwe.
Ev barekî wisa ye ku însanên jirêzê bikaribin hilgirin. Ev, ezmûna jiyanekê ye.
Û ew, ji vê ezmûnê bi bêdengî derbas bû. Ne gotinên mezin kirin ne jî hewl da derdê xwe bîne ziman. Lê belê hemû kesên ku ew nas dikirin, ev yek dizanîn:
Di hundirê vî zilamî de giraniyek heye… û ew giranî bes ne aîdî wî ye.
Ew, bavek bû.
Lê belê bes bavek nebû,
Gelo pirsgirêkek heye?
Ew li wir bû.
Şerek derketibû?
Ew diket navberê.
Malbatek li ber belavbûnê bû?
Wî li hev dianî.
Ji ber vê yekê windahiya wî bes ne windahiya malbatekê ye. Ev, kêmbûna seknekê ye. Kêmbûna exlaqekê ye. Kêmbûna wijdaneke bêdeng e.
Roja îroyîn bibîranîna Îsmaîl Agaç, bes bîranîna paşerojê nîne. Di heman demê de nêrîna rewşa xwe ye.
Gelo pêkan e ku mirov piştî ev qas êşan, ev qas windahiyan bikaribe însan bimîne?
Îsmaîl Agaç, bersiva vê pirsê ye.
Di vê jiyanê de ew ne dewlemend bû, ne bi hêz , ne jî li berjewendiyên xwe yên şexsî nêrî.
Lê belê li dû xwe tiştek hişt:
Rêyek…
Seknek…
Pîvaneke mirovahiyê…
Û belkî jî ya herî girîng:
Wijdaneke bêdeng lê belê tu caran têk naçe.
Şahidiya jiyanekê: Îsmaîl Agaç û bîra Kurdistanê ya şikestî
Jiyana Îsmaîl Agaç, bes ne çîroka jiyana însanekî ye yek ji vegotina bêdeng lê belê rasttirîn dîroka Kurdistanê ya nîvsedsala dawîn bû. Ji ber ku hîn însan naaxivin; lê belê jiyana wan diaxive. Îsmaîl Agaç jî yek ji wan însanan e.
Nirxandinek Bike
Nirxandinek Bike

