Li Çiyayê Şengalê yê bi heybet, jiyan her tim bi dengê zengilan û bi bêhna axê re hatiye hûnandin. Li vê axa pîroz, şivantî ne tenê karekî rojane ye ku mirov zikê xwe pê têr bike. Ew hunerek e, mîrateyek ji bav û kalan maye û parçeyekî ji rûmeta her malbatê ye û di dilê vê çandê de Miryah heye.
Miryah ne tenê beranek e, ew fermandarê çiyê, pêşengê keriyê pez û rêhevalê herî nêzîk ê şivanên Şengalê ye. Ev beranê taybet di encama sebir û kedeke mezin de derdikeve holê, mîna ku şivanek bixwaze ji kevirê çiyê peykerekî zindî çêbike.
ŞIVAN DIBE DÊ Û BAVÊ BERXIK
Her tişt ji wê kêliya ku berxikê bijartî çavên xwe li dinyayê vedike destpê dike. Şivanê Şengalî, bi çavên xwe yên pispor, ji nava bi dehan berxikan ew berxê ku herî zîrek û çavvekirî ye hildibijêre. Ji bo ku Miryah bi rastî bibe Miryah, şivan wî ji diya wî vediqetîne. Ew bi tiliyên xwe yên ku di şîr de şil kiriye wî xwedî dike. Bi vî rengî, ew berxik êdî şivan wekî dê û bavê xwe dibîne. Ew girêdana ku di navbera wan de çêdibe, ne tenê fîzîkî ye, lê girêdaneke ruhî ye ku êdî Berxik li şûna li pey mîhan biçe, li pey dengê şivan û bêhna wî diçe.
PIRA DI NAVBERA ŞIVAN Û MÎHAN DE
Dema berxik hinekî mezin dibe, qonaxa fêrbûna rêz û rêçikan destpê dike. Şivan berxê xwe bi benekî bi kerê şivan ve girê dide. Di nav keriyên Şengalê de, ker her tim li pêş e û rê nîşan dide. Miryahê ciwan, gava fêrî şopandina kerê dibe, fêm dike ku erkê wî pêşengtî ye. Ew dibe pira herî girîng a di navbera şivan û bi sedan mîhên ku li pey wî dimeşin. Ji bo ku Miryah hemû hêza xwe bide ser karê pêşengiyê û mîna padîşahekî li nava kerî xuya bike, ew tê xesandin. Ev kar nabe sedema qelsbûnê berevajî vê, Miryah gurtir dibe, fîzîka wî mezin dibe û hiriya wî ya ku qet nayê qusandin, mîna kincekî rûmetê li ser milên wî dirêj dibe. Di nav gelî û lûtkeyên Şengalê de, gava Miryah dimeşe, bi wê hiriya xwe ya dirêj mîna şêrê çiyê bi heybet xuya dike.
DENGÊ ZENGILA MIRYAH NEXŞEYA KERÎ YE
Lê ya ku Miryah di civata Şengalê de dike nîşana dewlemendî û hunerê, xemla wî ye. Şivan bi destên xwe yên bi ked, eniya Miryah bi morikên şîn ên li dijî çavnebarî û heramiyê, bi kelaşên deryayê û perçeyên tunc dixemilîne. Di stuyê wî de zengilên mezin û giran hene ku her yek ji wan dengekî taybet û zelal derdixe. Dengê zengilê Miryah ji şivan re dibe sinyal ango nexşeya kerî. Di nav mij û dûmana çiyê de, şivan tenê bi guhdarîkirina wî dengê giran û kûr dizane ku kerî li ku ye, diçe yan diweste.
SEMBOLA HEVKARIYA MIROV Û XWEZAYÊ
Di qada civakî de, Miryah rûmeta şivan e. Li bazara Şengalê, dema Miryahek tê firotin, mirov lê nanêrin ka çend kîlo ye lê dinêrin ka çiqasî guhdar e, çiqasî bi huner e û çawa kerî bi rê ve dibe. Bihayê wî carnan sê heya çar qatî beranên din e, ji ber ku şivanekî Miryahê wî yê baş hebe, dikare bi serê xwe keriyekî mezin li çiyayên herî dijwar biçêrîne û ne hewceyî alîkariya ti kesî dibe. Miryah sembola hevkariya mirov û xwezayê ye li ser axa Şengalê, ku nîşan dide mirov çawa bi sebir û evînê dikare ajalan bike rêhevalên jiyanê û mîrateyeke herdemî ava bike.

