Li Amedê malbatên ku her hefte tên ba hev û aqûbeta windayên xwe dipirsin, di hefteya 900’an de jî wê bi heman daxwazê li qadê bin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmê windayan Firat Akdenîz 900 hefteyên borî wiha anî ziman: “Têkoşîneke ku 900 hefte û 30 sal li pey xwe hiştin… Bêyî ku bêjin berf zivistan, baran serma, şewb, erdhej, di her şert û mercan de vê têkoşînê dewam kir. Dema ku hûn dikevin navbera mirin û civakê, piştî demekê dibe qadeke berxwedanê.”
Li Amedê Xizmên Windayan her hefte roja şemiyê bi şîara “Bila winda bên dîtin, faîl bên darizandin” tên ba hev. Çalakî 900 hefte li pey xwe hişt. Bi armanca piştgirîdayîna çalakiya ku Dayikên Şemiyê li Qada Galatasarayê ya Stenbolê dayî destpêkirin, sala 2009’an li Amedê çalakiya Xizmên Windayan hate destpêkirin û ev çalakî didome. Her hefte bi çalakiya ku li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê tê lidarxistin, çîroka windayekî tê vegotin. Di çalakiyê de xizmên windayan timî aqûbeta xizmên xwe yên hatine windakirin dipirsin û tevî wextê ku derbas bûyî jî, daxwaza xwe ya “kevirê gorekî” dewam dikin. Endamê Komîsyona Windayan a Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û xizmê windayan Firat Akdenîz diyar kir ku têkoşîna wan ji 7 heta 70 salî bi salane didome û heta agahî tê girtin, wê bidome. Akdenîz got, “Heta ku em windayê xwe yê dawî jî dibînin, em ê vê têkoşîna xwe bê navber bidomînin.”
Mamê Firat Akdenîz, Mehmet Salih Akdenîz Cotmeha 1993’yan dema ji Zozanê Şen a li navçeya Pasur vedigeriya gund ji aliyê leşkeran ve hate binçavkirin û piştre leşker wî dibin Mezraya Kepir a gundê Alaca. Ji niştecihên gund ên li wir 10 kesên din jî ji aliyê leşkeran ve tên binçavkirin û wan jî tînin heman herêmê. Xizmên van 11 kesên binçavkirî, nêzî hefteyekê xwarinê ji wan re dibin.
Li gorî gotina hevjîna Akdenîz Pembe Akdenîz, herî dawî dema xwarinê ji hevjînê xwe re dibe, hevjînê wê jê re dibêje, “Êdî xwarinê neyîne, wê me ji vir bibin.” Li gorî şahidan roja piştre 11 binçavkiriyan li helîkopterê siwar dikin û ji wir dibin. Ji wê demê û şûnde, êdî ti kes ne Akdenîz ne jî gundiyên din dibîne û agahî jê digire. Tevî ku malbatan serî li hemû saziyên fermî jî daye, ti agahî ji binçavkiriyan nayê girtin. Destpêka sala 1994’an birayê Akdenîz Emîn Akdenîz, li Şaxa Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan ji bo 11 binçavkiriyan serlêdanê dike. Di nava heman salê de li ser navê Şaxa Amedê ya ÎHD’ê parêzer Osman Baydemîr doza derbarê 11 binçavkiriyan, dibe Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME).
‘MALBAT JI BO HESTIYEKÎ JÎ TÊDIKOŞIN’
Firat Akdenîz diyar kir ku leşker ji bo bavê wî bibin hatibûn zozanê, lê mamê wî binçav kirin. Akdenîz têkoşîna piştî mamê xwe dayî destpêkirin, heta îro domand. Akdenîz ne tenê çîroka mamê xwe, çîroka gelek windayên nedihatin zanîn derxist holê. Hîn jî li pey çîrokên windayan dikeve û wan derdixe holê. Akdenîz behsa têkoşîna bi salan kir.
Akdenîz got, “Ev têkoşîn destpêkê bi daxwaza dayikan a ‘eger we zarokên me sax girtibin, em jî wan sax dixwazin’ destpê kir. Wê demê hîn jî hêvî hebû. Dihat fikirîn ku dibe em wan sax bibînin. Lê hingî dem derbas bû, ev daxwaz veguherî daxwaza ku êdî em bi dîtina hestiyekî windayên xwe jî razî ne.”
‘LÊGERÎNA WINDAYAN VEGUHERÎ BERXWEDANÊ’
Akdenîz anî ziman ku çalakiya wan a ku nêzî 900 hefte ne didome, tenê têkoşîneke lêgerîna maf nîne û got, girêdana ku mirov bi mirinê re çêkirî, ev berxwedan derxist holê.
Akdenîz got, “Ji ziman re hêsan tê; têkoşîneke ku 900 hefte û 30 sal li pey xwe hiştin… Bêyî ku bêjin berf zivistan, baran serma, şewb, erdhej, di her şert û mercan de vê têkoşînê dewam kir. Dema ku hûn dikevin navbera mirin û civakê, piştî demekê dibe qadeke berxwedanê. Dayikên me bi salan aqûbeta windayên xwe pirsiyan, lê gotina dewletê ya ji wan re ji du hevokan derbas nekir: ‘Em nizanin. Li cihek din li windayên xwe bigerin’. Lê malbatan dest ji têkoşînê berneda. Dayikan têkoşîna edaletê veguhezt kolanan.”
Akdenîz diyar kir ku mamê wî li şûna bavê wî hate binçavkirin û bi zorê hate windakirin û ev tişt got, “Dewlet dema li bavê min digeriya, mamê min ê li zozanê dibînin û wî digirin. Mamê min li şûna bavê min bi wekaletê tê binçavkirin û piştre tê windakirin.”
‘EM LI PEY GELEK ÇÎROKÊN WINDAYAN E’
Akdenîz ev tişt jî got, “Piştî mamê min, em ketin pey gelek çîrokan. Ji Zozan Eren heta Îlyas Eren, ji Mîrza Ateş heta Celîl Aydogdu me gelek çîrok lêkolîn kirin. Hîna bi sedan, bi hezaran çîrokên bi êş hene. Ev xebatên me dewam dikin.”
‘HEVRÛBÛNEK RAST ŞERT E’
Akdenîz bal kişand ser nêzîkatiya Tirkiyeyê ya ji bo meseleya Kurd jî û got, “Di vê pêvajoya 100 salî de, karneyeke cînayetê ya bê hempa ya dewletê heye. Komkujî, bêhiqûqî, bêwijdanî, di bin çavan de bi zorê windakirin, înfazên bêdaraz, cînayet… Evane hemû sûcên dewletê û organîzasyona dewletê ne. Eger bi rastî jî hevrûbûnek destpê bike, dewlet divê ewilî ji vir destpê bike.”
‘DIVÊ DI BIN SÎWANA MECLÎSÊ DE KOMÎSYONEKE SERBIXWE WERE AVAKIRIN’
Akdenîz got, “Tê gotin, wê nêzî 700 dosya bên lêkolînkirin û dema piştî sala 2002’yan were esasgirtin. Gelo ji sala 2002’yan heya îro wê kîjan cinayet bên esasgirtin? Wê kîjan cînayetên siyasî bikeve nava çarçoveyê? Windakirinên di salên 90’î de û cînayetên pêk hatine, wê çi bibin? Hesabpirsîneke rast encex bi komîsyonên serbixwe yên di bin sîwana meclîsê de bên avakirin, pêkan e. Arşîveke bê hempa di destê dewletê de ye. Eger dewlet bixwaze wê arşîva salên 90’î jî û ya 100 salên borî jî veke û hemû rastiyan derxe holê.”

