Di doza têkildarî kuştina Qeymeqam Mûhammed Fatîh Safîturk de ku 10’ê Mijdara 2016’an weke qeyûm li navçeya Dêrikê ya Mêrdînê hate tayînkirin, 2 caran cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî û 28 sal cezayê girtîgehê li Şefê Karên Nivîsê yê Qeymeqamtiyê Şerîf Mesûtoglû hate birîn. Li gel delîlên bi lêkolîna şopa tiliyê eşkere bû ku eleqeya xwe bi bûyerê re nîne, daxwaza jinûve darizandinê ya Mesûtoglû di sala 2024’an de hate redkirin. Mesûtoglû ku gelek pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê heye û di lîsteya girtiyên nexweş de ye, hîn jî li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 2’emîn a Sîncanê tê ragirtin.
Dayika du zarokan Saîme Ateş Mesûtoglû ku ji bo darizandina adîl a hevjînê xwe û berdana wî salên dûr û dirêj e têkoşîna edaletê dimeşîne, têkildarî bê edaletiya li wan tê kirin ji ajansa me re axivî.
Saîme Ateş Mesûtoglû diyar kir ku girtiyên siyasî sirgûnî dûrî cihê malbatên xwe têne kirin, ji ber vê jî neçar dimînin ku li girtîgehên li Tirkiyeyê bigerin û anî ziman ku hem hevjînê wê hem jî zarokên wê xwedî pirsgirêkên cidî ne.
Saîme Ateş Mesûtoglû ragihand ku ji zarokên wê Zanyar nexweşê epilepsi ye, ji ber ku ji bavê xwe dûr e bi travmayê ketiye, lewma nexweşî lê giran bûye û got, “Rewşa aboriyê ya welêt ji xwe li holê ye. Rewşa me ya aboriyê jî li holê ye. Çûn û hatin ji aliyê aborî ve gelekî zehmet e; her wiha eger pirsgirêkên tenduristiyê jî hebe hîn zehmet dibe. Di birin û anîna zarokên xwe de ez gelekî zehmetiyê dikişînim. Ji ber rê mirov diwestin, ji aliyê aboriyê ve jî diwestin. Dema ku me nebir, Zanyar nobeda epilepsiyê derbas kir, min ew bir doktor. Qala rewşê dikim; doktor dibêjin pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê hemû ji ber travmayê ne. Dema ku vê ji doktoran re dibêjim, yekane tişta ku doktor dipirse ev e; ‘Beriya çend mehan çû gel bavê xwe?’ Dema ku min got, ‘Beriya şeş mehan’, yekser got ‘Di hevdîtina destpêkê de divê hûn wî bibin gel bavê wî’. Zarok nikare vê travmayê rake, piştî kêliyekê êdî bedena wî vê yekê nîşan dide.
Ji ber vê jî piştî deh rojan hevdîtineke me ya vekirî hebû, min Zanyar ji wî re bir. Zarokan bi xwe re dibim. Diyaloga wan a bi bavê wan re baş e, lewma jî gelekî bêriya wî dikin. Dixwazin bavê wan li gel wan be. Mesela Zanyar carna dema hestên xwe bilêv dike dibêje, ‘Ez êdî naxwazim biçim, dixwazim ku bavê min bê’. Zarokek vê dibêje. Divê ev yek ewqasî zehmet nebe. Herî zêde dayik diêşin û herî zêde jî dayik aştiyê dixwazin. Bila kes vê yekê weke rantê bi kar nîne. Dixwazim bibêjim ku bila aştî tavilê pêk were û êdî dayik û bav li gel zarokên xwe bin.”

