Endamê Heyeta Îmraliyê û Parlamenterê DEM Partiyê Prof. Dr. Mîthat Sancar ku beşdarî sempozyûma “Elewîtî û Paşeroj”ê ya li Londonê bû, li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê, avakirina civaka demokratîk û tevgera aştiyê ya global bersiv da pirsên me.
Mîthat Sancar nîqaşên li ser pêvajoya aştiyê û lêgerînên çareseriya demokratîk ên li Tirkiyeyê nirxand û anî ziman ku aştî ji ber xwe ve nayê lê bi têkoşînê ava dike û destnîşan kir ku pêvajoyê divê bi “civaka demokratîk” bê nirxandin.
Sancar bi bîr xist ku wan di sempozyûmê de bi taybetî bilindbûna rastgiriya tund, otorîterbûyîn û hewldanên li dijî vê yekê divê bêne kirin nîqaş kirin û got, “Em zanin ku bilindbûna rastgiriya tund meyleke global e. Ji ber vê yekê jî pirsgirêkên girîng rû dan. Bêguman cihêkarî, cihêkarî, afirandina dijminatiyê, işer û koçberî; ev hemû ew mijar in ku divê di binê vî sernavî de bêne nirxandin. Ya ku li hemberî vê divê bê kirin jî piralî ye. Beriya her tiştî eger meyleke global be, li hemberî bilindbûna rastgiriya tund jî pêwîstî bi rêxistiniyeke enternasyonaleke demokratîk heye. Yanî girîng e tevgerên civakî yên li qadên cuda di asta navneteweyî de bi hev re rêyên hevpar bibînin û derfetên têkoşîneke hevpar biafirînin.”
Endamê Heyeta Îmraliyê got, di demekê de ku li Rojhilata Navîn şer gelekî giran bûye û her der di nava hilweşînê de ye, tevgera aştiyê bûye pêwîstiyeke cidî û ev tespît kir: “Em zanin ku tevgera aştiyê di salên 1980’î de li Ewropayê gelekî xurt bû. Lê mixabin di demeke welê de ku niha şer ewqasî zêde ye; ji Ûkraynayê heta bi Rojhilata Navîn her der dişewite, bi sed hezaran mirovî jiyana xwe ji dest dane, nebûna tevgereke aştiyê ya global kêmasiyeke cidî ye.”
Parlamenterê DEM Partiyê anî ziman ku ji bo avakirina têkoşîneke civakî ya li ser bingeha demokrasî, azadî û wekheviyê ew dixebitin û got, “Dibe ku navên cuda li vê bê kirin, dikare enternasyonal a demokratîk an jî tiştekî cuda jê re bê gotin. Lê belê tevgerên civakî yên li qadên cuda têdikoşin û pirreng in, divê di asta navneteweyî de têkiliyê bi hev re dînin û formeke têkoşînê ya hevpar biafirînin.”
Li ser mijara rê û rêbazên bicihanîna gotinên di platformên hevpar de têne ziman jî Sancar got, “Ev yek bi esasî wê bi têkoşînê, bi kedê û bi hewldanan bibe. Hevgirtina gotin û pratîkê meseleyeke gelekî hêsan nîne. Bilêvkirina gotinan carna dibe ku gelekî hêsan be; carna jî bilêvkirina gotina rast gelekî zehmet e. Ya herî girîng jî ew e ku nêrîneke welê bê afirandin ku pratîk û gotin bibin yek. Ji bo vê jî pêwîstî bi karekî piralî heye ku li her qadê bê kirin. Yanî eger pratîk bicihanîn bi xwe be, eger hebûna li qadê, têkiliya bi hev re, xwegihandina hev û meşa bi hev re be; wê demê rêya bê jî yekkirina gotin û pratîkê ye.”
PÊVAJOYA LI TIRKIYEYÊ Û CIVAKA DEMOKRATÎK
Sancar pêvajoya li Tirkiyeyê nirxand û destnîşan kir ku aştî ji ber xwe ve nayê, yan jî ji jorê ve nayê dayin.
Mîthat Sancar diyar kir ku tenê bi yekîtiya demokratîk aştî li ser bingeha azadî û wekheviyê dikare mayinde bibe û anî ziman ku ji ber vê yekê divê aştî û civaka demokratîk bi hev re bê nirxandin. Sancar ragihand ku ew aştiyê bi avakirina civaka demokratîk dinirxînin û got, “Dibe ku em xwedî meylên cuda bin, xwedî fikrên cuda bin. Lê belê zehmet nîne ku em li ser armanca demokrasî û jiyaneke azad û wekhev de bigihêjin hev. Divê timî di bîra me de be ku ev cihêrengî ji bo têkoşîneke xurt çavkaniya herî girîng e. Yekîtiyeke demokratîk a pirrengî. Li Tirkiyeyê jî divê bi vî rengî be. Wê demê di mijara vakirina civaka demokratîk de em ê karibin bi hev re bi pêş ve biçin. Em ê bi vî rengî karibin li Rojhilata Navîn modelekê biafirînin ku ji cîhanê re bibe mînak.”
‘EGER TÊKOŞÎN MEZIN BIBE WÊ HÊVÎ JÎ MEZIN BIBE’
Ji bo pirsa “Divê hêvîtiyek ji bo pêvajoyê hebe, yan jî em li nuqteya bêhêvîtiyê ne?” ya li ser fikarên têkildarî pêvajoyê Sancar ev bersiv da: “Hêvî û bêhêvîbûn mijarên neşênber nînin, tiştên neşênber nînin. Hêvî ji nava jiyanê diafire û mein dibe. Eger hûn di nava jiyanê de bin û têdikoşin wê demê hêvî heye. Di vê têkoşînê de jî hûn çiqasî yekîtiyên berfireh ava bikin, hêvî jî wê ewqasî mezin bibe. Hêvî û bêhêvîbûn veguheriye nîqaşeke welê ku li gorî nêzîkatiya dewlet û desthilatdariyê tê nirxandin. Yanî divê em nêzîkatiyeke welê nîşan nedin ku eger dewlet gavê neavêje wê demê hêvî nîne. Pêvajoya ku niha tê meşandin pêwîstiya xwe bi karekî xurt ê civakî heye.”
‘MUZAKERE Û HEVDÎTIN DEWAM DIKE’
Sancar diyar kir ku pêvajoyeke ji muzakere û hevdîtinê heye, ev yek dewam dike û got, “Bêguman pêwîstî pê nîne ku mirov bi dûr û dirêjî qala zor û zehmetiyên pêvajoyên bi vî rengî bikin. Tengavî, rawestîn, sekinîn, lawazî carna dibe, lê dikarim bibêjim ku pêvajo dimeşe. Hevdîtin, muzakere dewam dike. Em hewl didin rê vekin. Derdê me ew e ku vê rêyê vekin û di vê rêyê de ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê bi hev re bimeşin.”
Sancar herî dawî tevlîbûna nasnameyên cuda li Sempozyûma Elewiyan û dayina peyama têkoşîna hevpar bi gotina “Ruhê têkoşînê ev e. Hêvî di vir de ye” pênase kir.

