Çarşem, 30 Îlon 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Riza Altûn û şehîdên meha Îlonê li Êlihê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevşaredarên DEM Partiyê bertekên xwe nîşanî polîtîkayên qeyiman dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Weqfa Aştiyê bang li Meclîsê kir: Dema nû ya qanûndanînê bila weke sala aştiyê bê ragihandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dr. Bogos Yalîm: Heta ku dewlet bi rabirdûyê hevrû nebe, demokratîkbûn nabe

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevan Eren: Ji bo demokratîkbûnê divê gavên şênber bêne avêtin û statu zelal bibe

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 30’Ê ÎLONA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cangoriyên kedê Said Çomlek û Kerem Tonka li Mexmûrê hatin bîranîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilatê Kurdistanê hevkarek hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêwar Awdanan: Statuya Kurdan, şertê bingehîn a pêşeroja demokratîk a Îranê ye

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Amedê li dijî qirkirina jinan banga têkoşîna hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Rojhilat û Başûrê Kurdistanê 3 jin bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji bo Rojîn Kabaîş çalakî

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li Mahbûbe Şebanî hate birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di têkoşîna li dijî tundiya li jinê de piştgiriya bi zimanê dayikê gelekî girîng e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Dengê jinê ya helbesta Kurdî ya Rojhilatê Kurdistanê: Jîla Huseynî

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Darmstadtê Festîvala Hevdîtina Navneteweyî hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV

    6’emîn Festîvala Çanda Kurd a Sînan Dersim bi coş pêk hat

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Li zindana Kobanê şewat derket
Heyeta DEM Partiyê wê di 14’ê Îlonê de biçin Îmraliyê
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Kurdistan > Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin
Kurdistan

Çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî berdewam dikin

Bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Yogurtçu ya Kadikoyê şahî hat lidarxistin, li Rihayê Komeleya Zimanê Kurdî ya Zimanger daxuyaniyek da.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 16. Gulan 2026 Dema xwendinê: 5 dq.
Parvekirin

Komuna Çand û Hunerê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li Parka Yogurtçu ya navçeya Kadikoy a Stenbolê şahî li dar xist. Gelek kes tev li şahiyê bûn. Di şahiyê de pankartên “Bila zimanê Kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê”, “Zimanên biyanî çek ê kincên me ne, lê zimanê Kurdî çermê laşê me ye” û “Statuya Kurdî perwerdeya Kurdî” hatin hilgirtin û gelek caran dirûşmên “Bijî serok Apo” û “Jin, jiyan, azadî” hatin berzkirin. 

Şahî, bi çalakiya bi muzîk û dansê ya MKM’ê ji bo zarokan amade kiribû dest pê kir. Di çalakiyê de zarokan stranên Kurdî gotin û kêliyên bi coş jiyan. 

Piştî axaftinan, koma zarokan a Koma Gulên Mezrabotanê derket ser dikê û stran got. Welatiyan li ber stranên komê govend gerand û piştre jî koma erbaneyê Koma Amargî derket ser dikê. 

Di dawiya şahiyê de jî hunemend Ayfer Duzdaş, Umut Gunduz û Lawîn derketin ser dikê. 

Çalakî, bi gerandina govendê bi dawî bû.    

RIHA

Li Rihayê, Komeleya Zimanê Kurdî Zimangerê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li pêşiya Navenda Kargehan a Ahmet Bahçivan a li navenda Rihayê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de pankarta “Ziman dayik e, dayik bi Kurdî ye” hat hilgirtin. Metna daxuyaniyê ji hêla Hevserokê Zimangerê Ozman îzgor ve hate xwendin. 

Osman Îzgor di daxuyaniyê de got ku hewceye her Kurdek xwedî li Kurdî derkeve. Îzgor, bi domdarî bal kişand ser Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Banga birêz Abdullah Ocalan, her wiha rê li ber zindîbûna ruhê neteweyî, azadî, aştî û civaka demokratîk jî. Serkeftina pêvajoyê, dê rêya misogerkirina mafên nasname, diyarkirina çarenûsa xwe, statu û mafên siyasî û hiqûqî jî veke. Dê têkoşîna me ya ji bo serxistina pêvajoyê û xurtkirina zimanê Kurdî bidome.” 

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan jî di daxuyaniyê de got: “Li dijî hewldanên mêtingeriyê divê em jî hebûna xwe biparêzin. Ziman, parçeyeke vê ye.  Xwedîderketina li ziman xwedîderketina li hebûna xwe ye. Rêbertî, sekna polîtîk û pratîk a gelê me nirxand. Divê gelê me di her qada jiyanê de bi Kurdî biaxive. Li Rojhilata Navîn gelek ziman bi tunebûnê rû bi rû ne. Lewma divê em di her qada jiyanê de bi disiplînî nêz bibin. Ziman hebûn e, jiyan e.” 

Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmên “Zimanê me rûmeta me ye”,  “Ziman, jiyan, azadî” û gotina stranan bi dawî bû.     

MÛŞ 

Şaredariya Mûşê bi boneya 15’ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî li hola konferansê panelek li dar xist. Panela ku ji hêla Faysal Yacan ve hat birêvebirin, nivîskarê Modernîteya Demokratîk Nizam Xezal û helbestvan Muzeyyen Turan beşdar bûn.

Muzeyyen Turan behsa dîroka Cejna Zimanê Kurdî kir û diyar kir ku jin di parastina zimanê xwe yê dayikê de roleke girîng dilîzin û got, “Jin di vê têkoşînê de pêşeng bûn û rastî zehmetiyan hatin. Asteng li pêşiya wan hatin danîn. Nehiştin ku çanda xwe nîşan bidin. Mînak Ayşe Şan yek ji van jinên pêşeng e.” Muzeyyen Turan di dawiyê de helbest xwend.

Nizam Xezal jî diyar kir ku bi axaftna zimanê Kurdî dikare ji êrîşan were bibin bersiv û got: “Sîstema me bi gelemperî Tirkî bûye. Siyasetmedarên me axaftinên xwe bi hevokên kurt ên Kurdî dest pê dikin û piştre bi Tirkî berdewam dikin. Pêşveçûna zimanê cîhanê di qada wêjeyê de xwe dide nîşandan. Dengbêj û nivîskarên me ji Kurdî derxînin, êdî pir tişt namîne. Dengbêjek bihêz mîna Ayşe Şan birçî û xizan bû. Çima Şakiro di dawiyê de geliyê me û Kurdan kir? Me gelek caran di girtîgehê de wî guhdar dikir. Me hunermendên xwe sînordar kirine. Dengbêj û nivîskarên me ji bo me bûne amûrek şahiyê.”

Nizam Xezal bi bîr xist ku zimanê Kurdî bi xetereya tunebûnê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku divê şaredarî xebatên xwe yên li ser ziman berfireh bikin. 

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN HEMÛ BAJAR

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Li Binarê Qendîlê Komkujiya Hewlêrê hat bibîranîn
Nûçeya Pişt re Foruma Aşitî û Azadiya Civakî bi dawî bû: Ji bo statûya Ocalan gavan bavêjin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Fermandar û şoreşgerê Neteweya Demokratîk: Şehîd Elaa Ereb

"…Carna wêneyên zarokên xwe nîşanî hevalan dida. Dema ku ji wî dipirsiyan gelo bêriya zarokên…

Ji aliyê Stêrk TV

DYE wê hilberîna fuzeyên THAAD û Patriot zêde bike

Wezareta Parastinê ya DYE'yê (Pentagon) ji bo zêdekirina hilberîna fuzeyan bi General Dynamics Ordnance and…

Ji aliyê Stêrk TV

Çima Sosyalîzma Sovyetê hilweşîya?

Yekîtîya Sovyetê nekarî pirsgirêka herî girîng a çawaniya sînordarkirina çîna ‘’jor’’ çareser bike û bi…

Ji aliyê Kurdistan LEZGIYEVA

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Kurdistan

Îranê li Urmiyeyê bijîşkek bi êşkenceyê binçav kir

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Rêber Apo: Divê YBŞ di nava artêşa Iraqê de cih bigire; li Şengalê bimîne

Ji aliyê Stêrk TV
Rojava

Li Dirbêsiyê xwendekar ji bo zimanê Kurdî li qadan bûn

Ji aliyê Stêrk TV
Kurdistan

Cebar Yaver: Nelihevkirina PDK-YNK’ê rê li ber gefan vedike

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?