Çarşem, 19 Tebax 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    Baluken: Mercên Birêz Ocalan yek ji sernavê stratejîk ê çareseriyê ye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Amedê bertek nîşanî êrîşên çeteyan hat kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Moskowê 42’yemîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Ji ELDH’ê nirxandina qanûna çarçoveyê: ‘Divê ne weke encamê, weke destpêkê bê dîtin’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Cezayê darvekirinê li pismamê Esad ê li girtîgehê hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Desteya ‘Hevgirtina Neteweyî’ civîna xwe ya ewilî wê 24’ê Tebaxê lidar bixe

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Kolberê ku salek berê ji serê xwe birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    PJAK: Fetwaya 47 sal berê têk çû, ji bilî demokrasiyê rêyeke din tineye

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevpeymaniya Hêzên Siyasî nerazîbûn nîşanî êrîşên Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Encamnameya 1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Bi dronê êrîşî ofîsa taybet a Serokwezîrê Herêma Kurdistanê hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    1’emîn Konferansa Yekitiya Ragihandina Êzidxanê hate lidarxistin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Li Urmiyeyê aqûbeta 2 jinan nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amnesty: Iraq nikare jinan li hemberî gefên mirinê biparêze

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Jin dixwazin atolye bê dayîna mêrên ku çavkaniya tundiyê ne’

    Ji aliyê Stêrk TV

    YJK-E piştgirî da gelê Garifuna yên li Hondurasê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Şede Beşîr: Em li dijî qetilkirina jinan bibin dengê hevpar

    Ji aliyê Stêrk TV

    Aktîvîsta TJA’yê Saliha Ayata: Jin hêza pêşeng a aştiyê ne

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Hejmara nû ya Kovara Huner hate weşandin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Amadekariyên ji bo 34’emîn Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî bi dawî bûn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Festîvala Çand û Xwezayê ya Depê banga aştî û civaka demokratîk

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hejmara Tebaxê ya Komînal derket

    Ji aliyê Stêrk TV

    Di Festîvala Kurd de konsepta nû

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Ev mîrate bi berxwedanê hate afirandin, em ê xwedî lê derkevin’

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • BEHDÎNAN
  • AMED
  • STENBOL
  • ENQERE
  • QAMIŞLO
  • ROJEV
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Tevgera Nûceba: Em ê çekên xwe bi ti awayî teslîmî dewletê nekin
Di êrîşa li dijî Tûgeya Qamişloyê de 2 şervan şehîd bûn û 2 birîndar bûn
Li Silêmaniyeyê jinek hate kuştin
Bi 2 dronan êrîşî gundekî Dûkanê hat kirin
Li Sûriyeyê di rojekê de 11 kes mirin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Desthilatdarî li cihê xwe disekine, divê pêvajo bigihêje zemîneke yasayî!
Rojane

Desthilatdarî li cihê xwe disekine, divê pêvajo bigihêje zemîneke yasayî!

Endamê MP’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parêzer Salîh Tekîn diyar kir ku pêvajo bes li gel pêngavên yekalî pêş dikeve û anî ziman ku divê Meclîs û desthilatdarî di mijara sererastkirinên şênber de pêngavên hewce biavêjin.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 20. Gulan 2026 Dema xwendinê: 4 dq.
Parvekirin

Tevî wextê derbas bûye jî daxwazên gel ên têkildarî temînata qanûna bingehîn û avêtina pêngavên şênber nehatine bicihanîn. Tevî hemû bangan jî neavêtina pêngavan di nava gel de dibe sedema derketina nebaweriyê û gel jî tevî hemû hiştan hê jî li banga aşitiyê xwedî derdikeve. Endamê Meclîsa Partiyê (MP) ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) û Parêzer Salîh Tekîn diyar kir ku divê daxwazên gel werin bicihanîn û pêvajo bigihîje zemîneke yasayî û got: ‘’Ji bo welatekî demokratîktir em ê têkoşînê bidomînin.’’

Piştî banga 27’ê Sibatê û biryara PKK’ê ya xwefesixkirinê her kesî berê xwe da Enqereyê, Endamê MP’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Parêzer Salîh Tekîn got ku desthilatdariyê hê jîpêngaveke demokratîkbûyînê neavêtiye. Salîh Tekîn piştre anî ziman ku pêvajo bes bi îradeyeke yekalî dimeşe û got ku divê Meclîs bikeve dewrê, temînatên hiqûqî werin dabînkirin  û yasayên entegrasyona demokratîk bikevin meriyetê.

‘AVÊTINA PÊNGAVAN TÊ GÎROKIRIN’

Salîh Tekîn di dewama axaftina xwe de bal kişand ser geşedanên weke ‘’Banga Aşitî û Civaka Demokratîk’’ ya Rêber Apo, 12’emîn Kongreya PKK’ê, standina biryara xwefesixkirinê û şewitandina çekan û ev yek anîn ziman: ‘’Heya niha pêngavên girîng yên yekalî yên hatine avêtin hene. Lê belê ji aliyê komîsyona hatî avakirin û desthilatdariyê ve heya niha tu pêngavên şênber nehatine avêtin. Diviya heya niha têkildarî entegrasyona demokratîk pêşçarçoveyek bihata avakirin û pêngavên ku temînata hiqûqî bidin bihatana avêtin.’’

Salîh Tekîn piştre îfade kir ku li  Tirkiyeyê ev demeke dirêj e polîtîkayên ewlehiyê tên sepandin û ev yek anîn ziman: ‘’Bi taybetî jî ji bo jidûrketina van polîtîkayan dihat hêvîkirin ku hin pêngavên şênber werin avêtin. Lê belê mixabin ku heya niha têkildarî vê yekê tiştek nehatiye kirin.  Ev demeke dirêj e li Tirkiyeyê têkildarî polîtîkayên ewlehiyê û siyasîbûna darazê fikar hene. Diviya sererastkirinên ku van fikaran ji holê rakin, werin kirin lê belê di vê mijarê de geşedaneke erênî çênebû.’’

‘PÊVAJO DIVÊ BIGIHÎJE ZEMÎNEKE QANÛNÎ’

Tekîn destnîşan kir ku Meclîs divê di pêvajoyê de bi roleke hîn bandortir rabe û bang kir ku gel li gorî ruhê pêvajoyê têkildarî daxwazên xwe baldar be. Tekîn diyar kir ku divê Meclîs îradeyeke ku li gorî pêdiviyên pêvajoya civaka demokratîk raber bike, girtiyên nexweş bên berdan û hemwelatiya wekhev pêk were û got, yek ji daxwazên esas ên gel ew e ku pêvajo bigihije zemînekî qanûnî.

‘DAXWAZ NEGIHIŞTIN TI ENCAMÊ’

Tekîn anî ziman ku desthilatdariyê di rabirdûyê de bi gotinên azadîxwaz tevgeriya ye û bi bîr xist ku zagona bingehîn a heyî salên dirêj weke “zagona bingehîn a darbeyê” hatiye rexnekirin. Tekîn diyar kir ku tevî vê jî di zagona bingehîn de ti guhertin pêk nehatine û got, “Ji bo maf û azadiyê pêdiviya zagoneke bingehîn a nû, di demên cuda de hate behskirin. Lê mixabin ev nîqaş gelek caran li ser esasê pêdiviyên siyasî yên demê hatin bikaranîn û guhertinên ji bo zagona bingehîn negihiştin ti encamê.”

Tekîn ragihand ku ji bo zagoneke bingehîn a demokratîk a ji hemû beşên civaka Tirkiyeyê re bibe bersiv, gavên şênber nehatine avêtin û got, “Di serî de Meclîs divê hemû sazî bi qanûnên entegrasyona demokratîk piştgiriyê bidin pêvajoyê û divê gavên şênber bên avêtin.”

‘EM Ê TÊKOŞÎNA XWE BIDOMÎNIN’

Tekîn bilêv kir ku Birêz Abdullah Ocalan di nava şert û mercên heyî de ji bo pêşveçûna pêvajoyê înîsiyatîf wergirtiye û ev tişt got, “Ji bo Tirkiye bigihije zagoneke bingehîn a demokratîk û azadîxwaz û pêdiviyên hiqûqî pêk bên, em ê xebatên xwe û têkoşîna xwe bidomînin.”

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Gaziyan şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn
Nûçeya Pişt re Ewropa hewl dide têkiliyê bi Putin re dîne: Navê Merkel û Draghi têne bilêvkirin
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Konferansa Jinên Kurd: Yekitiya neteweyî hêmaya sereke ya pêvajoyê ye!

Gultan Kişanak di 1’emîn Konferansa Parlamenterên Jin ên Kurd de axivî û got, "Divê em…

Ji aliyê Stêrk TV

Cebar Yawer: Dewleta Tirk dixwaze bikeve herêma Qendîl û Silêmaniyê

Şêwirmendê berê yê Wezareta Pêşmerge yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer anî ziman ku dewlet…

Ji aliyê Stêrk TV

Hêzên Şamê li Siwêdayê 12 sivîl qetil kirin

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku hêzên Şamê li Siwêdayê 12 sivîl qetil…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

Baluken: Mercên Birêz Ocalan yek ji sernavê stratejîk ê çareseriyê ye

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Amedê bertek nîşanî êrîşên çeteyan hat kirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Li Moskowê 42’yemîn salvegera 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

Ji ELDH’ê nirxandina qanûna çarçoveyê: ‘Divê ne weke encamê, weke destpêkê bê dîtin’

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?