Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan bi telefonê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel ku bi biryara “Butlana teqez” ji peywirê hat dûrxistin re axivîn û peyama hevgirtin û piştgiriyê dan.
Her wiha Lijneya Desteya Navendî ya DEM Partiyê biryar da ku derbarê vê mijarê de sibê civînek awarte li dar bixe.

