Binçavkirin, girtin û zexta dadgeriyê ya li ser kedkarên çapemeniya azad dewam dike. Di doza li hemberî rojnamevan Reyhan Hacioglû de cezayê girtîgehê hate birîn. Reyhan Hacioglû ku di çarçoveya lêpirsîneke li Stenbolê de 17’ê Çileya 2025’an hate girtin, piştî ragirtina bi mehan 13’ê Hezîranê di rûniştina destpêkê hatibû berdan. Lê belê dadgehê di rûniştina biryarê de bi îdîaya “alîkariya bi rêxistinê” re 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê li Reyhan Hacioglû birî.
Reyhan Hacioglû ku ji ber karên xwe yên rojnamevaniyê hate cezakirin, zextên li ser çapemeniya azad û rola rojnamevanan a di “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” de ji ANF’ê re nirxand.
‘QALA AŞTIYÊ TÊ KIRIN, LÊ LI HOLÊ HÎN JÎ ZEMÎNEKE WEKHEV NÎNE’
Reyhan Hacioglû meseleya esasî ya Tirkiyeyê ku bi salan e nehatiye çareserkirin pirsgirêka Kurd e, nîqaşên ku îro têne kirin jî ji vê rastiyê cuda nîne û diyar kir ku dewlet li şûna çareseriyeke demokratîk a bingehîn meseleyê di çarçoveyeke demkî û bi kontrol de dinirxîne.
Reyhan Hacioglû got, “Îro navê pêvajoyê, aştiyê yan jî têgehên cuda lê tê kirin, lê belê hîn jî zemîneke wekhev û demokratîk nehatiye danîn. Eger bi rastî jî em qala pirsgirêkeke sed salî dikin, wê demê ev yek divê bi misogeriya destûra bingehînî, bi rûbirûbûna civakî û demokratîkbûna rasteqîn bê nirxandin. Lê belê em dibînin ku dewlet hîn jî bi çavekî ewlekariyê li meseleyê dinihêre. Hîn jî statuyeke siyasî ji îradeya bi milyonan mirovî re nayê dayin. Gava mirov bala xwe didin ser mînakên li cîhanê, tê dîtin ku di pêvajoyên aştiyê de alî di nava mercên wekhev de li dora maseyê rûdinên, hevdu nas dikin û hebûna hev qebûl dikin. Lê li vê derê li aliyekî qala pêvajoyê tê kirin, li aliyê din jî tecrîd tê nîqaşkirin. Ji ber ku em rojnamevan li vê yekê diprisin dibin hedef.”
‘YÊN KU BERIYA 30 SALAN DIHATIN GOTIN JINÛVE TÊNE AXAFTIN’
Reyhan Hacioglû ragihand ku gelek sernavên niha têne nîqaşkirin beriya bi salan hatin ziman, rojnamevanên ku berê ev rastî dianîn ziman li zextên giran rast dihatin û got, “Eger bê bîra we, Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan got, ‘Ez li pey wan gotinên xwe me ku di sala 1993’an de min anîbû ziman’. Ya rast li vî welatî bi salan e veger li heman nuqteyê tê kirin. Wê demê bangên ji bo agirbestê hebûn, dihate gotin ku divê êdî ciwan nemirin. Lê belê rojnamevanên ku ev yek nivîsîn hatin girtin, rojname hatin girtin, xebatkar hatin kuştin. Îro jî em hatine heman cihî. Wê demê mirov ê dipirse: Madem em îro li heman cihî ne, çima 30 sal hatin windakirin? Çapemeniya azad ji ber ku vê dibêje dibe hedef. Ji ber ku wê demê jî me hewl didan ku êşên gel dikişîne nîşan bidin.”
‘ROJNAMEVANTIYA AŞTIYÊ NE TENÊ NIVÎSANDINA NÛÇEYAN E’
Reyhan Hacioglû destnîşan kir ku rojnamevantî tenê pîşeyekî teknîkî nîne û anî ziman ku bi taybetî di pêvajoyên şer de rojnamevan bi berpirsyariyeke civakî radibin. Reyhan Hacioglû got, “Tişta ku em jê re rojnamevantiya aştiyê dibêjin ne tenê ragihandina bûyeran e. Bêguman pîvanên bingehîn ên rojnamevantiyê hene, lê belê carna ji bo heqîqeta civakê pêwîstî bi rakirina berpirsyariyê heye. Ji ber ku li vî welatî êşên gelekî giran hatin kişandin. Mirovan zarokên xwe ji dest dan, cenaze bi rojan li qadan man, kuştinên kiryar nediyar çêbûn. Di rewşeke bi vî rengî de nabe ku tu tenê rojnamevantiyeke teknîkî bike. Divê rastî bê eşkerekirin. Divê rûbirûbûn bibe. Em hewm didin vê bikin.”
‘ÇAPEMENIYA AZAD BI SALAN E LI HEMAN ZEXTAN RAST TÊ’
Rojnamevan Reyhan Hacigolû anî ziman ku dema nîqaş li ser pêvajoyê destpê kir, ji gelek kesan hebû ku zextên li ser çapemeniya azad wê kêm bibe, lê belê zextê dewam kir û got, “Gava pêvajoyê destpê kir gelek kesî bawer dikir ku wê zextên li ser çapemeniya azad êdî kêm bibe. Rojnamevanekî ji min re gotibû, ‘Herhal êdî ceza li we nayê birîn’. Wê rojê malper înternetê ya Yenî Yaşamê hate astengkirin. Yanî manîpulasyoneke gelekî cidî heye. Li aliyekî qala aştiyê tê kirin, li aliyê din jî rojnamevanên ku rastiya wê pêvajoyê dinivîsînin têne cezakirin. Ji ber weşanên xwe em hatin binçavkirin. Me di bernameyên xwe de çi nîqaş dikir? Tecrîd, binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan û qala Kurdistanê dikir. Lê belê îro di navenda pêvajoyê de ji xwe ev hene. Wê demê diyar e mesele ne rojnamevantî bû, mesele astengkirina hînbûna rastiyan a civakê bû.”
‘EM BERPIRSYARIN KU REWŞA CIVAKÊ BINIVÎSÎNIN’
Reyhan Hacioglû destnîşan kir ku ew rojnamevantiyê tenê weke pîşeyekî nabînin, xebatkarên çapemeniya azad bi hesta berpirsyariyeke civakî tevdigerin û axaftina xwe bi vî rengî dewam kir, “Em ne ew mirov in ku her roj nûçeyan li ser mirina mirovan çêbikin. Kes ji çêkirina nûçeyên li ser şer, êş û girtîgehan kêfxweş nîne. Lê belê di vê rewşa civakî de berpirsyariya me heye ku em vê yekê nîşan bidin.
Gotinek heye ku çapemeniya azad bi salan e dibêje: ‘Em yek bi tenê jî bimîne em ê bi dewamî rastiyê binivîsînin’. Bi rastî jî me ev dît. Hevalên me hatin girtin, biryara girtina rojnameyên me hate dayin, lê roja din me da pey nûçeyan. Ji ber ku ev mesele ne tenê meseleya saziyekê ye, meseleya heqîqeta gel e.”
‘HETA KU CIVAKA DEMOKRATÎK NEBE ÇAPEMENÎ AZAD NABE’
Reyhan Hacioglû destnîşan kir ku bêyî civakeke demokratîk çapemenî azad dnabe û diyar kir ku divê têkoşîn û piştevanî bê mezinkirin. Reyhan Hacioglû got, “Weke her kesî em dixwazin li welatekî demokratîk bijîn. Em naxwazin li welatekî welê bin ku ji ber nûçeyên xw ebêne binçavkirin, bêne astengkirin û darizandin. Lê belê ev jî bi demokratîkbûnê dibe. Ji ber vê jî rojnamevan jî civak jî divê têkoşîneke hevpar bimeşînin.
Ji ber ku têkoşîna heqîqetê ne tenê ya rojnamevanan e, têkoşîna temamiya civakê ye.”

