Çarşem, 7 Cotmeh 2026
  • Ji Bo Min
  • Favoriyên Min
  • Tomarên Min
  • Dîtinên Min
  • Blog
Video
Podcast
Zindî
Arşîv
Neşeriya Çalakiyan
Stêrk TV
  • DESTPÊK
  • ROJANE

    RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

    Ji aliyê Stêrk TV

    ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

    Ji aliyê Stêrk TV

    10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber wezaretê banga berdana girtiyên jin kirin: Divê derbarê ÎGK’ê de lêpirsîn bê vekirin!

    Ji aliyê Stêrk TV

    Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • KURDISTAN

    Aqubeta rahênerê Kurd ê li Dehgolanê hat binçavkirin nayê zanîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    YRK: Hevrêyê me Çekdar li Pêncîwênê şehîd bû

    Ji aliyê Stêrk TV

    Birîna daran a li Dihokê wê bikeve rojeva Parlamenta Iraqê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Qubên pîroz: Bîra dîrokê, mabetên aştiyê

    Ji aliyê Stêrk TV

    Hevserokê DEM Partiyê yê Berwariyê Yilmaz jiyana xwe ji dest da

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rêveberiya Giştî ya Dije-Terorê li Silêmaniyê çeteyekî DAÎŞ’ê girt

    Ji aliyê Stêrk TV
  • JIN

    Nobeda Bîr û Edaletê ya Jinan destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Girtîgeha Sîncanê tehliyeya 9 jinên girtî bi kêfî tê astengkirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Heyeta Tevgera Jinê Kurd li Hondurasê serdana COPINH’ê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li ber Girtîgeha Sîncanê banga berdana girtiyên jin hate kirin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Sineyê ji bo Marziye Moradavisi cezayê girtîgehê û pere hat dayîn

    Ji aliyê Stêrk TV

    Rojnamevanên ku Xelata Gurbetellî Ersoz wergirtin hatin eşkerekirin

    Ji aliyê Stêrk TV
  • ÇAND Û HÛNER

    Li Freiburgê 1’emîn Festîvala Film a Kurdî destpê kir

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Aştiya mayinde bi demokratîkbûneke xurt pêk tê û hunerê jî azad dike’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Derhêner Semîr Aslanyurek: Sînema û huner divê bi aştiyê re be

    Ji aliyê Stêrk TV

    ‘Di pêvajoya aştiyê de rola hunerê bi qasî ya polîtîkayê girîng û pêwîst e’

    Ji aliyê Stêrk TV

    Li Misirê goreke hespê şer ê beriya 3 hezar salan hat dîtin

    Ji aliyê Stêrk TV

    Kurdan li Îçerîşehrê cilên xwe yên neteweyî nîşan dan

    Ji aliyê Stêrk TV
  • CÎHAN
  • YÊN DIN
    • Gotar
    • Civak
    • Rojava
    • Gotar
  • 🔥
  • HEMÛ BAJAR
  • AMED
  • STENBOL
  • BEHDÎNAN
  • ENQERE
  • ROJEV
  • QAMIŞLO
  • KOBANÊ
  • WAN
  • ŞENGAL
  • HESEKÊ
  • ŞIRNEX
  • MÊRDÎN
  • RIHA
  • LEZGÎN
  • ÊLIH
  • COLEMÊRG
Nûçeyên Lezgîn
Serkirdeyekî DAÎŞ’ê hat girtin
Li Tehranê cezayê darvekirinê li 3 welatiyên Kurd hate birîn
Li Minbicê teqîn: Kesek jiyana xwe ji dest da
Baregeha KDP-Î ya li Hewlêrê hate bombekirin
Li Zaxoyê jinek hate kuştin
Dîtina TîpanAa
Stêrk TVStêrk TV
  • Kurdistan
  • Jin
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Rojava
  • Rojane
  • Cîhan
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
  • Ji Bo Min
  • Dîtinên Min
  • Tomarên Min
  • Favoriyên Min
Bigere
  • Kategorî
    • Kurdistan
    • Jin
    • Ciwan
    • Çand û Hûner
    • Cîhan
  • BAJAR
    • HEMÛ BAJAR
    • AMED
    • STENBOL
    • QAMIŞLO
    • ŞEHBA
    • REQA
    • WAN
  • JI BO TE
    • Ji Bo Min
    • Tomarên Min
    • Favoriyên Min
    • Dîtinên Min
  • RÛPEL
    • Podcast
    • Video
    • Wêne
    • Gotar
Hesabê we heye? Têketin
Me bişopîne
© Mafên belavkirinê li ba Stêrk TV parastî ne 2024. Hemû maf parastî ne.
Stêrk TV > Blog > Rojane > Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne
Rojane

Hiqûqnasên ku şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin: Li gel her tiştî jî em bi hêvî ne

Hiqûqnasên ku 11'ê Tîrmeha 2025'an li Silêmaniyeyê şahidî ji merasîma şewitandina çekan re kirin, anîn ziman ku li gel her tiştî jî ew bi hêvî ne û qanûna çarçoveyê ya ku nîqaş li ser tê kirin divê hemû koman bigire nava xwe.

Stêrk TV
Stêrk TV Dîroka nûkirinê: 8. Tîrmeh 2026 Dema xwendinê: 7 dq.
Parvekirin

Piştî “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibata 2025’an de kir, gelek gavên dîrokî hatin avêtin. PKK a ku meha Gulanê Kongreya xwe ya 12’emîn kom kir, li Şikefta Casene ya li bajarê Silêmaniye yê Başûrê Kurdistanê meha Tîrmehê bi beşdariya komeke ji 30 gerîlayan ku Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat jî di nav de bû merasîma şewitandina çekan lidar xist.

Di merasîmê de destpêkê daxuyanî hate dayin û piştre çekên li qadekê hatin danîn, yek bi yek hatin şewitandin. Merasîma dîrokî ji aliyê bi dehan kesên ji Kurdistan, Tirkiye û Ewropayê ve hate şopandin ku siyasetmedar, rojnamevan û parêzer jî di nava wan de bûn. Lîsteya çekên hatin şewitandin piştî merasîmê radestî nûnerên baro, OHD û ÎHD’ê hate kirin.

Salek di ser vê merasîma dîrokî re derbas bû. Parêzer û nûnerên mafên mirovan ên şahidî ji van kêliyan re kirin, pêvajo ji ajansa me re nirxandin. Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan û Serokê Şaxê Amedê yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ercan Yilmaz anî ziman ku ji bo pêkhatina aştiya mayinde divê sererastkirinên hqiûqî û siyasî bi cih bêne anîn.

Serokê Baroya Êlihê Abdulhamît Çakan diyar kir ku par li Silêmaniyeyê bi serokên baroyan, parêzer, siyasetmedar û rojnamevanan tevlî merasîma şewitandina çekan bû, vê yekê bandoreke mezin li wî kir û destnîşan kir ku bi destpêkirina pêvajoyê re ew gelekî bi hêvî bû.

Çakan anî ziman ku nav bi temamî li pêvajoyê nehatibe kirin jî wan ev yek weke “pêvajoya çareseriyê” û “pêvajoya aştiyê” nirxandin û got, “Dema ku pêvajoyê destpê kir, em hiqûqnasên li Kurdistanê bivê nevê bi kelecan bûn, bi hêvî bûn. Ji ber ku em dixwazin demokrasî bê vî welatî. Bila gelên vî welatî hemû bibin xwedî demokrasiyê.”

Çakan spasiya wan aktorên di nava pêvajoyê de kir û ragihand ku ji bo beşdarî merasîma 11’ê Tîrmehê bibe ji herêmê bi serokên şeş baroyan daxwaz kirin û çûn Silêmaniyeyê.

Çakan ragihand ku atmosfera merasîmê gelekî bandor li wî kir û got, “Demeke germ bû. Bawer bikin, mirov gelekî hestewar dibûn. Em hemû hestewar bûn. Bi taybetî dema ku gerîla hatin, ew hestên me bilind bû. Piştre jî çek hatin şewitandin. Belê, wê yekê hêviya me bi çirûskeke din zêde kir.”

‘DESTKETIYEKE GELEKÎ MEZIN E KU ÊDÎ CENAZE NAYÊN’

Çakan diyar kir ku divê neyê hêvîkirin ku pêvajoyên aştiyê di demeke kurt de bi encam bibe, mînakên li cîhanê bi bîr xist ku salên dirêj dewam kir û got, “Destketiya me ya herî mezin a niha ew e ku cenaze nayên malan. Ji ber ku gava cenaze tên gotinên mirovan neaxivin. Gotin diqedin û hêrs dikeve şûna wê.

Em weke baro, weke hiqûqnasan, weke Baroya Êlihê armanca me ya herî mezin pêkhatina vê aştiyê ye. Bêguman em li bendê ne ku gavên siyasî bêne avêtin, sererastkirin di vê der barê de bêne kirin. Yek ji sedemên kombûna me ya niha li Amedê ew e ku em şopdarên pêvajoyê ne, piştevanên pêvajoyê ne.”

‘LI GEL HER TIŞTÎ JÎ EM BI HÊVÎ NE’

Çakan rexneyên li sler rêveçûna lawaz a pêvajoyê anî ziman ku têkçûna pêvajoya çareseriyê ya beriya niha di nava civakê de nêzîkatiyeke bi fikar afirandiye. Çakan got, “Em xweşbîn in, lê belê xweşbîniyeke me ya bi fikar heye. Ji ber ku ji pêvajoya beriya niha zimanê me şewitî. Pêvajo qediya û her tişt bêhtir hişk bû.” Çakan got, “Piştî şerê ji zêdeyî 40 salî, hînbûna civakê ya ji bo pêvajoyê wê demekê dewam bike. Lewma divê qanûna çarçoveyê tavilê bê derxistin, gavên pêwîst bêne avêtin. Lê belê li gel her tiştî jî ez bi hêvî me û em neçar in bi hêvî bin. Dibe ku dereng bibe lê belê ew qanûn wê bêne derxistin. Divê bêne derxistin. Wekî din şensê me nîne, wekî din rêya me nîne. Ez bawer dikim ku bi demdirêjî wê pêvajo erênî bi encam bibe.”

‘ÎRADEYEKE GELEKÎ XURT BI RAYA GIŞTÎ RE HATE PARVEKIRIN’

Ercan Yilmaz ê ji ÎHD’ê jî destnîşan kir ku merasîma navborî peyameke gelekî xurt da raya giştî ya navneteweyî û got, “Îradeyeke gelekî xurt bi raya giştî ya cîhanê re hate parvekirin ku Tevgera Kurd dikare pêvajoya şer a ji zêdeyî 40 salî biqedîne û bi aştiyê bi encam bike.”

Yilmaz bal kişand ser nîqaşên têkildarî çarçoveya sererastkirinên qanûnî û destnîşan kir ku ne rast e ku ji bo hin koman bê diyarkirin. Yilmaz bi bîr xist ku di nava sala dawî de ne tenê merasîma şewitandina çekan pêk hat, her wiha bûyerên girîng ên cuda jî qewimîn ku yekser bandor li pêvajoyê kirin.

‘RAST NÎNE KU NAVÊ KOMEKE DIYARKIRÎ DERBAS BIBE’

Yilmaz işaret bi avaniya komê kir ku dest ji çekan berda û anî ziman ku vê yekê îradeya çekdanînê ya rêxistinê nîşan da û got, “Dema ku mirov bala xwe didin ser koma ji 30 kesî ya çek şewitand, dibînin ku kesayetên di astên cuda yên li nava rêxistinê di nav de hebûn. Ji kesên di asta herî bilind de heta bi milîtanên nû tevlî bûn profîlên cuda hebûn. Ev yek nîşan dide ku milîtanên PKK’ê dixwazin bi rengekî giştî çekan dînin û îradeya aştiyê nîşan dan. Li gel hebûna cihêrengiyeke profîlê ya bi vî rengî, em rast nabînin ku ji bo vegerê tenê navê komeke diyarkirî derbas bibe.”

‘DIVÊ MERCÊN HIQÛQÎ YÊN PÊWÎST BÊNE AFIRANDIN’

Yilmaz ragihand ku ji bo pêkhatina aştiyê ne tenê ji bo kesên çek danîne her wiha li qada siyasî jî divê gavên berfireh bêne avêtin û got, rewşa kesên ku ji ber sedemên siyasî girtî ne, yên neçar hatine hiştin ku li derveyî welat bimînin divê bê çareserkirin. Yilmaz got, karên yekpare, berfireh û hemû milîtanan bigire nava xwe divê tavilê bi cih bêne anîn.

YÊN HATINE ÊTÎKETKIRIN AMED

Ji me agahî bistîne!

Eger tu bibî abone em ê nûçeyên lezgîn yekser ji maîla te re bişînin.
Eger tu bibî abone te we wateyê ku tu Polîtikaya Malpera Me dipejînî û dîsa tê wê wateyê ku tu Şert û Mercên me qebûl dikî. Tu kendî bixwazî dikarî ji abonetiyê derkevî
Çi Difikirî?
.0
.0
.0
.0
.0
.0
Nûçeya Berê Karasû: Ne hêsan e ku Kurd weke berê bêne fedakirin
Nûçeya Pişt re Tirkiye li Latîn Emerîkayê hêz û bandora xwe zêde dike
Nirxandinek Bike Nirxandinek Bike

Nirxandinek Bike Cancel reply

You must be logged in to post a comment.

Me Bişopîne!

Tu dikarî li ser gelek platforman rûpelên me bişopînî.
FacebookBiecibîne
TwitterBişopîne
PinterestPîn bike
InstagramBişopîne
YoutubeSubscribe
TiktokBişopîne
TelegramBişopîne
Google NewsBişopîne
LinkedInBişopîne
- Frekans -
Ad image
- Frekans -
Ad image

Navarokên Li Pêş

Balafireke ku leşkerên bi pere yên Kolombiyayê hildigirt, hate xistin

Televîzyona dewletê ya Sûdanê, ragihand ku Hêza Hewayî ya Sûdanê li balafirgeha Nyala ya li…

Ji aliyê Stêrk TV

Rêveberiya Xweser: Em bi penaberên Sûriyeyî re ne

Hesen Koçer got, "Em ê her derfeteke xwe bi gelên Sûriyeyê re parve bikin. Em…

Ji aliyê Stêrk TV

Şaredarê Şîleyê ji wezîfeyê hate girtin

Şaredarê Şîleyê yê ji CHP'ê Ozgur Kabadayi ku beriya çend rojan hate girtin, hate ragihandin…

Ji aliyê Stêrk TV

Ev jî di be ku bala te bikşînin

Rojane

RAJIN: Em ê têkoşîna çapemeniya azad li ser şopa Gûrbetellî dewam bikin

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

ROJEVA 7’Ê COTMEHA 2026’AN

Ji aliyê Stêrk TV

Li Hewicê çeteyên DAÎŞ’ê êrîş bir ser navendek

Ji aliyê Stêrk TV
Rojane

10 meh ceza li hunermend Cesîm Başboga hat birîn

Ji aliyê Stêrk TV
Ya Berê Ya Pişt re
Stêrk TV
Stêrk TV
Stêrk TV

Li Ser Şopa Heqîqetê

Stêrk TV ji sala 2009an ve di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de weşanê dike. Bi nêrîna azadiya jinê û avakirina civakeke demokratîk, Stêrk TV xebatên civakî, çandî, hunerî, dîrokî, aborî û yên jîngehê dimeşîne. Di çarçoveya parastin û pêşxistina çand û zimanê Kurdî de, bi zaravayên Kurmancî, Soranî, Kirmanckî û Hewramî nûçe û bernameyên cûrbicûr amade dike û diweşîne. Stêrk TV xizmetê li çand û hunera Kurdî dike.

Facebook Twitter Youtube Rss Medium
Kategorî
  • Kurdistan
  • Rojane
  • Çand û Hûner
  • Cîhan
  • Jin
  • Civak & Ekolojî
  • Zanist
Rûpel
  • Têkîlî
  • Frekans
  • Derbarê me de
  • Şert û Merc
  • Rêgezên Malperê
  • Kar Xwestin
  • Kunye

© Stêrk TV. Hemû mafê wê parastîne

adbanner
AdBlock Asteng Dike
Malpera me de reklam hene, ji ber vê sedemê malpera me bixin listeya spî ya AdBlock'ê
Temam, ez ê li listeya spî zêde bikim
Hûn bi xêr hatin

Têkevin hesabê xwe

Te paroleya xwe jibîr kir?